17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dayîkên çalakger: Heta azadiyê em ê tebikoşin

Dayîkên ku dest bi çalakiya Nobeta Edaletê  kirine diyar kirin ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan neyê rakirin dê çalakiya wan jî bidome û wiha gotin: “Heta ku çareseriya Girava Îmraliyê pêk neyê em ê li pey doza xwe bin.”

Çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran a Med (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwarên re (TUHAY-DER), li avahiya HEDEP’ê ya navçeya Rêzan a Amedê di 5’ê kanûnê de, bi armanca Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan azad bibe dest pê kiribû, 5 roj in didome. Malbatên ku di çalakiye de cihê xwe digirin, li ser armanca çalakiyê axivîn.

Dayîka girtî Mahsûm Sarûhan, Sulhiye Sarûhan diyar kir ku sedema tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ewe ku rê li pêş çareseriya pirsgirêka kurd bigirin û got: “Mifteya çareseriyê li Îmraliyê ye. Dema tecrîd hebe çareserî nabe. Li ser me bixwe jî tecrîd heye. Heta ku em ji malê têne vir em xwe bi ewle nabînin. Niha em di bin dorpêçê de ne. Em 10-15 dayîk li vir nobeta edaletê digirin. Em azadî, aştî û edaletê dixwazin. Dewleta tirk her tim heq û hiqûqê me binpê dike. Sê sal in bi tu awayî agahî ji serok tune. Heta ku tecrîda li Îmraliyê bi dawî nebe û Rêberê me azad nebe, pirsgirêkên din çareser nabin. Em 4-5 sal berê dîsa li kolan bûn. Dema ku zarokên me di çalakiyê de bin, em nikarin rehet rûnên. Eger em vîna serok qebûl dikin, divê em li pey şopa wî bin.”

Sulhiye Sarûhan

Heq û hiqûqê binpê dikin

Sarûhan bi lêv kir ku ew sed sal in dibin zext û zordariya dewletan de ne û wiha pêde çû: “Em bang li kesên xwedî wijdan dikin ku beşdarî çalakiyan bibin. Îro çawa ku ji bo şerê li dijî Filistinê derdikevin kolanan, divê her kes li dijî tecrîdê û ji bo azadiya Serok bêtir derkevin kolanan. Divê li her derê heq û hiqûq bê parastin. Zarokên kurdan li pişt panzêran kaş dikin. Lê mixabin tu kes dengê xwe nake. Her roj bi çekên kîmyewî zarokên me qetil dikin. Cenazeyên zarokên me ji girtîgehan derdixin. Lê îro çima kes ji bo vê yekê dengê xwe nake. Kurê min 20 roj in li Girtîgeha Antalyayê di hucreya yek kesî de tê girtin. Îro girtiyên siyasî 30 salan di zindanê de tên girtin. Mînaka vê yekê li cîhanê tune ye.”

Nelirêtî pir zêde ne

Dayîka du girtiyan Şayde Hayme, jî anî ziman ku li çar aliyê cihanê gel ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan têdikoşe û wiha got: “Li Kurdistan û li gelek bajarên Tirkiyeyê kesên demokrat daxuyanî dan û gotin ‘hevdîtin mafê wî yê’. Lazim e parêzer biçin li Îmraliyê hevdîtinan bikin. 33 meh in bi tu awayî em agahiyê ji Serokê xwe nagirin. Gel heta niha her tişt ji bo serok kiriye. Divê ji niha û şûnde bêtir bikin. Di 18’ê mijdarê de partî û rêxistinên sivîl û civakî ji bo azadiya serok meşiyan Gemlikê. Li Gemlikê daxuyanî dan. Lê polîs bûn asteng û nehiştin girse bimeşe Gemlîkê. Gel ji bo deriye Gemlîkê vebe, ji bo malbat û parêzer karibin biçin Îmraliyê û ji bo azadiya fizîkî ya serokê xwe meşiyan Gemlîkê. Bi heman armancê herî dawî girtî jî ketin çalakiyê. Girtiyan piştî dest bi çalakiyan kirin, rayedarên girtîgehê girtî avêtin hucreyan.”

Şayde Hayme

Hayme, destnîşan kir ku îro tecrîd li derve jî didome û wiha got: “Zarokên me ji bo azadiya Kurdistanê û serok ketine girtîgehê. Em dixwazin êdî dil û kezeba tu dayikan neşewite. Ji bo vê yekê divê serokê me azad bibe. Ji ber vê yekê em îro nobetê digirin. Em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em bang li hemû kesan dikin ku berpirsiyariya xwe pêk bînin.