spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê Celadet Elî Bedirxan li Stenbolê bê bibîranîn

Saziyên kurdan dê li Stenbolê ji bo bîranîna Celadet Elî Bedirxan bername li dar bixin.

Ji bo bîranîna zimanzan, rojnameger-nivîskar û siyasetmedarê kurd Celadet Elî Bedirxan 26’ê nîsanê roja înê dê li Stenbolê şeva rêzgirtinê bê lidarxistin. Wê şeva rêzgirtinê li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey a li navçeya Şîşliyê ve bê lidarxistin. Şev ji aliyê Rojnameya Xwebûn, Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo, Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ya Stenbolê û Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (NÇM) ve bê lidarxistin. Tê payîn ku keça Celadet Elî Bedirxan Sînem Xan, neviyê wî Azad Bedirxan, helbestvan, nivîskar û akademîsyen Selîm Temo, nivîskar Firat Cewherî, helbestvan Berken Bereh, lîstikvanê şanoyê Omer Şahîn û gelek dengbêj beşdar bibin.

Ji mamosteyên Dibistana Muzîkê ya Egîdê Cimo Kemal Yildirim li ser wate û girîngiya şevê axivî û wiha got: “Amadekariyên me ên ji bo şevê 6 meh berê dest pê kirin. Dê ji çar parçeyên Kurdistan û Tirkiyeyê hunermend, wêjevan û nivîskar jî di nav de gelek kes beşdarî şevê bibin. Kesên ku dê beşdarî şevê bibin, wê li gorî qadên xwe hin beşên gotar, nivîs, helbest an pirtûkên Celadet Alî Bedirxan ragihînin. Bi gotineke din, em dixwazin reng û dengê Kurdistanê nîşan bidin.”

Ji bo beşdariyê bang li gelên li Stenbolê kir û got: “Şeva rêzgirtinê ya ku dê di 26’ê nîsanê saet di 19.00’an de li Salona Konserê ya Cemal Reşît Rey a Şîşliyê destpê bike, li benda her kesî ye. Em li bendê ne ku her kesê ku ji çand, ziman û awazên kurdî hez dike beşdarî şevê bibin.