2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê hezar û 600 parêzer li qadê bin

Partiyên siyasî xebatên xwe yên ji bo parastina sindoqên hilbijartinên 14'ê Gulanê didomînin. Baroya Îzmîrê ku heya niha bi sedan parêzer perwerde kirine, ji bo hilbijartinên 14'ê Gulanê amade ye.

Partiyên siyasî xebatên xwe yên ji bo parastina sindoqên hilbijartinên 14’ê Gulanê didomînin. Di vê çaçroveyê de Baroya Îzmîrê jî nêzî salekê ye di warê ewlehiya hilbijartinê de xebatên perwerdehiyê didomîne. Baroya Îzmîrê ku heya niha bi sedan parêzer perwerde kirine, ji bo hilbijartinên 14’ê Gulanê amade ye.

Ji Maseya Koordînasyon û Ewlehiya Hilbijartinê ya Baroya Îzmîrê Gamze Şîmşek têkildarî mijarê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

Şîmşek bilêv kir ku her hilbijartin girîng in û got: “Em hatine cihekî wisa ku ji hilbijartinê wêdetir, asta ku em hatinê girîngtir e. Hevpîşeyên me yên ku ji bo ewlehiya hilbijartinê dixebitin, rojnamevan, her kes bi awayekî neheq tê binçavkirin û girtin. Lewma ev hilbijartin pir girîng e.”

‘Mirov çi qasî dikare baweriyê bi YSK’ê bîne?’  

Şîmşek destnîşan kir ku serbixwebûna darazê tenê li ser kaxezê maye û wiha domand: “Hemû welatiyên di vê kuçeyê re diçin û tên jî dizanin. Ji lew re li vî welatî baweriya kesî bi edaletê nemaye. Li vî welatî gava lîstik dest pê dike, pîvanên listikê diguherin. Me ev yek di hilbijartinên borî de jî dît. Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK), piştî hilbijartinê dest pê kir biryara ‘dengên bê mohr derbasdar in’ da. Îjar mirov çi qasî dikare baweriyê bi YSK’ê bîne? Ev cihê nîqaşê ye. Lewma divê hiqûqnas jî vê hilbijartinê biparêzin.”

Şîmşek destnîşan kir ku ji bo ewlehiya hilbijartinê ji zû de ye dest bi xebatê kirine û wiha axivî: “Me ji hezîrana 2022’yan ve dest pê kiriye. Ji ber hilbijartineke ji nişkave me jî ji zû de dest bi amadekariyên xwe kir. Heya niha me 18 komên perwerdehiyê temam kirine. Perwerdehiyên me dê heya hefteya dawî ya hilbijartinê bidomin. Me ji bo hemû parêzerên xwe dixwazin li ser sindoqan bin bernameyên perwerdehiyê amade kirin. Ji ber ku me perwerdehiyên zû temam kirin, me pêwendî bi baroyên din re jî danîn. Em ji bo perwerdehiyê çûn baoriyên Tekirdag, Mûgla û Çanakkaleyê. Em ê biçin Isparta û Aydinê jî. Me hevdîtin bi baroyên li herêmên erdhejê re jî kir û me perwerdehiya online da. Gelek hevpîşeyên me tevlî perwerdehiyan bûn. Roja hilbijartinê dê pêwendiya me bi hemû baroyan re hebe.”

Wê li her dibistanekî parêzerek peywirdar be

Şîmşek ragihand ku nêzî hezar û 600 dibistan hene û got: “Em ê serê her dibistanekê parêzerekî peywirdar bikin. Hilbijêr gava bi pirsgirêkan re rû bi rû bimîne, bi rihetî dê karibe xwe bigihîne parêzeran. Em ê hejmara telefonan paşê belav bikin. Roja hilbijartinê em ê saet di 05.30’yî de dest bi kar bikin. Her wiha dê li navçeyan jî komên me yên mobîl hebin. Roja hilbijartinê em ê li her derê Îzmîrê bin.”