9 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Seroka EFA’yê De Lacalle: Abdullah Ocalan ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe

Seroka Yekîtiya Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez De Lacelle, diyar kir Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan weke rêberekî ji bo azadiya gelê xwe têdikoşe pênase kir û xwest demildest Ocalan azad bibe.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 33 meh in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtin bike. Bi tu awayî nikare agahiyê ji derve bistîne. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di qada navneteweyî de çalakî tên lidarxistin. Bi sedan rêxistinên civakî li 74 navendên cîhanê di 10’ê cotmehê de pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dan destpêkirin. Ev pêngav belav dibe û didome. Seroka Yekîtiya Azad a Ewropayê (EFA) Lorena Lopez de Lacalle têkildarî çalakiyên ji bo azadiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji nûçegîhanê ANF’ê Serkan Demîrel re axivî. Lopez de Lacalle diyar kir ku divê dewleta tirk bi Kurdan re vegere pêvajoya nîqaşê.

Tirkiye qanûnên navne

Seroka Yekîtiya Azadiyê ya Ewropayê Lorena Lopez de Lacelle anî ziman ku şertên tecrîdê yên li ser Abdullah Ocalan binpêkirin û înkarkirina hiqûqa navneteweyî ye û wiha got: “Dewleta tirk qanûnên navneteweyî binpê dike. Lopez de Lacalle bal kişand ser wê yekê ku ne tenê li derveyî girtîgehê, li girtîgehê jî divê mafên mirovan bên şopandin û wiha got: “Tecrîda li ser Abdullah Ocalan tê wateya cezakirina malbata wî û gelê kurd.”

 ‘Bi Abdullah Ocalan re niqaşiyê pêş bixin’

Lopez de Lacalle bal kişand bi ser girîngiya paradîgmaya konfederalîzma demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha pê de çû: “Abdullah Ocalan ev demeke dirêj e konfederalîzma demokratîk qebûl kiriye û bi vî rengî  ji bo hebûna gelê kurd li rêyên demokratîk geriya ye. Şert û mercên tecrîdê yên îro tê de ye qet nayên qebûlkirin. Em bi tevahî li dijî vê tecrîdê ne.”

Lopez de Lacalle diyar kir ku divê pirsgirêka kurd bi nîqaşên bi pêşengiya Abdullah Ocalan bê çareserkirin û wiha pêde çû: “Heke  pêvajoyek aştiyê pêk were divê Abdullah Ocalan di hemû nîqaşan de cih bigire û jî beşdarî vê pêvajoyê bibe. Erdogan vê bixweze jî nexwaze jî rewş eşkere ye. Ji ber vê yekê çareseriya pirsgirêka kurd bi diyalog û nîqaşê pêkan e ku divê Abdullah Ocalan tê de cih bigire.”

 ‘Abdullah Ocalan gelê xwe diparêze’

Lopez de Lacalle destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan weke “rêberekî karîzmatîk e ku bi dehan salan e ji bo gelê kurd di çareseriya siyasî ya demokratîk de israr kiriye” û divê helwesta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo çareseriya pirsgirêka kurd bê qebûlkirin. Lopez de Lacalle xwest Ewropa nekeve ber şantajên şerên îro diqewimin û wiha pêde çû: “Ev rastiyek e ku em ji ber êrîşên li Filistîn û Îsraîl bi tevahî windakirina mirovahiyê dijîn. Ji ber ku em gav neavêjin û pirsgirêkan çareser nekin wê şer digihêjin vê astê. Ji ber ku me di wextê xwe de ji bo Kurdistanê, gelê Sahra û Filistînê tiştek nekir, îro ev şer hatin vê astê. Em naxwazin tundî li her derê zêde bibe. Em di wê baweriyê de ne ku ji bo aştî û demokrasiyê li cîhanê rê li ber diyalog û nîqaşan bê vekirin. Di vê wateyê de em bangên Abdullah Ocalan ên ji bo aştî û diyalogê pir erênî dibînin.”

 ‘Ewropa durû ye’

Lopez de Lacalle bêdengiya Ewropayê ya li hemberî şerê dewleta tirk li Kurdistanê bi taybet li Rojava dimeşîne jî rexne kir û wiha domand: “Ev helwesta Ewropayê durûtî ye. Em vê durûtiya Ewropayê şermezar dikin. Eşkere ye ku êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava ne tenê binpêkirina mafên mirovan e, di heman demê de destwerdan û dagirkeriya li ser karên navxweyî yên welatekî ye.”

 ‘Tirkiye armanc dike Rojava tune bike’

Lopez de Lacalle da zanîn ku armanca bingehîn a êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava, tunekirina pergala li Rojava hatiye avakirin e û wiha dewam kir: “Rojava îspat kir ku li herêmê pergaleke siyasî ya demokratîk tê meşandin. Pergala li Rojava pergaleke siyasî ye ku xwe dispêre demokrasiya ji jêr ber bi jor ve û li hemberî rêya otokratîk a ku dîktator dixwazin bidomînin têdikoşin. Li ber xwe dide û demokrasiyê diafirîne. Armanca êrîşên dewleta Tirk tunekirina vê pêrgalê ye. Divê em tu carî hedefgirtina pergaleke wiha qebûl nekin.”

Lopez de Lacalle anî ziman ku peymanên ku Ewropayê bi Tirkiyeyê re li ser koçberan kirine nayên qebûlkirin û wiha bi dawî kir: “Ewropa demokrasiya xwe pir erzan difiroşe. Ji bo pêşî li hatina koçberan a Ewropayê bigire bi Tirkiyeyê re peymanên aborî çêdike. Di encama van peymanan de Ewropa li hemberî hemû binpêkirinên mafan ên Tirkiye û Erdogan li Rojava û li hundir dimeşîne bêdeng dimîne.”