26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DBP: Kuştina girtiyan qetlîam e

Partiyên siyasî û rêxistinên civakî, bi pêşengiya rêxistina DBP’ê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li ber deriyê Baroya Amedê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûnerên HDP, DBP, MEBYA- DER, TUHAY-DER, OHD, ÎHD û saziyên civakî tev li daxuyaniyê bûn.

Hevserokê rêxistina DBP’ê ya Amedê Hayretîn Altun jî anî ziman ku li gelek deveran li dijî tecrît û binpêkirinên mafan nobetên edaletê hatine destpêkirin û wiha got: “Ev lêgerîna edaletê her roja diçe zêdetir dibe. Ji Malbata Şenyaşar heyanî dayikên me yên girtiyên siyasî bi milyonan kurd di nava vê lêgerînê de ne. Em jî îro xwesteka xwe nû dikin û heya em bi dest bixin jî em ê di nava têkoşînê de bin.”

Hevseroka rêxistina DBP’ê ya Amedê Seval Gulmez jî bal kişand ser tecrîdê û wiha got: “Zext, tundî û tecrîda li girtîgehan girêdayî siyaseta bêkêr e. Ev darbeyek li dijî aştî, demokrastî û siyaseta kurd e. Kuştina Garîbe Gezer û girtiyên din qetlîam e. Ew nêzîkatiyên li Garîbe hatine kirin rewşa edaletê eşkere dike. Em li dijî vê bêdadiyê berteka xwe tînin ziman. Em ê hesabê vê yekê bipirsin. Em ê heya dawî li pişt malbatên xwe bin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Zindan” bi dawî bû