19 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Kurdistanî li Zurîhê ji bo azadiya Abdullah Ocalan daketin qadan

Kurdistaniyan li bajarê Zurîh ê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku di 10’ê Cotmehê de li seranserê cîhanê hate destpêkirin, meşek li dar xistin.

Kurdistanî bi pêşengiya Yekîtiya Jinên Kurd a Swîsreyê (YJK-S) li Turbinenplatzê li hev civiyan û beriya dest bi meşê bikin ji bo şehîdên Têkoşîna Azadiya Kurdistanê deqeyek rêz girtin. Li ser navê komîteya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” Hevseroka Konseya Kurd a Demokratîk (CDK-S) a Swîsreyê Selma Surer li qada çalakiyê axaftinek kir û pêngav silav kir. Selma bi bîr xist ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in di girtîgehê de ye û ev nêzî 3 sal in bi tecrîd û polîtîkayên êşkenceyê hewl tê dayîn îradeya Gelê Kurd bê şikandin û wiha got: “Bi serkeftina pêngava 10’ê Cotmehê re wê ev polîtîka jî têk biçin.”

Selma Surer anî ziman ku îro fikrên Abdullah Ocalan gihîştiye hemû gelên cîhanê û got ku hêzên emperyalîst ji bo berjewendiyên xwe li hemberî êşkenceya tecrîdê bêdeng dimînin.

Selma da zanîn ku ev berxwedan ne tenê berxwedana gelê Kurd e û wiha axivî: “Di serî de jinên Kurd û dayikên Kurd îro em ê weke gelê Kurd ê çar parçeyan li dora paradîgmaya ku Rêbertiya me afirandiye têkoşîna xwe bidomînin.”

Selma  destnîşan kir ku li Başûr, Bakur, Rojava, Rojhilat 4 parçeyên Kurdistanê û di zindanan de gelê kurd ji bo pêngava ku dostên Gelê Kurd di 10’ê cotmehê de dabûn destpêkirin bi ser bikeve li ber xwe didin û wiha axivî: “Heta ku Rêber Apo azad bibe, heta Kurd û Kurdistan azad bibe em ê ji têkoşîna xwe gavekê jî paşve navêjin. Em ê li dora paradîgmaya Rêbertiyê têkoşîna xwe bi biryardarî bidomînin.”

Piştî axaftina Selma girseya ku pankartên bi zimanê Elmanî “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî”, ”Kurdistanê biparêze” û posterên Abdullah Ocalan hildan, bi berzkirina dirûşman grevên birçîbûnê yên li girtîgehan silav kirin û dest bi meşê kirin.