3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

PYD: Firyal Silêman Xalid dê di têkoşîna jinan de meşaleyek be

Meclisa Jinan a PYDˊê û Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya sûcê qetilkirina fermandar Zelal Zagros şermezar kir û got: “Dê şehîd Zelal Zagros di dîroka têkoşîna jinan de meşaleyek ronîdar be.”

Di çarçoveya bertekên şermezarkirinê yên qetilkirina Firyal Silêman Xalid (Zelal Zagros) li Kerkûkê de, Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) li pêş navenda xwe ya li taxa Kebabe ya li Hesekê bi beşdariya endamên meclisê û rêxistinên jinan daxuyaniyek da. Endama rêvebera meclisê Samiye Ehmed daxuyanî xwend û got: “Meclisa Jinan a PYDˊê van sûcên li dijî jinan bi taybet li dijî jinên çalakger ên siyasetmedar şermezar dikin. Hêzên li dijî projeya jinan disekinin jî şermezar dikin. Em ê tolê ji her kesên hewl didin nasnameya jinan biçewisînin hilînin û soza şopandina rêça şehîdan û parastina mîrasa wan da.”

Minbic

Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Minbicê li pêş avahiya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê bi beşdariya endamên meclisê, endamên rêveberiyê, komîte û saziyên girêdayî wê, meclisên sivîl ên kantonê, Meclisa Malbatên Şehîdan, Meclisa Jinan a Sûriyeyê û partiyên siyasî daxuyaniyek da. Berdevka Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya Ruweyde Hinêzil daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin hêza jinê rûyê rastîn ê hêzên destpot û hegemoniya desthilata baviksalariyê derxist holê, ji lew re ew hêz şerê jinan dikin û bi hemû rê û rêbazan hewl didin nasnameya jinan têk bibin. Di dawiya daxuyaniyê de hate gotin jinên Minbic û gundewarên wê vê sûca hovane li dijî jinê li ku derê dibe bila be şermezar dikin, şehîd Zelal bi rêya têkoşîna xwe ya 32 salan sembola jina têkoşer bû û dê di dîroka têkoşîna jinê de meşaleyek ronîdar be.

TJK-E: Êrîşa Kerkûkê li dijî rêxistinbûna jinê hate kirin

Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) qetilkirina siyasetmedara Feryal Xalid şermezar kir û diyar kir ku ev êrîş li dijî rêxistinbûna jinê hatiye kirin. TJK-E di berbarê qetilkitina siyasetmedara Feryal Xalid de  daxuyaniyek nivîskî weşend.

Daxuyanî wiha ye:

“Li Kerkûk/Başûr dîsa siyasetmedareke Kurd bi guleyan hate qetilkirin. Ev êrîş weke dewama sûîqastên din ên siyasî, ji aliyê dewleta Tirk û hêzên wê yên terorîst ve pêk hate. Ev yek ji encamên polîtîkayên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li hemberî Kurdan e. Qetilkirina Feryal Silêman Xalid êrîşeke mezin e ku li dijî îradeya hemû jinan, rêxistinbûn û hêza pêşeng a jinê ya di nava civakê de hatiye kirin. Erdogan û mutefîkên wî bi armanca dagirkiriyê ketin Başûr û dixwazin bi êrîşên faşîst tirsê ava bikin, Rêveberiya Xweser a Kurdistanê ku derfet daye Erdogan û mutefîkên wî li dijî gelê xwe xiyanetek mezin dike. Çawa beriya salekî Nagihan Akarsel li Silêmaniyê bi heman êrîşê hatibe qetilkirin, pir eşkere ye ku ti ferqa vê êrîşê jî nîne.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin: “Erdogan bi êrîşên li ser Rojava sûcê şer dike, qadên sivîlan bombebaran dike û ambar, depoyên avê, tesîsên elektrîk û enejiyê hedef digire. Ji bo têkbirina gelan, ji bo wan ji derfetan bêpar bihêle, hêrs û nefretê dixe dewrê û hewl dide aramiyê xirab bike. Lewma mirovan ji cihê wan dike û dixwaze li wir planên qirkirinê bixe dewrê. Lê gelê Rojava wê van planan vale derxîne, têkoşîna xwe geş bike û hîn zêdetir bersivê bide dijmin.

NY divê li dijî van sûcên şer wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Di heman demê de ji bo ku ev sûîqastên li her devera cîhanê li dijî Kurdan tên kirin, bên ronîkirin û faîl û hêzên li pişt wan bên eşkerekirin, em bang li saziyên eleqeder dikin ku demildest wezîfeyên xwe bi cih bînin.”