27 Nisan, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dê OHAL û AKP biçe em ê bimînin’

Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê der barê salvegera KHK’yan de li Parqa Koşûyolûyê daxuyanî da. Gelek sazî û dezgehên weke Partîya Demokratîk a Gelan (HDP), Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer, Serokê baroya Amedê Nahît Eren û endemên û rêveberên ÎHD’ê  tev li daxuyaniyê bûn. Girseyê berî daxuyani bidin çapemeniyê pankarta “KHK dê biçin em ê li vir bin” vekirin. Piştre li ser navê komê nûnerên saziyan axaftin kirin.

Tekoşîna me dê bidome

Sekretera Giştî ya Konfederasyona Sendikayên Kedkarên Cemawerîyê (KESK) Donen Gevheroglu diyar kir ku OHAL hêjî berdewam dike.  Bi zagon û komisyonên demkî yên hatine avakirin, hêj êrîşên xwe yên li dijî kedkaran berdewam dikin û wiha got: “Em ê li dijî bêhiqûqiyê bêdeng nebin. Heta ku em venegerin ser karê xwe em ê dest ji têkoşîna xwe bernedin. Neheqî û bêhiqûqî û îqtîdara AKP’ê dê bi dawî bibe û kesên kedkar wê bi ser bikevin.”

Berdevkê Platformê Mehmet Ceylan daxuyanî xwend. Berdevkê  Platforma Ked û Demokrasiyê  Mehmet Ceylan di axaftina xwe da diyar kir ku ji roja ku OHAL hatiyê îlankirin ve neheqî û bêhuqukî di asta herî jor de ye. Û rejim Tirkîyeyê bi awayekî keyfî bi rêve dibe. Ceylan da zanîn ku herî zêde di navbera salên 2016 -2018’an de xebatkar hatine îxraç kirin û wiha got: “Di nava 2 salan de bi 15 KHK’yên cuda 130 hezar kedkarên cemaweriyê hatin îxrackirin. Lê ji wan tenê 7 hezar û 500 karker vegeriyan ser karên xwe. Hê jî 122 hezar kes venegerîyane ser kar. Di nava van kesan de 4 hezar û 543 kes jê endamên KESK’ê ne. Yên din jî  nezî 2 hezar DÎSK’ê, 3 hezar û 500 kes jî  endamên TTB û 3 hezar û 700 kes jî êndezyar û mimar in.”

Girseyê piştî daxuyaniye bi yek dengî dirûşmayên “Wê roj bê AKP dê hesap bide” û “KHK dê biçin em ê bimînîn” berz kirin û berteken xwe anîn ziman.