30 Nisan, Salı - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Mîrê Helbestan

Pirtûka “Mîrê Helbestê Melayê Cizîrî” ya nivîskar Osman Kapan a ji Weşanên Payîzê derketiye jî kêfxweşiyek mezin da me.

Dema her berhemeke kurdî li wêjeya kurdî zêde dibe wekî xwîner em pê gelekî kêfxweş û şanaz dibin.  Pirtûka “Mîrê Helbestê Melayê Cizîrî” ya nivîskar Osman Kapan a ji Weşanên Payîzê derketiye jî kêfxweşiyek mezin da me. Lê belê dema mijara berhemê balkêş be kêfxweşî û kelecana xwendin zêdetir dibe. Jixwe ji navê berhemê jî diyare ku ev berhem li ser Melayê Cizîrî hatiye nivîsîn.

Cureya vê berhem roman e ku nivîskar Osman Kapan bi kedeke mezin jiyan û serpêhatiya Melayê Cizîrî bi zimanekî zelal ê wêjeyî nivîsiye.  Nivîskar Kapan, bi pênûsa xwe yî xurd, hest û xeyalên giriranbuha bi xwîner dide avakirin. Dihêle ku her xwener xwe di vê berhemê de bibîne. Her wiha jiyana Melayê Cizîrî wekî fîlmekî li ber çavên mirovan şênber dike.

Wekî tê zanîn Melayê Cizîrî bi navê xwe yê ku malbatê lê kiriye Ehmed di sedsala 16’în de li Cizîra Botan ji dayik dibe. Li gelek bajarên Kurdistanê di medreseyan perwerdeyê dibîne. Di heman demê de yek ji alim, helbestvan û wêjevanekî kurd ê navdar e. Nivîskar Kapan, jî di vê berhema xwe ya ku jiyana Melayê Cizîrî vedibêje de mirov dikare bêje “ta bi derziyê vedike”. Em bawerin her xwîner dê vê berhemê bi kelecaneke mezin bixwîn e û dê nikaribe ji dest berde. Lewre gelekî herikbar û xwîner dikişîne nav xwe. Ev berhema ku ji 287 rûpelan pêk tê edîtoriya wê Omer Fîdan kiriye.