3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Gelê herêma Firatê li dijî Peymana Lozanê meşiya

Gelê herêma Firatê li Kobanê li hev civiya û bi rengekî girseyî li dijî Peymana Lozanê meşiya.

Piştî Şerê Yekemîn ê Cîhanê gelê kurd li erdnîgariya Kurdistanê di şerê man û nemanê de bû. Piştî bidawîbûna şer gelek Peyman li ser Kurdistanê hatin îmzekirin. Bi van peyamanan hat xwestin ku gelê kurd bê tunekirin û ji rastiya xwe dûrxistin. Peymana Lozanê jî yek ji van peymanan e. Bi Lozanê Kurdistanê kirin çar parçe.

Îro sedsaliya vê peymanê yê û gelê kurd li dijî wê li ser piya ye. Di vê çarçoveyê de gelê herêma Firatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li bajarê Kobanê li hev civiya û li dijî Peymana Lozanê meşeke grseyî li dar xist. Meşê li Qada Jina Azad dest pê kir û heta qada Şehîd Egîd berdewam kir. Di meşe de dirûşmeya ‘Pêkanîna neteweya demokratîk, têkbirina Lozanê ye’ hat berzkirin.

‘Plan bi ser neketin’

Di dawiya meşê de ji bo şehîdên doza Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin û dûre Endamê Meclîsa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk Ehmed Xoce axivî. Xoce, di axaftina xwe de diyar kir ku ew parçekirina Kurdistanê  û komploya navneteweyî qebûl nakin û ev tişt got “Ji bo neteweya gelê kurd ev roj, rojeke reş e û tê xwestin ku îradeya gelê Kurdistanê tune bikin û erdnîgariya me parçe bikin. Biryarên wan ên li ser me, ji bo tunekirina me bûn, lê dîsa jî planên wan bi ser neketin. Li ber çavê dinyayê kurd qir kirin lê dîsa jî gelê kurd serî hildaye.”