28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Xizmên windayan û ÎHD li aqûbeta Esenboga pirsî

Xizmên windayan û Şaxa ÎHD’ê ya Amedê di çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” a vê hefteyê de li aqûbeta Hasan Esenbogayê ku dibinçavan de hat windakirin pirsîn.

Xizmên windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Amedê di hefteya 774’an de çalakiya “Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin” li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya navçeya Rezan a Amedê li dar xistin. Di daxuyaniyê de wêneryên winda hatin hildan. Xizmên windayan û rêveberên ÎHD’a Amedê vê heftê li aqûbeta Hasan Esenbogayê ku di 25’ê Kanuna 1994’an de li navçeya li navçeya Cizîrê ya Şirnaxê di binçavan de hatibû windakirin, pirsîn. Gelek partî sazî û dezgehên sîvil tevlî daxûyaniyê bûn. Çiroka winda ji aliyê endama ÎHD’a şaxê Amedê Berfîn Elçî ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de Serokê Baroya Amedê Nahît Eren axivî. Eren diyar kir ku ji bo çareseriya pirsgirêka kurd a li vî welatî bedelê herî giran di salên 1990’î de hatiye dayîn û wiha got: “Di salên 90’î de gel bi darê zorê ji malên wan derxistin û qetil kirin û cenazeyên wan avêtin nav avên çeman. An jî bi dizî, bêyî ku malbat bên agahdarkirin, hatin definkirin. Tevî ku 40 sal derbas bûne jî, niha jî aqûbeta van nayê zanîn û tê pirskirin. Lê rayedar agahî nadin malbatan. Ev yek dem bi dem di dosyayên dozê de jî xuya dike. Mixabin ji ber ku qurbanî kurd in, yek lêpirsîn û daneşîn nayê kirin.. Ev doz yek bi yek bi polîtîkaya klasîk a bêcezakirinê û feraseta qedexekirinê hatin girtin. An jî bi beraetê bi dawî bû. Em weke parêzvanên mafan diyar dikin ku em li cem xizmên windayan in. Em careke din mafên wan ên herî bingehîn, mafê definkirinê û mafê gihandina gorên xizmên xwe bi bîr tînin. “Eger bi pirsgirêkên xwe yên civakî re rû bi rû nemînin, em nikarin pêşerojeke saxlem ava bikin.”
Serpêhatiya çîroka wînda wihaye:
Di destpêka sala 1994’an de gundê Bênat ê ku cerdevaniyê qebûl nekir ji aliyê leşkeran ve hat şewitandin. Gundî bêyî ku eşyayên xwe kom bikin ji malên xwe derxistin, leşkeran her der toza zer rijandin û tevahiya gund şewitandin. Piştî vê yekê malbata Esenboga li gundê Findiklî bi cih bû, lê cerdevaniyê berdewam kir. Ji ber ku nexwestin bibin cerdevan leşkeran bi hinceta ku alîkariya rêxistinê dikin binçavkirina ciwanên gund dewam kirin.
Carekedin tu agahî nagirin
Di 13’ê Tebaxa 1994’an de leşkerên Qereqola Cendirmeyan a Herêma Findikê li gund çalakiyek pêk anîn û li hemû malan lêgerîn kirin. Piştre kekê Hasan Esenboga, Bahrî Esenboga jî di nav de Îlhan Îbak, Ahmet Ozdemîr, Fîkrî Şen, Ahmet Ozer binçav kirin. Ji van şeş kesan tenê Mehmet Dayan piştî mehekê hat berdan, ji yên mayîn careke din agahî nehat girtin.Hasan Esenboga difikirî ku binçavkirina kekê wî û her çar gundiyan ji bo pereyan bû. Ji bo ku aqûbeta kekê xwe bizanibe gelek hewl da. Çar meh piştî windakirina Bahrî Esenboga û çar gundiyan a bi darê zorê di 25’ê Kanûna 1994’an de Hasan Esenboga ji bo ji heywanên xwe re kayê bistîne çû Cizîrê û careke din venegeriya. Kesên ku dîtin li kolana herî qelebalix ên Cizîrê Esenboga li wesayîta spî siwarkirin ji tirsa nexwastin îfade bidin.Cenazeyê Esenboga piştî 4 rojan ji aliyê gundiyan ve li erdeke vala ya li ser rêya Cizîr-Hezexê hate dîtin. Hevsera wî serî li dozgeriyê da, lê bê encam man. Tevî hemû hewldanên malbata Esenboga jî di pêvajoya hiqûqî de ti pêşketin çênebû.

Em weke parêzvanên mafên mirovan û gelê Şemiyê ji bo berpirsyarî û eşkerekirina rastiya sûcê windakirina di girtîgehê de ku weke polîtîkaya dewletê li van xakan tê meşandin, têdikoşin.

Daxuyanî bi çalakiya runiştinê bi dawî bû.