5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gardiyanên mêr bi ser qawişên jinan de girtin

Gardiyanan di mehekê de 3 caran bi ser qawişên jinan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê tên ragirtin de girtin.

Gardiyanan di mehekê de 3 caran bi ser qawişên jinan ên li Girtîgeha Jinan a Şakranê tên ragirtin de girtin. Hate ragihandin ku di lêgerînên ku gardiyanên mêr tevlibûne de tiştên taybet ên girtiyan avêtine erdê ku êdî nikaribin bên bikaranîn û hin amûrên wan jî desteserkirin. Jinên girtî ku malbatên xwe agahdar kirin, anîn ziman ku dema bertek nîşanî ketina gardiyanên mêr a qawişê dane jî rastî heqaret û mûameleya nebaş hatine.

Bavê Dîlan Karakoç a li vir tê ragirtin, Ekrem Karakoç, duh bi keça xwe re bi telefonê axivî û tiştên keça wî jiyane ragihandin. Karakoç, anî ziman ku di nava mehekê de 3 caran bi ser qawişên girtiyan de girtine, di serdegirtinan de mase jî hatine şikandin û wiha got: “Tiştên wan ên taybet anîne aste ku nikarin bikarbînin. Heta zirar daye xwarina wan jî. Tişta ecêb gardiyanên mêr jî ketine qawişên wan. Li hemberî 12 girtiyan 40 gardiyan ketine qawişê. Gardiyanên mêr gotinên li dijî rûmeta mirovahiyê gotine girtiyan. Li girtîgehê gelek zext hene, gelek bi ser wan de diçin. Bi ser me de jî tên. Dereng tînin cihê hevdîtinê û dema me bertek nîşan da jî qîrî me dikin. Ew qas kirêtbûne. Heke ev tişt bên serê me nikarim bifikirim ku li hundir çi dibe.”

Karakoç, diyar kir ku hema bêje cezayê qedexeya axaftina bi telefonê dane hemû girtiyan û wiha berdewam kir: “3 mehan cezayê qedexeya telefonê dane keça min jî. Lê ji ber hêj neketiye meriyetê me karî duh biaxivin. Destûr nayê dayîn ku girtiyên din bi telefonê jî biaxivin. Sedema wan jî ew e ku bi kesên ku xeta telefonê li ser wan ne qeydkirine re diaxivin. Mesele dema li nimreya bi ser navê min geriya qedexeye ku bi hevjîna min an jî kesên bi malê re biaxive. Axaftina wan a kesên din ên li malê jî qedexe dikin. Bi van hincetên ecêb qedexe dikin. Di hiqûqa dijminatiyê de jî exlaqek heye.”

Karakoç, bi lêv kir ku ligel van tiştên li girtîgehan diqewimin hewl tê dayîn malbatên girtiyan jî bên çavtirsandîkirin û ev tişt gotin: “Ji bo ku me bitirsînin kesên ku ji girtîgehê re pere û nameyan dişînin digirin. Mirovek nikare ji keça xwe, xwişk û birayê xwe, hevalê xwe re pere bişîne? Kîjan hiqûq û wijdan vê qebûl dike? Ji xwe kantînên li girtîgehan bûne saziyên rantê. Tiştekî ku li derve 5 lîreyan tê firotin li wir 15 lîreyan tê firotin. Em pere ji wan re neşînin ku birçî bimînin? Ji xwe nîyeta wan ev e. Divê em jî vê qebûl nekin. Bila me jî bigirin bişînin cem zarokên me. Herkesê ji xwe re dibêje ‘mirov im’ xwedî li girtiyan derkeve. Ne tenê keça min bi hezaran mirovên heman pirsgirêkan dijîn hene. Divê em pêşiyê li vê bigirin.”