spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Turan: Bila demildest malbat biçin Îmraliyê

Li Amedê 43 sazî û dezgehên sîvîl di çerçoveya 10-17’ê Kanunê Hefteya Mafên Mirovan de ji bo çarserkirina pirsgirêka kurd a bi rêya demokratîk bang kirin.

Endam û rêveberên ÎHD, OHD, TÎHV, Komeleya Rosa, Odeya Tabîban a Amedê û Baroya Amedê bi boneya hefteya Mafên Mirovan di bin barana zêde de meşiyan. Çalakvan ji Mêvanxaneya semta Ofîsa heta parka Koşûyolê meşiyan.  Komeleya 78’an, BDP, HEDEP, MEBYA-DER û gelek sazî û dezgehên sîvil jî beşdarî meşê bûn. Meşvanan pankarta ‘Daxuyaniya Gerdunî 75 salî ye, Aştî, bi mafên mirovan pêkan e’  hilgirtin û dirûşmên ‘Jin jiyan azadî’, ‘Heq, hiqûq, edalet’ berzkirin. Piştî meşê 43 sazî û dezgehên daxuyanî îmze kiribûn, li ber Biryardariya Mafê Mirovan a  daxuyanî dan. Seroka Odeya Tabîban a Amedê Elîf Tûran daxuyanî xwand.

Tûran diyar kir ku di dîroka Komarê ya sed salî de pirsgirêkên civakî bê çareserî hatin hiştin û wiha got: “Binpêkirinên mafên mirovan bi polîtîkayên ewlekariyê hatin asayîkirin û nirxên demokratîk hatin paşguhkirin. Bi pêvajoya şer a ku di sala 2015’an de dest pê kir, pêkanînên antîdemokratîk zêde bûn, bi taybetî piştî pêvajoya diyalog û muzakereyê ya ku di sala 2012’an de ji bo çareseriya aştiyane ya pirsgirêka kurd piştî binpêkirinên mafên mirovan ên giran ên salên 90’î bi dawî bû. Bi rewşa Awarte re ku piştî hewldana derbeyê ya 15ê Tîrmehê hat ragihandin, qada maf û azadiyên bingehîn teng bû û qanûn ji holê rabû. Di vê heyamê de mafê civîn, meş, rêxistinbuyînkirin û îfadekirinê li herêmê û hemû welat bi temamî hat rakirin. Di vê çarçoveyê de gelek siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan û welatî bi awayekî derqanûnî hatin binçavkirin, girtin û cezayên giran li wan hat birîn.”

‘Sedema binpêkirinên mafan’

Tûran anî ziman ku sedema herî girîng a binpêkirinên mafên mirovan ên li Tirkiyeyê rûbirûbûna pirsgirêkên civakî û israrkirina di xitimandinê de ye û wiha got: “Israra di neçareserkirina  pirsgirêka kurd de, bi polîtîkayên ewlekariyê û tundiye dibe sedem ku binpêkirina mafên mirovan zêde bibin. Bi zêdekirina polîtîkayên ewlekariyê û zêdekirina operasyonan, her roj mirov tên kuştin. Helbet pêşîgirtina van windahiyan berpirsiyariya dewletê ye.Pêvajoya radestkirina cenazeyên kesên ku di van salên dawîn de di şerên li herêmê de jiyana xwe ji dest dane ji bo malbatên wan tê dirêjkirin û awayê radestkirina cenazeyan bi îhmalkirina hiqûq û wijdan û mafê hurmetkirina miriyan û mafê definkirinê. Bi awayekî aşkere tê binpêkirin.”

Tecrîd li dijî peymanên netewiye

Tûran da zanîn ku binpêkirinên mafan, bi taybetî jî tecrîda li girtîgehan, li dijî Rêgezên Mandela yên Neteweyên Yekbûyî, pêşniyarên CPT û Qanûna Înfazê ya bi hejmara 5275’an e û wiha domand: “Kiryarên şexsî yên li girtîgehan bi têgihiştina mafên mirovan û hiqûqa mirovahiyê re li hev nayên. Em diyar dikin ku tecrîd li dijî peymanên neteweyî û navneteweyî ye. Em bang dikin ku di zûtirîn demê de ev pêkanînên dijhiqûqî bên rawestandin.  Abdullah Ocalan, Veysî Aktaş, Omer Hayrî Konar û Hamîlî Yildirim ên di Girtîgeha Girava Îmraliyê de ne, demildest hem ji parêzer û hem jî bi malbatên xwe re hevdîtin pêk bînin.”

Erka xwe bicih bînin’

Tûran vi van gotina dawî li axaftin xwe anî: “Vekişîna Tirkiyê ji Peymana Stenbolê ya ku jinan li dijî tundiyê diparêze, rewşeke nayê qebûlkirinê ye û divê di zûtirîn dem de ev biryarbê betal kirin.Ti norm û kevneşopiyeke civakî nikare tundiya li ser jinê rewa bike. Kuştina jinan û li ser jinan bi hêza dewletê dikare bê astengkirin. Divê desthilatdariya giştî di vî warî de berpirsyariya xwe bi cih bîne. Bang li hemû welatên bi taybetî Tirkiye yên ku di Danezana Gerdûnî ya Neteweyên Yekbûyî de cih digirin, dikin ku di bin her şert û mercî de, bêyî cudahiya ziman, ol, nijad, netew, zayend, etnîkî û cudahiyên çandî, erkên xwe yên peymanê bi cih bînin.”