4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îzmîr, Amed û Êlihê çalakî

Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê ji bo winda bên dîtin û kujer bên darizandin, li Amed, Êlihê û Îzmîrê  li aqûbeta windayan pirsîn. Xizmên Windayan û ÎHD’ê li Amedê di hefteya 672’yemîn de çalakiyan  li dar xistin. Xizmên windayan li Parka Koşuyolu kom bûn û pankarta “Bila winda bên dîtin û faîl werin darizandin” vekirin. Vê hefteyê li aqûbeta Mehmet Ozdemîr ê di 26’ê kanûna 1997’an de li Amedê hat revandin û windakirin pirsîn.

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li ber Sumerbanka Berê ya li navçeya Konakê daxuyanî da û li aqûbeta winda Mehmet Ozdemîr pirsî.

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa ÎHD’ê ya Êlihê jî di hefteya 509’emîn de li Kolana Gulistanê li ber Peykerê Mafê Mirovan çalakiya “Bila Winda bên dîtin û kujer werin darizandin” li dar xist. Di çalakiyê de li aqûbeta Hatîce Atalay a di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê bi cînayetek kiryar nediyar hat kuştin pirsîn.

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê