spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Bafil Talabanî bi Sûdanî re civiya

Serokê YNK’ê Bafil Celal Talabanî, bi serokwezîrê Iraqê Sûdanî re rûnişt û behsa pirsgirêkên siyasî, aborî û mafên darayî yên Herêma Kurdistanê kir.

Serokê Yekitiya Nîştiman a Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî, li Bexdayê serdana serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî kir. Ofîsa Serokatiya YNK’ê, der barê mijarê de daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ku di civînê de rewşa siyasî, aborî, ewlekariyê hatiye guftugokirin û behsa çareserkirina pirsgirêk û serxistina bernameyên hikumetê yên ji bo xizmetkirina gel hatiye kirin.

Li gorî daxuyaniyê, Talabanî piştgirî daye bernameya hikûmetê û wiha gotiye; “Girêdanbûna bi lihevkirinên siyasî, parastina mafê hemû aliyan a di çarçoveya yasayê de, garantiya parastina aramî, aştî û serkeftinê ye. Bila êdî pirsgirêkên siyasî ji bo bicihanîna bernameya hikûmet û xizmetkirina hemû pêkhateyên welat, nebin asteng.”

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku Talabanî di civînê de behsa çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexda û şandina mafên darayî yên Herêma Kurdistanê jî kiriye û ev tişt gotiye; “Ew mafê karemend û gelê Kurdistanê ye, pêwîstî bi tu hizb û aliyek siyasî nîne.”