28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ranta navê ‘Erdogan’

Felemez Ulug
Felemez Ulug
Xweşkanî

Deshilata AKP’ê li seranserî Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi derfetên dewletê xwe bi rêxistin dike. Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û malbata wî jî bi van derfetan hebûna xwe bi rêxistin dike

Malbata Erdogan beriya niha gelek caran bi kiryarên derqanûnî yên Weqfa Ciwanan a Tirkiyeyê (TURGEV) û Weqfa Ensar hatin rojevê raya giştî. Ev jî dide diyarkirin ku di bin navê cuda de malbata Erdogan di qadên cuda yên civakê de bi rêxistin dike. Herî dawî çendek berê daîreya ragihandinê ya serokkomariyê ragihand ku malbatê li bajarê Stenbolê bi navê Recep Tayyîp Erdogan weqfek vekiriye. Di rêvebiriya vê weqfê de jî zarokên Erdogan, parlementer, şaredar, parêzer û kesên nêzî malbatê cih digirin. Di daxuyaniya ku hat gotin ku mal û milkê weqfê 120 hezar lîreyê Tirkiyê ye. Em ji bîr nekin ku Erodogan jî dema hatibû ser hikum digot “ji derveyî hingulîska di tiliya min de tiştekî min nîn e.” Lê îro bi dizî talan û şelandinê yek ji kesên herî dewlemend e.

Erdogan di hilbijartinên heremî yên 27’ê Adara 1994’an de bû Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Bi riya weqf û saziyan rêxistinbûna malbata Erdogan ji wê demê tê. Di wê demê de gelek malbatên ku xwedî nerîna Mîlî Goruşê bûn xwe nêzî Erdogan kirin. Yek ji wan jî malbata Bayraktar bû. Edogan Bayraktar pêşengiya hin kesên bi alîgiriya Tayyîp Erdogan tên naskirin ve di sala 1996’an de Weqfa TUGVA ava kirin. Piştî salên 2000’an û şûn ve bi desthilata AKP’ê û Erdogan re ev weqfa ku hatî avakirin li gelek navendên Tirkiyê xwe bi rêxistin kir.

Weqfa pişaftinê

Li bakurê Kurdistanê bi riya weqfa TUGVA ji bo di nava civake de bi taybet jî ji bo asîmîlasona ciwana medrese hatin vekirin. Bi destê vê weqfê li herêmê gelek kesên dewşirmê hatin rêxistinkirin û di bin navê oldariyê de bi dînamîkên civakê hate leyîstin. Ev weqfa ku xwe di nava civak û saziyên dewletê de birêxistin kiriye îro li gelamperiya Tirkiyê xwedî rêxistineke xurt e. Di hilbilbijartinên 14 û 28’ê Gulanê de jî ji bo propagandaya deshilata AKP-MHP’ê vê weqfê xebateke aktîf da meşandin. Ev jî dide diyarkirin ku deshilata Erdogan ji bo van weqfên wisa çiqas girîng e. Lewma ji bo hebûna xwe bidomînin pêwîstiya wan bi vê deshilatiyê heye.

Deshilata ku êdî di şexsê Tayyîp Erdogan de tê îfadekirin ji bo gelek aliyan bûye deriyê rantê. Terîqat, komele û weqfên ku bi dînamîkên civakê dilîzin bi vê deshilatê hebûna xwe li ser civakê ferz dikin. Ev sazî û rêxistin jî di çarçoveya berjewendiyên xwe de bi saziyên dewletê yên mîna îstixbaratê re kar dikin. Bi taybet li bakurê Kurditanê bi destê van terîqat û weqfan li dijî civakê gelek kiryarên xirab hatin ferzkirin. Dewlemendiyên sererd û binerd talan kirin.

Malbata Bayraktar

Tayyîp Erdogan ku êdî ji bo gelek aliyan bûye fîgurekî deshilatdariyê û rantê, li ser navê wî sazî, muze, stadyûm, park, nexweşxane û zanîngeh hatin avakirin. Bi vî awayî di civakê de xwestin bêjin ku bêyî Erdogan tiştek çênabe. Bi taybet aliyên sermayedar hebûna deshilatadariya Tayyîp Erdogan ji bo xwe baş bi kar anîn. Di vê mijare de Erdogan Bayraktar gaveke din pêş ve çû û bi zewaca kurê xwe û keça Erdogan ve xwe kir xizmê malbatê. Bi saya vê zewacê Erdogan Bayraktar kete nava malbata Erdogan.

Wisa diyar e ku aliyên ku di bin serokatiya Erdogan de kom bûne li ser hesabên mezin kar dikin. Bi taybet beriya hilbijartinên xwecihî yên ku wê di sala 2024’an pêk bên de hesabên berfireh têne kirin. Deshilata AKP-MHP’ê ji bo li bajarê mezin ên mîna Stenbol, Enqere û Îzmîrê serkeftinê bi dest bixe girîngiyek mezin dide van weqf û saziyên ku ava kiriye. Hevalbend û xizmên mabata Erdogan jî ji bo ji vê ranta ku bi destê şaredariya tê bidestxistin para xwe bigirin di nava pêşbaziyek mezin de ne. Ji niha ve her kesê li gorî vê hesabê tevdigere û xwe li ber dilê deshilata faşîst a AKP-MHP’ê xweş dike.

Bi burokratan planan dike

Ev deshilata ku xwe li ser nirxên gel ferz dike ji bo di hilbijartinên xwecîhî serkeftî be ji niha ve dest avêtiye saziyên dewletê. Çawa ku me got bi riya sazî û weqfa xwe di nava civakê û aliyên sermayedar de bi rêxistin dike, bi destê burokratên dewletê jî di nava plangeriyê de ye.

Ji bo xwe bigihînin van aliyan û hin derdorên cuda ev demek bû li ser vekirina Weqfa Recep Tayyîp Erdogan kar dikir. Piştî di hilbijartinê de serokkomariya Erdogan hat erêkirin û şûn ve yekser damezrandina vê weqfê ragihandin. Bi vê weqfa ku navenda wê bajarê Tirkiyeyê yê herî mezin û xwedî statuye diyar  e wê di nava aliyên cuda de jî rêxistinbûyina xwe xurt bikin.

Muxalîf kurd in

Ji bo vê jî navê Erdogan ku buye çavkaniya rantê ji bo xwe bi kar tînin. Lê divê bê zanîn ku metirsî heye di bin navê Weqfa Recep Tayyîp Erdogan de berhemên dîrokî yên Komara Tirkiyeyê jî bidizin. Em ji bîr nekin ku ev kesên ku îro li dora deshilatiya Erdogan kombûne hemû ji kevneşopiyek talanker pêk tên. Deshilata ku êdî veguheriye çavkaniya rantê ji bo van kesan jî bûye hêza herî mezin.

Divê hêzên demokratîk û komeleyên civakî li himberî van rêxistinbûyînên bi dîmanîkên civakê dilîzin xwedî helwest bin. Bê guman ji bo vê jî pêwîstî hêzeke hevgirtî û xurt a muxalefetê heye. Mixabin deshilata AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê muxalefet jî nehişt. Di roja me ya îroyîn de hêza herî xurt a li dijî vê siyaseta talanê û diziyê muxalîf kurd û aliyên demokratîk in. Ji ber vê yekê di hedefa dewleta tirk de ev hêz hene. Bi sazî û weqfên ku di bin navê cuda de vekirinê hewl didin vê hêza civakî  reş bikin.