5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Çandîkirin û etnîzekirina dijminatiya li hemberî jinan

Hemî hişmendiyên xwe yên kirêt di kesayeta Huda-Parê de ji nû ve şîrove dikin û dixwazin bi saya Huda-Parê destê xwe jê bişon

Çandîkirina şîdeta li ser jinê yek ji çewtkirineke bingehîn a cîhana rojavayî ye. Çandîkirina şîdeta li ser jinê tê wateya girêdana şîdeta li ser jinê bi çandekê re. Li gorî vê hişmendiyê tê îdîakirin ku jin ji hêla beşeke ji mêran ve leqayî şîdetê tên, û ev mêr ji ber ku (qaşo) çanda wan vê destûrê dide wan, şîdeta li ser jînê normal dibînîn û lewre jî bindestbuyîna jinê di nava van çandan de wekî tiştekî “asayî” dinirxînin. Ev nêzikatî şîdeta li ser jinê wek fenomeneke gerdûnî û baviksalarî nabînê, tenê pirsgirêkeke mêrên ji heremekê û ji çandekê dibîne û di vê çarçoveyê de jî jinên wê heremê û wê çandê wek qurbaniyan dinirxîne. Dema mirov vê baweriyê û îdiayê bişopîne, bêyî ku zêde bifikire awirên xwe li rojhilat an jî li başûrê cîhanê vedigerîne.

Li gorî vê zihniyetê “kuştina bin navê namûsê, sinetkirina jinan, îstîsmara jinan û zarokan, zewaca temenpiçûk, zewaca bi tecawizkar re û hwd.” çandên rojhilatî ne. Û wekî ku li rojavayê cihanê şîdeta li ser jinê bi heman awayî an jî bi awayên cuda nayê pratîzekirin, ev mijar tên egzotîzekirin. Li aliyê din şîdeta li ser jinê wek çandeke rojhilatî dîtin, şîdeta navxweyî yên rojavayiyan piştperde dike. Weke mînak dema kesekî rojhilatî jina xwe bikuje di nûçeyan de behsa “kuştina ji ber namûsê” tê kirin, lê dema kesekî rojavayî jina xwe bikuje dibêjin “buyereke têkiliyê”. Hemî îstatîstîk bi awayekî aşkere nîşan didin ku şîdeta li ser jinê li hemî deverên cihanê kêm zêde heye, heta ev yek bi pêşketina bayên rastgir, netewperest û nijadperest hîn zêdetir dibe. Têkiliyên navbera van têgehan û zayendperestiyê ne mijara vê nivîsê ye, lê dîsa jî pêwendiya wan bi “çandikirinê” re bi awayekî rasterast heye.

Di mijara çandîkirina şîdetê de pêyva “çandê” wek têgeheke rûniştî, neguherbar, girêdayî kokê, kevneşopî û zimanê tê pênasekirin. Ango wekî giravekê ku sînorê wî diyar, girtî û serbixwe. Lê ev têgeha çandê ya girêdayî kokê hîn xetereyan di nava xwe de dihewîne. Ji hêlekê ve mirovan bi awayê ’em’ û ‘ew’ ji hev diqetîne (ev cudakirin bingeha mêtîngeriyê ye) û ji hêla din ve cudahî û cîherengiya mirovan a ji heman jêderê jî paşguh dike.

Pirî caran cudahiyên “çandî” di mînakên derî-rojava de (rojhilat, Afrîka, Asya) bi awayî neyînî tên destgirtin. Rojavayî pêşketîbûna xwe û newekheviyê bi çanda “şîdeta li ser jinê û bi şûndemayîna rojhilatiyan” pênase dikin. Netewperest û nijadperestên rojavayî li hemberî penaberan vê dikin hincet û dixwazin sînorên xwe ji penaberên rojhilatî re bigirin. “Çandîkirin” meydanê ji nijadperestiyê û netewperestiyê re fireh dike.

Mijareke girêdayî vê, lê di mînaka civaka kurdan de hîn taybetîtir dikare bê destgirtin jî etnîzekirina şîdeta li ser jinê ye. Ez dixwazim vê yekê di mînaka Huda-Parê ku bi ketina parlamentoya tirkan hemî balê kişand ser xwe vebikim. Piştî hevkariya Akp û Huda-Parê ji nişkav de rêzikname û nîqaşên Huda-Parê ketin rojeva medyaya civakî. Bi giranî gotinên wan ên derbarê jinan ketin rojevê. Ji carekê ve nêrîn û daxuyaniyên rêvebirên partiya Huda-Parê bûn manşet. Mijarên wan ên girêdayî serdestî û kontrola li ser beden û îradeya jinê  wekî ku heta neha li civaka Tirkiyê qet nebûbe pirsgirêk, jin û zarok heta neha nehatibin kuştin, tecawizkirin û tacîzkirin, ev yek yekser girêdayî Huda-Parê hatin nirxandin. Gorî min ev yek etnîzekirina dijminatiya li hemberî jinan nîşan dide. Etnîzekirin tê wateya pêvajoya ku mirov tê de ji ber eslê xwe, dirûvê xwe an jî şêwaza jiyana xwe di nava komekê etnîkî de bê destnîşankirin. Ev pênasekirin pirî caran ji hêla kesên derveyî vê komê ve tê kirin (der-pênase) û dîsa bi giranî bi taybetiyên neyînî tê kirin. Û ev pênasekirin xwedî hêz e, wek bêjara bi hêz xwe di nav nîqaşan de bi cîh dike. Girêdayî mijara şîdeta li ser jinê gotina serdest li Tirkiyê berê di çarçoveya “çandîkirinê” de dimeşiya. Wek mînak “kuştina ji ber namûsê”, “kuştina ji ber sedema toreyê” an jî “zewaca temen piçûk”, “qelend” û hwd. yekser bi çanda kurdan ve dihat girêdan û bi vî awayî bêjara “kurdên paşdemayî, nezan û cahil” û herweha, “jinên kurd ên bindest” dihat avakirin.

Di pêvajoya dawî de hem ji ber pêşketina dîrokî ya xwe-temsiliyeta kurdan û pêvajoya xwe-pênasekirinê ev bêjar bandora xwe hêdî hêdî wenda kir. Dîsa girêdayî bilindbûna pêlên rastgir, netewperest, nijadperest û kevneperest, rêjeya dijminatiya li hemberî jinan her ku çû li seranserê Tirkiyê bilindtir bû. Lê beramberî vê, şîdeta li ser jinê êdî ne veşartî bû, her ku çû aşkeretir û xuyatir bû. Di vê xuyakirinê de tekoşînên jinan û bilindbûna hişmendiyê roleke giring lîstin.

Neha pêla nijadperest dixwaze xwe ji vê teşhîrbûnê xelas bike û ji bo vê yekê jî serî li stratejiya xwe ya mêtînger a bingehîn dide. Bi (jinûve-)avakirina “yên derî me” balê ji ser xwe radike û sûcdarên derî xwe ava dike. Ê ku nizane, wê bêje qey li Tirkiyê heta neha jin nehatine kuştin, laşê wan nehatiye parçe parçe kirin, beton li ser wan ve nehatiye rijandin; Peymana Stenbolê nehatiye betalkirin, wezîra wan a malbatê tecawizkirina zarokan neparastiye, Di vê çarçoveyê de Huda-Par wek nîmet ket pêşiya wan. Hemî hişmendiyên xwe yên kirêt di kesayeta Huda-Parê de ji nû ve şîrove dikin û dixwazin bi saya Huda-Parê destê xwe jê bişon. Lê yê ku di kesayeta Huda-Parê de -ji hêla derî wan ve- jinûve tê pênasekirin kurdbûn e. Huda-Par jî bi her awayî vê zemînê ji wan re amade dike. Bila ew û Huda-Par li hev pîroz bin, lê nizanin ku êdî kurd (û jin) ji der-pênasekirinê re tu rê nahêlin.