10 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

HRW: Leşkerên Tirk li ser sînor xelkê sivîl qetil dikin!

HRW’ê di raporek xwe de eşkere kir ku leşkerên Tirk ên li ser sînoran mafên mirovan binpê dikin û da zanîn ku divê hikumeta Tirkiyeyê lêpirsînekê veke û li ser van kiryaran hesab ji nobedaran were xwestin.

HRW (Human Rights Watch) duh di raporeke xwe de eşekre kir ku leşkerên Tirk ên li ser sînor bi awayekî ketober guleyan li sûriyeyiyên li ser sînorê Sûriyeyê dibarînin, êşkenceyê lê dikin û kesên hewl didin derbasî Tirkiyeyê bin, tundiyê li dijî wan pêk tînin.

HRW’yê da zanîn ku divê hikumeta Tirkiyeyê lêpirsînekê veke û li ser van kiryaran hesab ji nobedaran were xwestin.

Gerînendeyê Ewropa û Asyaya Navîn ê HRW′ê Hugh Williamson got kiryarên ketober ên kuştina sûriyeyiyan parçeyek ji metoda hovane ku nobetdarên sînor ên Tirk pêk tînin û hikumet li hember wê nasekine yan jî lêpirsînê venake. Wê yekê jî ji 2015′an ve hişt bi sedan sûriyeyî werin kuştin.

Hêjayî gotinê ye ji destpêka 2023′yan ve Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) 12 rewşên qetilkirin û birîndariyê bi destê nobetdarên sînor ên Tirk tomar kirin.