spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hêza gotinê

Adar Jiyan
Adar Jiyan
Li gundê Dengiza ku bi ser Stewra Mêrdînê ve ye wekî zarokê herî dawî yê malbata ku ji 9 zarokan pêk dihat, hatiye dinyayê. Dibistana seretayî li gundê xwe, dibistana navîn li Stewrê, Lîseya Îmam-Xetîbê li Mêrdînê xwend. Pêşî li Zanîngeha Harranê, Fakulteya Perwerdehiyê, Beşa Hînkirina Dersan, paşê Zanîngeha Enqereyê, Fakulteya Ziman, Dîrok û Erdnîgariyê, Beşa Ziman û Wêjeya Fransî qedand. Li Elezîz, Sêwas, Dilok, Mêrdîn, Yozgat û Konyayê mamostetî kir. Ji bilî mamostetiyê nivîsên wî yên der barê ziman, çand û wêjeyê de hatine weşandin. Jiyana xwe ya nivîskariyê bi nivîsandina gotar, helbest û nirxandinên di kovar û rojnameyên cuda de didomîne. Di van demên dawî de zêdetir li ser pedagojiya perwerdehiyê rawestiyaye. Li ser vê mijarê gelek pirtûk, gotar û nirxandinên wi hatine weşandin.

Hêz û hêmana herî girîng, bibandor, bingehîn û mayînde ya ragihana navbera mirovan, ziman e. Hebûna ziman girêdayî vegotinê û vegotin jî girêdayî gotinê ye

Gotin bi peyvê, peyv bi kîteyê, kîte bi deng û deng bi bilêvkirinê watedar dibe. Heke peyv/bêje tune be, hevok ji tune ye; heke hevok tune be, gotin jî tune ye; heke gotin tune be, vegotin jî tune ye.

Çendî ku hevok û bêje wekî parçeyekî axaftinê têne zanîn jî her peyv û hevok her gav nayê wateya biwêj û gotineke watedar. Gotin hem hevokeke xweş, watedar û bandordar, hem jî vegotineke têrker, şahîk, têrwate û awarte ye. Ji bo wê; ji gotina şahîk, awarte, têrwate û kartêker re “gotina xweş” tê gotin. Gotina xweş beramberiya “wecîze”ya erebî û “aforîzma”ya fransî ye ku tê wateya “gotina kurt/kin”. Her gotina awarte an jî gotina kurt nayê wateya gotina xweş. Lewre gelek gotinên watedar, awarte, kartêker belê ne xweş jî hene. Her wiha li gel xweşbûn û watedarbûna gotinê, hêza gotinê jî heye.

Di dîroka mirovatiyê de gelek pêşeng, fîlozof, ramanwer, rêber, pêxember, helbestvan, nivîskar û kesên xuyanî li ser wate û bandora gotinê fikir û boçûnên xwe pêşkêş kirine. Di gelek pel, rûpel û lewheyên dîrokî û kitêbên olî de behsa giringiya gotinê tê kirin.

Încîla Yûhanna ya ku yek ji çar Încîlên îsewîtiyê ye, pêşî wiha dest pê dike:

“Berê gotin hebû. Gotin li nik Xweda bû û gotin bi Xweda re bû (an jî Xweda bi xwe gotin bû). Gotin pêşî li nik Xweda bû. Her tişt bi saya wê (gotinê) pêk hat; çi tiştên ku hebûn, bi wê (gotinê) watedar dibûn….” Peyre wiha berdewam dike: “Paşê, gotin bi xwe bû mirov û tevli me bû (niha bi me re dijî).”

Li gor îtiqata îslamê jî, ol bi xwe jî kelamûllah e (gotina Xweda ye), ango Quran bi xwe ye. Quran tê wateya tişta ku tê xwendin. Ji peyva “îqra!” (bixwîne!)” hatiye dariştin ku ayeta Quranê ya sereke û fermana Xweda ya pêşî ye.

Ger ku gotin derbarê tiştekî şênber de be jî gelek caran mirov ber bi razberiyê ve dike. Bi awayekî din; her çendî ku gotin bûyer an jî tiştekî berbiçav diyar bike jî li gel wateya wê ya rastîn wateyeke wê ya xaze (mecaz) jî heye. Heke di vegotinê de gotin girîng û watedar be, wekî “gotina xweş” belê heke qels an bêwate be, tenê wekî derbirîneke ketûber a ragihandinê tê pênasekirin.

Her çendî ku dil wekî kana hest û mejî jî wekî kana ramanê were zanîn jî, hest û raman herdu jî di mejî de pêk tên û di bîra mirov de didebirin. Anku hest, raman û derbirîn hemû berhemên mejî ne. Belê tiştê ku hest û ramanê biwate û bêwate dike gotin e. Heke gotin tune be, wateya hest û ramanê jî tune ye. Lewre mirov hest û ramana xwe bi saya gotinê derdibîrin. Bi qasî rastiya gotinê, hêz û bandora gotinê jî pir girîng e. Zimanê ku ravekerê hest û ramanê ye, qîmeta gotinê jî diyar dike. Ji ber vê yekê gotin, di têkiliya navbera mirovan de xwediyê wateyeke pir girîng û taybet e. Gotin bi bilêvkirina deng, kîte û bêjeyê der dibe. Ji bilî mirov hemû ajel/lawir jî bi awayekî dengekî taybet derdixin. Bo nimûne; ji dengê çiwîkan re “wîtîn”, ji dengê kuçikan re “reyîn”, ji dengê dewaran re “orîn” ji dengê miyan re “barîn”, ji dengê keran re “zirîn”, ji dengê guran re “zûrîn”, ji dengê hespan re “şehîn” û hwd tê gotin. Belê candarê ku dengê wî/wê li gotinê dadigere tenê mirov e.

Mirov di navbera xwe de bi saya gotinê li hev dikin, bi gotinê ji hev dûr dikevin, bi gotinê ji hev diçin/pev diçin û şer dikin. Gotin di navbera mirovan de ji bo gelek armancan tê bikaranîn. Bi qasî wateya gotinê, awa û şêwaza gotinê jî pir girîng e. Çawa ku hêz, wate û girîngiyeke gotinê heye, armanceke wê jî heye. Gotina bêarmanc, gotina bêencam e; tu car nagihîje encameke erênî. Gotina ku negihîje encameke erênî, gengeşî û aloziyê û alozî jî lêkdan û qeyranê bi xwe re tîne. Qeyran hem hemû deriyên têkiliyê li ber mirovan digire û hem jî çareseriyê asteng dike. Gotina watedar, rast û durist û di cih de wekî dermanê ku nexweşiya mirov safî bike, roleke baş erênî û encamgir dilîze. Belê gotina bêwate sar, şaş û ne di cih de wekî jehra ku tu berdî laşê mirov, giyan û bedena mirov nerihet dike û bêhnê li mirov diçikîne.

Gotin heman gavê têkiliya navbera mirovan hêsan dike û ji wan re dibe alîkar da ku bi pejnkarî û hestyarî tev bigerin. Mirov hemû têkiliyên xwe bi saya gotinê durist dikin û diedilînin. Biryarên xwe li gor gotinê werdigirin. Peyamên xwe bi saya gotinê radigihînin hevdû. Peymanên xwe li gor gotinê datînin. Bazara wan li gor gotonê bi encam dibe. Şerê navbera wan bi gotinê pêk tê. Aştiya navbera wan bi gotinê misoger dibe. Ji bo wê, divê mirov pêşî baş bifikire û paşê gotina xwe bibêje. Loma dibêjin: “Gotin, berî ku ji devê mirov derkeve, esîrê mirov e; belê piştî ku ji devê mirov derdikeve, mirov dibe esîrê wê.” Îcar divê mirov hay ji gotina xwe hebe ku nebe esîrê wê. Fransî jî dibêjin: “Mirov dibin xwedanê gotinên xwe yên ku nabêjin û dibin koleyên gotinên xwe yên ku dibêjin.” Bi rastî jî gotina ku ji devê mirov derdikeve, wek tîra ku ji kevan bifilite; vegera wê ne pêkan e. Çawa tîra ku ji kevan difilite, hedefa xwe nagire; gotina ku ji devê mirov derdikeve jî gelek caran dibe sedema şaşiyên ku ewêziya wê venagere. Gotin, awêneya dil û mejiyê mirov e. Ango gotina mirov, neynika cewhera mirov e. Kesên pejnkar, ewlemend û rûmetdar ew in ku hem li gotina xwe xwedî derdikevin, hem jî xwediyê gotina xwe ne. Mertebeya herî berz û payedar ewlemendî ye. Gotina ku ji devê mirov derdikeve baş be, dibe sedema aştî, aramî, hêmînî û xweşiyê; belê gotina ku ji devê mirov derdikeve xirab be, dibe sedema şer, pevçûn, lêkdan û nexweşiyê. Bêguman jehrkuja zimanê tehl, gotina nexweş, peyva bêkêr û vegotina bêrê, her gav zimanê şîrîn, gotina xweş, peyva bixêr û vegotina bikêr e.

Hêza gotinê gelek kesan di bin bandora xwe de dihêle. Mînak; gotineke erênî ya siyasetmedarekî/ê bandoreke erênî li ser civakê dike. Helbesteke xweş an goitineke watedar tesîreke pir mezin li ser temaşevan, xwîner û guhdaran dike. Gotineke bibandor a hunermendekî/ê bandoreke erênî li ser jiyana civakê dike. Dibe ku hin caran hêza gotinekê ji hêza atmokekê jî bibandortir be. Lewre yê ku berî atomê gotinê bi kar tîne, mirov e. Pergala vê dinyayê bi gotinê dizivire. Têkilî li gor gotinê dişêwin. Jiyan li gor gotinê teşe digire. Tiştên jidil û ne jidil hemû xwe di gotinê de didin der. Gotina xweş û baş hemû deriyên çareseriyê li ber mirov vedike, belê gotina xirab û şaş hemû deriyên çareseriyê li ber mirov digire.