spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tawîz an lihevkirin?

“Neteweya bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêze: ol yek, ziman dudu. Heke ola bindest û serdest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.”

“Ger hewce bike mirovên bindest dikarin tawîzan ji serdestan werbigirin, lê bi ti awayî bi wan re nakevin nava pêwendiyên lihevkirinê.”*

Ev mijara tawîzgirtin û lihevkirinê, di dema şeran de ji bo tevgerên neteweyî yên bindest û dagirkerên wan ên serdest her dem derbas dibe. Û em ji bîr nekin ku hemû kurd ji teref serdestan ve ji ber rabirdûya xwe weke tawanbar têne hesibandin.

Mirov vê babetê bi jiyînên rojane re şênber bike, mebesta bingehîn wê hîna hêsantir were famkirin.

Di sala 2013’an di navbera dewleta tirk û tevgera kurd de bi navê pêvajoya çareseriyê hin gav hatin avêtin. Bi van gavan re tevgera kurd hêzên xwe yên li nava bakurê Kurdistanê bi paş ve vekişandin û Dewleta Turkiyeyê jî ketina koma aştiyê ya şervanên kurd a nava sînorên Turkiyeya fermî qebûl kirin.

Dû re li dibistanan dersên hilbijartî yên kurdî, li zanîngehan beşên wêje û zimên û beşên ‘yaşayan diller’, di televizyona fermî ya dewletê de kanala TRT 6’ê ketin jiyanê. Helbet ev gavên der barê zimanê kurdî de li dû şerê sih salan ji bo vekirina rêyeke çareseriyê, destpêkek bû. Diviyabû kurdan ev tawîzên dewletê weke deynekî ji dewletê werbigirta û têkoşîna xwe ya mayî ji cihê berê bidomanda. Mixabin gelek kurd ev deynê dewletê weke lutûfekê wergirtin û yekser ketin xizmeta wê.

Gelek ji mirovên kurd ên di wexta xwe de berxwedêr bûn, dest bi rexnekirina tavgera xwe ya berê kirin û weke endamên sereke yên îktidar û dewletê li ser hemû dikên pergalê weke qirdikan derketin pêşberî mirovan.

Mirovekî ku di wexta xwe di ber kurdî de hatibû girtin, ji TRT 6’ê re bername çêdikirin û karên wergeriyê ji wan re dikir. Dema ku ew camêr ji bo karê wergerê li min bi telefonê geriya û daxwaza karên wergerê kir, bersiva min gelekî hêsan bû: “Kengî dewletê ji bo kirinên li şexsê min lêborîna xwe xwestin û hemû mafên binpêkirî yên neteweya min li wan vegerandin, hingê ez jî dikarim li ser vê meseleyê ji nû ve bifikrim.” Dû re çend caran ji bo beşdarbûna bernameyên wêjeyî daxwaz hatin kirin, min dîsa bersivên neyînî dan wan. Ji lewre heman kanalê bernameyên xwe bêtir li ser mijarên olî bi rê ve dibir û dixwest bi vê propagandayê kurdan ji tevger û têkoşîna wan bi dûr bixe. Vê xalê tim di hişê min de pirs çêdikirin. Jixwe rewşenbîrê kurd ev mesele beriya bi dehan salan tesbît kiribû: “Neteweya bindest heyîna xwe ji serdestên xwe bi du tiştan, bi qeweta du çekan diparêze: ol yek, ziman dudu. Heke ola bindest û serdest yek be, hingê çek dimîne yek, ew jî ziman e.”**

Ev mînak belkî weke azmûneke dîrokî di rabirdûyê de maye lê mijar û meseleya zimanê kurdî li bakurê Kurdistanê hê jî kevirê takêşê yê sereke ye. Li dû her serkeftineke xwe îktîdara heyî meseleya olî derdixe pêşberî kurdan û dixwaze wan di ser ola Ìslama siyasî re ji nû ve kedî bike. Jixwe serdem, serdema dîjîtal e û van manîpulekirinên xwe di ser torên civakî re bi destên hin kurdên dijberê tevgerê re bi rê ve dibe. Carna hin siyasetmedarên kurd jî dikevin vê dehfikê û ji kurdan dixwazin ku destên xwe dirêjî partiya Hudaparê bikin.

Li dû hilbijartinê digel ew qas zext û zor û qedexe û çewisandinan jî, hin dûvik û berdevkên îktidar û dewletê mijara kurdî tînin bi partiya Huda Parê ve têkîldar dikin, axaftina kurdî ya wezîrê darayî yê nû yê Êlihî bi dêyeke kurd re û axaftina wî ya bi rojnamgerekî kurd re têkîldarî netewbûna kurdî dikin. Her wiha çar wezîrên kabîneya nû yên esilkurd û zihniyetturk weke mestereyên kurdîtiyê pêşkêşî civakê dikin. Gerek li hemberî van kesan em şaşîtiyên dema berê nekin û weke civaknas gotiye, ji feq û dehfikên pêşiya xwe haydar bin: “Ger mirov ew qasî bi înkarkirina şaşîtiyên xwe mijûl nebûna, ji şaşîtiyên xwe wê ders bistendana.”*** Divê neyê jibîrkirin ku darê ku berê di bedena xwişk û birayên me de hatine şikenandin, îro di bedena me de jî têne şikenandin.

Ger em tê negihîjin ku ev tewaşa (sosa) bi navê kurdî lîstikeke dewleta dagirker e, em ê her gotineke şahîk û nermik weke lihevkirineke dewletê fam bikin û roj bi roj tûrikê xwe valatir bikin.

Mirovên kurd ên hişyar, xwende û têra xwe polîtîk ji dêvla ku li dijî van lîstikên dewleta kolonyalîst werin xapandin, dikarin di ser van êmên wan re daxwaz û helwestên berxwedêrî nîşan bidin û vê meseleya zimên ji xwe re bikin mijara jêneveger.

Nexwe armanca ku em ji bo wê derketine rê, roj wê were ku dema were bidestxistin jî, êdî axaftvanên kurdî wê neyêne peydakirin. Dema asta zimanê kurdî bikeve, hingê wê hasil di mûsil re derkeve. Di vî warî de tesbîta hatiye kirin, dahatûya zimanê kurdî li pêş me bi hêsanî radixe: “Asta pêşketina zimên, asta pêşketî ya jiyanê ye. Civakek çiqasî zimanê xwe bi pêş bixe, asta jiyana wan jî ew qasî li pêş e. Çiqasî zimanê xwe winda kiribe û ketibe binê hukmê zimanên din, ew qasî têkçûyî ye, bişaftî ye û qirqirî ye. Civakên bi vî rengî nikarin bibin xwedî hiş, exlaq û wateya estetîkî û wê weke civakeke nexweş heta tunebûnê vê karesatê bijî.”****

Ez dixwazim nivîsa xwe bi mînakeke berbiçav berdewam bikim. Li welatê Swîsreyê weke gelek welatên Ewropayê dema malbat û hin kesên çalak ji komunê (şaredarî) beşa perwerdeyê daxwaza fêrbûna zimanê dayikê dikin, berpirsiyarên wê beşê di nava çend rojan de bersivekê didin û ev bersiv jî bi gelemperî bi awayekî erênî ye. Me jî li bajarê xwe yê gelheya wê (nifûs) bîst hezarî, ji bo fêrkirina zimanê kurdî daxwaza xwe bi e-posteyê arasteyî wan kir û wan jî bi vî awayî bersivek da me:

“Xanim ango Begê birêz,

Li ser daxwaza we, komuna me ya bajarê …’ê di serdema perwerdeyê ya 2023-2024’an de ji bo qursa we ya zimên hefteyê rojekê wê polekê ji we re veqetînin. Li gora temenên zarokan ders dikarin li dibistana seretayî ya …’ê ango li dibistana navîn a …’ê werin dayîn. Ger qursa we ji teref balyozxaneyekê ango saziyeke dîtir tê destekkirin, hûn dikarin bi awayakî bêpere xizmetê bidin. Şaredariya …’ê jî polekê bêpere pêşkêşî we dike. Nexwe, ji bo kirêkirinê serê saetekê gerek hûn 15 frankan weke butçe veqetînin.

Di vê rewşê de divê hûn projeya xwe bi kurtasî bidin naskirin (komel, organîzasyon hwd.)

Ger hîna bêtir pêdiviya we ji agahiyan hebe, ji kerema xwe bi me re bêyî xwevegirtin di têkîliyê de bin.

… – Xebatkara îdarî”

Feylesofê Amerîkî herî dawî dîsa bang li kurdan kiriye û gotiye, “Ger we derfet dît, bi dest bixin û bi kar bînin.”*****

Helbet mirov li ku derê cîhanê be jî, li gora mafên heyî divê vê daxwazê bi awayekî fermî arasteyî berpirsiyaran bike û heta bersiveke erênî li dû daxwaza xwe bisekine. Li bakurê Kurdistanê mafên kurdan ên bi vî awayî rexmî dewletê jî hene û divê ev mekanîzma demildest were xebitandin. Nexwe, em ê weke civakeke nexweş heta tunebûnê vê karesatê bijîn.

*Frantz Fanon, Cuhêliyên Cîhanê

**Celadet Alî Bedirxan

***Carl Gustav Jung

****Abdullah Ocalan, Parêznameya pêncemîn, cilda yekemîn

*****Noam Chomsky