12 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li Amedê pêşhilbijartin dubare bên kirin

Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ya DEM Partiyê bi civîna çapemeniyê diyar kir ku ji bo namzetiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê dê pêşhilbijartin dubare bên kirin.

Koordînasyona Hilbijartinê ya Navenda Amedê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî pêşhilbijartinên ku li Amedê hatin lidarxistin civîna çapemeniyê li dar xist. Daxuyanî li avahiya Têkiliya Navenda Giştî ya DBP’ê pêk hat. Hemû bernamzetên hevşaredarên bajarê mezin ê Amedê yên DEM partiyê amade bûn. Hevberdevka Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê Sultan Yaray bal kişand ser girîngiya demokrasiyê û got: “Barê ku me hilgirtiye ser milê xwe ne barekî sivik e. Tişta ku em û gel dixwazin ev e ku hilbijartinek adil pêk bê.” Piştre Hevberdevkê Koordînasyona Hilbijartinê yê Amedê Abbas Şahîn daxuyanî xwend û bi bîr xist ku gelê kurd dê di 31’ê Adara 2024’an de ji bo xwedîderketina li vîna xwe, jiyana demokratîk û azad wê hilbijartineke dîrokî pêk bîne û got: “Gelê Kurd wê di têkoşîna demokrasî û azadiyê de serketineke kamil bi dest bixe. Wê hem çavê hemû kurdan hem jî çavê hemû raya giştî ya cîhanê li Amedê be.”
Şanîn da zanîn ku nerazibûnên li hemberî kêmasiyên teknîkî yên ku hin ji wan ji raya giştî re hatin vegotin, têkildarî pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji aliyê Koordînasyona Hilbijartinê ya Amedê ve hatin nirxandin. Di çarçoveya vê nirxandinê de, ji bo ku îradeya gelê Amedê di pêşhilbijartinan de bi temamî û bi xurtî derkeve holê û ji gumanan dûr be, li hemû navçeyan pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê hatin betalkirin. Pêşhilbijartinên Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, ji bo ku kêmasî ji holê rabin û beşdariyeke herî xurt bê kirin, dê di 21’ê çileyê roja yekşemê de li hemû navçeyan wê dîsa weke tûra yekemîn bê kirin. Di vê çarçoveyê de, tûra yekem a pêşhilbijartinên navçeya Yenîşehîrê ku hatibû betalkirin, wê di 20’ê çileyê roja şemiyê bê kirin û 21’ê çileyê roja Yekşemê jî tûra duyemîn a hilbijartinên hevserokatiya navçeyan bê kirin.”