spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEDAŞ’ê 50 karker ji kar derxist

Li Rihayê DEDAŞ’ê 50 karkerên ku ji ber şertên xerab dev ji kar berdabûn, ji kar derxist.

Di 21’ê tîrmehê de li 6 bajarên ku DEDAŞ (Şîrketa Belavkirina Elektrîkê ya Dîcleyê) lê xizmeta ceyranê dide, karkerên wê li hemberî şertên xerab ên kar ji bo 2 saetan dest bi çalakiya dev ji karberdanê kiribûn.

Li navçeya Eyyûbiyeyê ya Rihayê, 50 karkerên ku di saetên serê sibehê de çûn ser karê xwe hîn kirin ku ji kar hatine derxistin û bêyî ku hinceta derxistina wan a ji kar ji wan re bê aşkerakirin destûr nehat dayîn ku karker bikevin DEDAŞ’ê.

Karkerên ku bi SMS’ê ji wan re hat ragihandin ku ji kar hatine derxistin li pêşiya DEDAŞ’ê dest bi çalakiyê kirin.