27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Siyasetmedar û rûspî: AKP`ê şer û wêran belav kir

Siyastmedar û rûspiyên eşîrên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêvî dikin ku ev hilbijertin bibin dawiya serdema xwîndar a desthilata AKP`ê ku şer û wêran belav kir.

Têkildarî hilbijatina 14’ê Gulanê, siyasetmedar û rûspiyên eşîrên kantona Qamişlo bang li şêniyên Bakurê Kurdistanê kir ku beşdarî sendîqeyên dengdayînê bibin, da ku rê li ber siyasetên qirkirinê bigirin ku AKP`ê dimeşîne.

‘Erdogan siyaseta Osmaniyan didomîne’

Sekreterê Partiya Roj a Demokratîk a Kurd li Sûriyeyê, Govan Kenho behsa siyasetên qirkirinê ku dewleta Tirk li dijî şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê dimeşîne, kir û got: “Erdogan siyaseta Osmaniyan a dagirkirinê didomîne û îro gelek deverên Rojava weke Efrîn û Serêkaniyê dagir kir. Hilbijartinên bê dê bibe derfetek ku hikumetê têk bibin.”

Kenho bang li welatiyên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kir ku baweriya wan pê heye ku ew dê beşdarî sendiqeyên dengsayînê bibin û bi ser kevin.

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Nûjen a Demokratîk Ibrahîm El Selac diyar kir ku hikumeta AKP`ê ji dem ku Tirkiyê kontrol kiriye û siyasetên desthilatdar û dîktator dimeşîne û şer belav dike.

El Selac bang li civaka Tirkiyeyê kir ku bibin yek û derfetê bi dest bixin ji bo ku hikumeta dîktator a Tirkiyeyê têk bibin û hikumeteke demokratîk ava bikin. Her wiha anî ziman ku Partiya Çepên Kesk partiya her guncaw a hêviyên gelê Tirk e.

Erdogan siyasetên şer didomîne

Şêxê eşîra El Sade Hiyaliyîn a Hesekê Elaudîn Bin Şêx Ehmed Bin Şêx Ebas balkişand ser metirsiyên biserketina AKP`ê di hilbijartinan de kir û got: “Ji bo civaka Tirkiyeyê û şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, biserketina Erdogan, karesatek e. Ji ber ku dê êrişên xwe yên li dijî dewletên cîran zêde bike û dê herêmên din dagir bike. Bi vî awayî siyasetên şer didomîne.”

Bin Şêx Ebas anî ziman ku girîng e gelê Tirk di van hilbijartinan de bibe yek û xwedî li hikumeteke demokratîk derkeve ku têkiliyên demokratîk bi dewletên cîran re ava bike.

Rûspiyê eşîra Kaska Mihemed Seîd Hesen Nayif bang li tevahî pêkhateyên civaka Tirk kir ku li hember siyasetên hikumeta AKP`ê bisekinin.

Nayif bang li şêniyan kir ku dengê xwe bidin Partiya Çepên Kesk û anî ziman ku ew nûnerê herî guncaw ê demokrasiyê ye û dikare guhartinên girîng di siyaseta Tirkiyeyê de çêbike û şer bi dawî bike.