27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayika Denîz Poyrazê: Hê jî edalet pêk nehatiye

Dayika Denîz Poyraz, Fehîme Poyraz anî ziman ku du sal di ser qetilkirina keça wê re derbas bûne lê hê jî edalet pêk nehatiye û got: "Ji bo ku berpirs hesab bidin, heya em sax bin em ê têbikoşin."

Di 17’ê hezîrana 2021’ê de Onûr Gencer li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê bi êrîşeke biçek Denîz Poyraz qetil kiribû. Piştî bûyerê polîsên hatin ber avahiyê, demekê mudaxeleyî bûyerê nekiribûn û gava Gencer daketibû jêrê jê re gotibûn “keko navê te çi ye?” û ew binçav kiribûn. Her wiha wê demê bi hezaran HDP’î jî ber bi avahiya partiyê ve hatibûn. Dayik Fehîme Poyraz jî ku xebera qetilkirina keça xwe bihîstibû, peyama “Denîzek çû, dê hezar Denîz bên” dabû.

Kujer Gencer piştî ku hatibû girtin, lêpirsîna der barê wî de di 11’ê cotmeha 2021’ê de hatibû temamkirin û Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê îdianameya wî amade kiribû. Di îdianameyê de hatibû xwestin ku bi sûcê “kuştina biqesdî û sêwirandî” cezayê muebed agiran û bi sûcê “binpêkirina parêzbendiya kargehê”, “zirardayîna li partiya siyasî û avahiya wê” jî 7 sal ceza li Gencer bê birîn.

Danişîna dozê ya pêşîn di 29’ê kanûna 2021’ê de dest pê kiribû û ji roja darizandin dest pê kiribû heta roja biryarê ji bo ku hêzên li pişt kujer dernekevin holê, hewl hat dayîn. Hemû daxwazên malbata Poyrazê û parêzeran ku ji bo hêzên li pişt bûyerê derkevin holê ji aliyê dadgehê ve hatibû redkirin. Dadgehê daxwazên kujer qebûl kiribûn lê daxwazên malbat û parêzeran red kiribûn.

Beriya danişîna 5’emîn ku di 12’ê cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, serokê heyeta dadgehê hatibû guherandin. Serokê dadgehê yê nû berî ku li ser paldanka dadgehê rûnê hemû daxwazên parêzeran red kiribûn û destûr nedabû ku parêzer bi belgeya rayeyî tev li danişînê bibin.

Di danişîna 6’emîn de jî ku di 14’ê cotmeha 2022’yan de hatibû lidarxistin, helwesta heyeta dadgehê ya li hemberî dozê neguherîbû û danişîn bê parêzer hatibû destpêkirin û destûr nehatibû dayîn ku parêzer û yên dixwestin dozê bişopînin bikevin eywana danişînê. Parêzeran bertek nîşanî helwesta dadgehê dabûn û leşkeran bi ava şid û gaza îsotê êrişî parêzeran kiribû.

Di danişîna 7’an de ku di 27’ê kanûnê de hat lidarxistin, heyeta dadgehê, danişînê bêparêzer bi rê ve biribû û biryara xw aşkera kiribû û cezayê muebeda giran û 9 sal ceza li Gencer birîbû. Nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Delal Akyuz bi dayika Denîz Akyuzê re axaaivî.

Denîz bi me re dijî’

Fehîme Poyraz, dayika Denîz Poyrazê, qewimînên di du salên borî de vegotin. Poyraz bi lêv kir ku 2 sal di ser qetilkirina Denîzê re derbas bûne lê hê jî êşa wê wekî ya roja pêşîn e û got ku keça xwe qet ji bîr nekiriye. Poyrazê  got: “Keça min her tim bi me re ye. Ez wiha his dikim ku hê jî sax e. Carinan ez dibêjim qey li malê ye. Hemû şehîd wiha ne. Ruhê hemûyan bi me re ye. Ji lew re ji bo zimanê xwe, ji bo nasnameya xwe hatin qetilkirin.”

Gelê me xwedî li derket

Poyraz anî ziman ku piştî qetilkirina keça wê gel xwedî li wan derketiye û got: “Gelê me kir ku em li ser piyan bimînin. Her kes li cem me bû. Keça min bi awayekî bêparastin hat qetilkirin. Xwedîderketina gelê me, em şanaz kirin. Hê jî ji Şirnexê, ji bajarên din mirov tên. Serdana me dikin.”

‘Bila hêzên pişt kujer bên cezakirin’

Poyrazê bi lêv kir ku di doza keça wê de edalet pêk nehatiye û got ku ew tenê edaletê ji bo keça xwe naxwazin, ji bo hemû kesên rastî zilmê tên dixwazin û dixwazin hesab bê pirsîn. Poyraz wiha domand: “Kujer Onûr Gencer, ji dadger û dozger re got, ‘Min terorîstek kuşt. Divê hûn min xelat bikin.’ Keça min kuştiye û radibe van tiştan dibêje. Nexwe hin kes li pişta wî ne. Hin kes ne li pişta wî bin, ma dikare tiştekî wiha ji dozger re bibêje?”

Poyraz xwest hemû kesên alîkariya kujer Gencer kirine û hêza li pişta wî bê darizandin û got ku tenê cezakirin û girtina Gencer tiştekî naguherîne. Poyraz destnîşan kir ku ew weke malbat heya ku sax bin ew ê dest ji vê dozê bernedin û heya hesab ji hemû berpirsan neyê pirsîn dê bitêkoşin.