Meclisa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) dema duh daxuyanî dan, polîsan nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral a nûçe dişopand û xebatkara Kovara Modernîteya Demokratîk Sema Korkmaz û endama Meclisa Ciwanan Edanûr Aydogdû bi derbkirinê binçav kirin. Kesên hatine binçavkirin piştî kontrolên tenduristiyê birin Midûriyeta Polîsan a Stenbolê. Piştî îfadeyê Korkmaz û Aydogdû hatin berdan û Toral bi îdiaya “Li Dijî Qanûna Civîn û Xwepêşandanan a Hejmar 2911’an li ber xwe dan” sewqî edliyeyê kirin. Toral îro sewqî Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê kirin. Toral destnîşan kir ku polîsan îşkence li wê kiriye û ji nexweşxaneyê rapora derbkirinê stendiye. Toral piştî îfadeyê, bi şertê kontrola edlî serbest berdan.