10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DFG û MKGP: Wê çapameniya azad serî netewîne

DFG û MKGP’ê, di daxuyaniya xwe ya ji bo salvegera girtina 16 rojnamegeran de destnîşan kirin ku wê çapemeniya azad serî ji zextan re netewîne û her tim bibe dengê heqîqetê.

Di 8’ê hezîrana 2022’yan de navenda wê Amed polîsan bi ser mal û cihê kar ê rojnamgeran de girtibû û 21 kesan binçav kiribûn. Di 16’ê hezîranê de rojnamegerên derketibûn edliyeyê bi angaşta “endamtiya rêxistinê” hatibûn girtin. Rojnamegerên hatibûn girtin navê wan wiha ne; Hevserokê DFG’ê Serdar Altan, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Azîz Orûç, Midûrê Karên Nivîsan ê Rojnameya Xwebûnê Mehmet Alî Ertaş, rojnameger Zeynel Abîdîn Bûlût, Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Algaş, Omer Çelîk, Mazlûm Dogan Guler, Îbrahîm Koyûncû, Neşe Toprak, Elîf Ungur, Abdurrahman Oncu, Sûat Dogûhan, Remziye Temel, Ramazan Gecîken, Lezgîn Akdenîz û Mehmet Şahîn.

Di ser girtina rojnamegeran de salek derbas bû, ji bilî Midûra Karê Nivîsan a JINNEWS’ê Safiye Algaş ku duh derket dadgehê û hat berdan, lê rojnameger derneketine dadgehê û nehatine darizandin. Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin yên Mezopotamyayê (MKGP) ji bo salvegera girtina van rojnamegeran li ber Edliyeya Amedê daxuyaniyek da. Gelek rojnameger û endam û rêveberên HDP’ê û Partiya Çepên Kesk yên Amedê tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Hûn nikarin çapemeniya azad bêdeng bikin” hat vekirin û dirûşmeya “Çapemeniya Azad dê bêdeng nemine” hat berzkirin.

Bi bêhiqûqî rojnameger girtin

Daxuyaniya hatibû amadekirin bi kurdî û tirkî hat xwendin. Daxuyaniya kurdî ji aliyê rojnameger Rojda Aydin û daxuyaniya tirkî ji aliyê rojnameger Selman Çiçek ve hat xwendin. Rojda Aydin, destnîşan kir ku gelek zext û zorî li rojnamegeran tên kirin û ev tişt got: “Zextên li ser rojnamegerên di hedefa îktidarê de ne her roj zêde dibin. Îktidar û daraz ji aliyekî polîtîkayên xwe yên zextê bi awayekî cuda kûr dike û bi rêya girtin, binçavkirin, destdirêjî, tundiyê dixwaze dengê rojnamegeran qut bike. Îktidar û darazê nêzîkatiya xwe ya dijminatiyê ya li dijî çapemeniya kurdî û kurdan di serê sala 2022’yan de bi awayekî zêde didomîne. Tevî ku derbarê hempîşeyên me de delîlekî sûc tune ye jî wan di girtîgehan de digirin û bi gelek binpêkirina mafan rû bi rû dimînin. Daraza di bin kontrola îktidarê de tev digere bi operasyona 8’ê Hezîrana 2022’yan 20 jê rojnameger 22 kes kir bin çavan. Piştî binçavkirina 8 rojan di 16’ê Hezîranê de 16 kedkarên çapemeniya azad hatin girtin û ew şandin girtîgehê. Bi îddiaya “Endamtiya rêxistinê” derbarê wan de bi sedan rûpel îddianame hat amadekirin. Kedkarên çapemeniya azad bi awayekî nehiqûqî şandin girtîgehê.”

‘Çapemeniya azad hedef girtine’

Di berdewama axaftina xwe de Aydin, bal kişand ser binçavkirina û girtina rojnamegeran a beriya hilbijartinê û wiha pê de çû: “Dîsa dema ku ji hilbijartinên serokkomariyê û parlamenteriyê re demeke kin mabû darazê dîsa Çapemeniya Azad kir hedef. Tevî nûçegehîna JINNEWS’ê Bêrîtan Canozer gelek kedkarên Çapemeniya Azad di 25’ê Nîsanê de, bi serdegirtina malan hatin binçavkirin û di 5’ê Nîsanê de jî jê 5 kes hatin girtin. Di rojên ku 5 rojnameger hatin girtin de bi operasyoneke nû Hevseroka DFG’ê Dicle Muftuoglu û edîtorê Ajansa Mezopotamyayê Sedat Yilmaz di 3’yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê de hatin girtin. Ji bo mafê girtina nûçeyan a civakê bê astengkirin tê xwestin Çapemeniya Azad bê bêhn bimîne. Darazê ev yek ji xwe re kiriye wekî peywirekê. 9 hevalên me yên ku nêzî 6 mehan di Girtîgeha Sîncanê de hatin girtin piştî hilbijartinê di 16’ê Gulanê de bi şertê “kontrola edlî” hatin tehliyekirin. Dîsa Mudura Karê Nivîsê ya Ajansa Nûçeyan a JINNEWS’ê Safiye Alagaş di 15’ê Hezîranê de hat tehliyekirin.”

‘Em ê dev ji nivîsa heqîqetê bernedin’

Aydin, bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Hevalên me li dijî zextên îktidarê tu carî dev ji nivîsandina heqîqetê bernedan. Ew her tim bûn dengê civak, zarok, jinê. Loma jî helwesteke nêzî îktidarê nîşan nadin, berovajî vê yekê ji bo vêya ji holê rake dixebite û ev yek ji xwe re kiriye armanc. 16 kedkarên çapemeniyê yên ku nûçegîhaniya civakî ji xwe re esas digirin ev salek e di girtîgehê de ne. Tê astengkirin ku pîşeya xwe bikin. Bila îktidar, medyaya alîgir û daraz vê yekê ji bîr neke; Kedkarên Çapemeniya Azad wekî do wê îro jî û sibehê jî ji îktidarên ku wê bên, serî natewîne. Ew ê ji nivîsandina heqîqetê gavê paşde neavêjin. Ew ê Çapemeniya Azad her tim bibe dengê heqîqetê.