6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dr. Aydin Şîrîn: Biryar hişmendiya qeyûmê ye

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Aydin Şîrîn, biryara dadgehê ya der barê endamên Konseya Navendî ya TTB’ê de got: “Biryar siyasî ye. Hişmendiya qeyûmê ye. Em ê her dem li dijî van pêkanînên dijdemokratîk têbikoşin.”

Endamê Konseya Navendî ya TTB’ê Dr. Aydin Şîrîn têkildarî ji peyvirgirtina endamên Konseya Navendî ya TTB’ê nirxandin kir. Dr. Aydin Şîrîn diyar kir ku biryar li dijî demokrasiyê ye û biryarek siyasî ye û wiha got: “Dadgehê bi vê biryarê nîşan da ku daraz bûye amûr. Vekirina dozê û biryara der barê endamên konseye de, di encama daxuyaniyên siyasî de pêk hatiye. Biryar bi fermana rayedarên siyasî hatiye dayîn. Di biryarê de hişmendiya qeyûmê heye. Lê ji ber xalên di zagonên me de, cudahî hene. “

‘Em li ser karê xwe ne’

Dr. Aydin Şîrîn, da zanîn ku ew li ser peyvira xwe ne û wiha axivî: “Em xebatên xwe li gorî ku me bi plan kiriye dimeşînin. Pêvajoya hiquqî didome. Odeyên me yên tabîban, li her bajarî daxuyaniyan dide çapemeniyê û nobetê digirin. Di van nobetan de hekîm, kedkarên tenduristiyê û nûnerên rêxistinên civakî tên cem hev. Piştevaniyê xurt drikin.”

Rêxistinên navneteweyî biryar şaş dîtin

Dr. Şîrîn, anî ziman ku duh wekî Yekîtiya Tabîban a Cîhanê û Komîteya Daîmî ya Hekîman a Ewropayê, gelek saziyên tenduristiyê daxuyanî dan û wiha lê zêde kir: “Van saziyan diyar kirin ku biryar nerast e. Em ê li gel rexistinên ked û demokrasiyê her dem li dijî van pêkanînên dijdemokratîk her dem rawestin û têkoşîna xwe her dem berdewam bikin.”

Çi bû bû?

Danişîna biryardayîna ya ji bo wergirtina ji wezîfeyê ya endamên Konseya Navanedî ya Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) hat vekirin, li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 31’ê ya Enqereyê pêk hat.

Heyeta dadgehê piştî navberê biryara xwe eşkere kir. Heyeta dadgehê biryar da ku dawî li wezîfeya endamên Konseya Navendî ya TTB’ê bê. Dîsa biryar da ku di mehekê de hilbijartinên nû bên çêkirin û di kongreya mezin de şandeyeke ji 5 kesan pêkhatî bê peywirdarkirin.

Heyeta dadgehê biryar da ku ji endamên kongreyê Bahadir Ozturk, Mûstafa Sezaî Demîrel, Mûhammed Çagatay Engîn, Omer Fazil Çadir, Fazil Necdet Ardiç bên peywirdarkirin.

Navê endamên ji wezîfeyê hatin girtin jî ev in: “Seroka Konseya Navendî ya TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê Duyem ê TTB’ê Alî Îhsan Okten, Sekreterê Giştî Vedat Bûlût, endam Nûrsel Şahîn, Onûr Nacî Karahanci, Kazim Dogan Erogûllari, Alîcan Bahadir, Ahmet Karer Yûrtdaş, Adalet Çibik, Aydin Şîrîn û Lutfî Tiyeklî.”