5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Serokê MHP’a Colemêrgê yê êrîşkar ji peywirê hat girtin

Serokê MHP’a Colemêrgê Fatîh Ozbek ku tundî li xebatkarên tenduristiyê kiribû, ji wezîfeyê hat girtin.

Serokê MHP’a Bajêr a Colemêrgê Fatîh Ozbek di 15’ê tîrmehê de li Nexweşxaneya Dewletê ya Colemêrgê êrişî xebatkarên tenduristiyê kiribû. Piştî bûyerê der barê Ozbek de lêpirsîn hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku Ozbek di çarçoveya vê lêpirsînê de ji wezîfeyê hatiye girtin.

Hat diyarkirin ku Ozbek êvara 15’ê tîrmehê ku çûye serdena xizmek xwe yê nexweş, serxweş bûye û êrişî xebatkarên tenduristiyê kiriye. Polîs û ewlekaran mudaxileyî bûyerê kirine, lê Ozbek heqaretên giran li welatiyên derdorê kiriye.

Dîmenên Bûyerê

Mijara navborî bi dîmenan de jî hat îspatkirin. Di dîmenan de tê xuyakirin ku Ozbek bi pehînan li deriyên nexweşxaneyê dixe û kesên derdorê aciz dike û êrişî derdora xwe dike. Serbijîşkê nexweşxaneyê, bijîşk û xebatkarên nexweşxaneyê li Serdozgeriya Komarê ya Colemêrgê giliyê Ozbek kirin. Dozger lêpirsîn da destpêkirin.

Ji peywirê hat girtin

Piştî ku bûyer hat bihîstin û belav bû Navenda Giştî ya MHP’ê Ozbek ji peywirê girt. Ozbek li ser hesabê xwe yê medya sanal agahî belav kir û dawîanîna peywira xwe ragihand.