spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Karkerên ku 1’ê Gulanê pêşwazî dikin dixwazin desthilat biguhere

1'ê Gulanê Cejna Karkeran, îsal li Tirkiye û Kurdistanê di atmosfera hilbijartinê de tê pêşwazîkirin.

1’ê Gulanê Cejna Karkeran, îsal li Tirkiye û Kurdistanê di atmosfera hilbijartinê de tê pêşwazîkirin. Karkerên Sîteya Pîşesaziyê ya Topçûlar 3’yê ya li navçeya Bayrampaşa ya Stenbolê têkildarî mijarê axivîn.

‘Her der toz û zengar e’

Karker Îlhan Ateş, diyar kir ku ji ewlehiya û tenduristiya kar bêpar in û got ku bi ser de jî heqê keda wan bi dest wan nakeve. Ateş got: “Şert û mercên xebatê pir giran in. Her der toz û zengar e. Zewicandî me û 5 zarokên min hene. Roja yekşemê destûra min e, lê ji ber ku meaşê min têra min nake ez wê rojê jî têm dixebitim. Meaşê kêm ancax têra kirê dike. Niha ji bo me 1’ê Gulanê tune ye. Em roja cejnan jî dixebitin. Di Cejna Remezanê de destûra min tenê rojekê bû.”

‘Divê êdî ev desthilat biguhere’

Karker Mehmet Sayan ku 10 sal in lî sîteya pîşesaziyê dixebite, bilêv kir ku nikare debara xwe bike. Sayan destnîşan kir ku li Tirkiyeyê tenê navê 1’ê Gulanê heye û wiha got: “Çendî cejna karkeran e jî, lê ev ji bo me ne derbasdar e. Em wekî ku haya me jê tune be em ê bixebitin. Em ber bi hilbijartinê ve diçin, divê êdî ev desthilat biguhere.”

Gunduz Karataş jî anî ziman ku dê roja 1’ê Gulanê bixebitin û got: “Navê cejna karkeran xweş e, lê ev ji bo kurdan ne derbasdar e. Ji lew re ji bo karkerên kurd cejn tune ye. Lewma 1’ê Gulanê ji bo me ne tu tişt e.”

Adem Beyaz jî bilêv kir ku 2 sal berê ji Agiriyê hatiye Stenbolê û got ku hevjîna wî jî dixebite, lê dîsa jî nikarin debara xwe bikin. Beyaz diyar kir ku ger tevlî 1’ê Gulanê bibin dê ji heqdesta wan bê birîn û got: “Gelek kes guh li derdê me dikin, lê kes fêm nake.”

Beyaz xwest ku piştî hilbijartinên 14’ê Gulanê pirsgirêkên karkeran bên çareserkirin.