14 Mayıs, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

De Majo: Divê fikrên Ocalan li dibistanan wekî ders bên dayîn

Siyasetmedara îtalî Eleonora de Majo, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji bo mirovahiyê nirxekî mezin e û got: “Ji bo nifşên siberojê divê paradîgmayên Ocalan li dibistanan weke ders bên xwendin.

Dîlgirtina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li Îmraliyê 25 sal li dû xwe hişt û ev 36 meh in bi tu awayî agahî jê nayê girtin. Abdullah Ocalan ê ku di nava tecrîdek giran de tê ragirtin, mafên hevdîtinê bi malbat û parêzerên wî re bi temamî hatiye desteserkirin. Endama Meclîsa Şaredariya Napolî ya Îtalyayê û akademîsyena Zanîngeha Palermoyê Eleonora de Majo li ser tecrîda li Îmraliyê û girîngiya paradîgmaya Abdullah Ocalan ji ANF’ê re nirxand.

Akademîsyen Eleonora de Majo nerazîbûn nîşanî tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan da û got, “Şert û mercên dîlgirtinê yên Ocalan ne dijmirovî û antî demokratîk in. Ji ber vê yekê em hemû destekê didin pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Abdullah Ocalan. Mînak, mîna beriya 9 salan me li Napoliyê hemwelatîbûna rûmetî dabû Ocalan.”

Akademîsyen de Majo qala girîngiya paradîgmayên Abdullah Ocalan ên li ser bingeha civaka ekolojîk a demokratîk û azadîxwaziya jin kir û got, “Divê em Abdullah Ocalan ne tenê weke Rêberê Gelê Kurd, di heman demê de weke nirxekî mezin ê mirovahiyê bibînin. Ramanên Ocalan îlhamê dide tevgerên civakî yên li tevahiya cîhanê. Mînak tevgerên femînîst, ekolojîk û demokratîk paradîgmayên Ocalan esas digirin. Gelekî girîng e ku nifşên nû bi ramanên Ocalan ên ekolojîk bi pêş bikevin. Em hewl didin ramanên Ocalan li bajarên xwe bi cih bînin.”

Akademîsyen De Majo, da zanîn ku ew li ser paradîgmaya konfederalîzma demokratîk ê Abdullah Ocalan xebatên akademîk meşandiye û got, “Tişta ku em dikin û hewl didin bikin ev e ku em modela konfederalîzma demokratîk li her derê bi taybet li Ewropayê mînak bigirin. Em hewl didin vê yekê li hemû sazî û rêxistinên xwe bi cih bînin. Ez li ser vê modelê mîna ku modeleke civakî ye dixebitim.”

Eleonora de Majo, da xuyakirin ku divê paradîgmayên Abdullah Ocalan li her derê belav bibin û got, “Bi taybetî ji bo nifşên siberojê, ramanên Ocalan gelekî girîng in. Ji ber vê yekê, rêya herî girîng a belavkirina van ramanên xurt dibistan û akademî ne. Dibe ku mirov derbarê Ocalan de xwedî agahî bin, lê ya girîng zanîna ramanên wî ne.”