6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Konferansa EUTCC’ê: Abdullah Ocalan serbest berdin

Encamnameya Konferansa EUTCC’ê encamname aşkere kir. Di encamnameyê de bal kişandina ser berpirsyariya YE’yê ya Peymana Lozanê û xwestin ku Abdullah Ocalan were berdan.

Encamnameya 18’emîn Konferansa Kurdan hate eşkerekirin ku li Parlamentoya Ewropayê ya li paytexta Belçîka Brukselê hate lidarxistin. Di encannameyê de bal kişandina ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û xwestin ku li dijî tecrîdê tedbîrên ku çavkaniya xwe ji peymanên Konseya Ewropayê (KE) û Yekîtiya Ewropayê (YE) digirin, bêne girtin.

Encamnameya ku bi “Biryara Dawî ya 18’emîn Konferansa EUTCC” hatî eşkerekirin, bi vî rengî ye:

Konferansa navneteweyî ya salane ya derbarê YE’yê, Tirkiye, Rojhilata Navîn û Kurdan bi malûvaniya Koma Çep (The Left) Tifaqa Azadiyê ya Keskan-Ewropa (the Greens-European Free Alliance -GREENS/EFA), bi hevkariya komên Tifaqa Pêşverû ya Sosyalîst û Demokratan (the Groups of the Free Alliance of Socialists and Democrats- S&D) û Enstîtuya Kurd a Brukselê, Komîsyona Sivîl a Tirkiyeyê ya YE’yê (the EU Turkey Civic Commission -EUTCC) hat lidarxistin. Konferans 6-7’ê Kanûna 2023’an li Parlamentoya Ewropayê ya li Brukselê bi serketî hate lidarxistin.

Li Tirkiyeyê mîlîtarîzm heye

Di sala 2023’an de Komara Tirkiyeyê ya ku salvegera 100’emîn a damezrandina xwe pîroz dike, bi hilbijartinên parlamento û serokkomariyê xeta mîlîtarîst û antîdemokratîk xurt kiriye û zêde kiriye. Mîna berê Kurd û herêmên Kurdan bi taybetî ji vê yekê bandor dibin. Êrîşên binçavkirinê ya li dijî siyasetmedarên Kurd kêm nabin. Fikar heye ku di hilbijartinên herêmî yên sala bê de, car din qeyûm li herêman Kurdan were tayînkirin.

Li dijî mirovahiyê sûc dikin

Hepsa hucreyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê navber dewam dike. Sê sal in hem Tirkiye hem jî saziyên navneteweyî (NY û DMME) nahêlin ku malbat û parêzerên wî serdana girtîgeha giravê bikin.

Ji dema ku AKP/Erdogan hatî ser desthilatdariyê û vir ve, şîdeta li ser esasê zayendî bi vekişîna welêt a ji Peymana Stenbolê gihişt lûtkeyê.

Polîtîkayên derve yên dewleta Tirk her roja ku derbas dibe, zêde dibin. Li dijî mirovahiyê sûc dike û hiqûqa navneteweyî binpê dike. Ji destpêka meha Cotmehê û vir ve êrîşên hewayî yên li ser Bakurê Sûriyeyê zêde bûne û beşekî girîng ê binesaziyê hatiye tahrîpkirin. Êrîşên bi balafirên bê mirov ên hem li Bakurê Sûriyeyê û hem jî Herêma Kurdistanê ya Iraqê tên kirin, hema bibêje her roja ku diçe dibe sedemê mirina sivîlan. Ev êrîş û bi taybetî piştevaniya çalak a ji komên Îslamî û radîkal re, gefê li aştiya Rojhilata Navîn dixwe, bêaramiyê kûr dike û demografiyê diguhere.

Li ber ronahiya van hemû geşedanan, yek ji meseleyên esas ên Tirkiye û Rojhilata Navîn çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd e.

Abdullah Ocalan serbest berdin

Ji ber vê yekê Konferansa EUTCC’yê daxwaziya van yekan dike:

* Divê Yekîtiya Ewropayê berpirsyariyên xwe yên Peymana Lozanê berçav bigire û li gorî daxwazên rapora Tirkiyeyê ya  Parlamentoya Ewropayê tev bigere.

*Divê demildest rapora serdana dawî ya CPT’yê ya Îlona 2022’an ya ji bo Îmraliyê bê weşandin. CPT zextê li Tirkiyeyê bike ku tecrîda li dijî tehûda wê were rakirin.

* Konseya Ewropayê divê pêşî li ber hemû binpêkirinên Tirkiyeyê yên li ser  biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, bigire.

*Divê tavilê binçavkirina Abdullah Ocalan were bidawîkirin û di çarçoveya qanûna “Mafê Hêviyê” de were berdan. Em li vir  qala kampanyaya ji bo azadiya Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd dikin ku kampanya di meha Cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin û ev yek ji bo Tirkiye û Rojhilata Navîn şansekî demokrasî û aştiyê ye û divê di qada navneteweyî jî cih bigire.

* Em weke Konferansa EUTCC’yê bi biryara dayîna Xelata Aştiyê ya Sakharov a Parlamentoya Ewropayê ya ji jina Kurd Jîna Emîniyê re ku ew sembol û têkoşîna dirûşma Jin, Jiyan, Azadiyê ye, kêfxweş in  û piştgiriya xwe ya bi tekoşîna jinên Kurd re tînin ziman.