4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

DEM dema xizmeta zarokan e

Hevberdevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û Parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş anî ziman ku ew ê jiyana nû ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi zarokan re ava bikin.

Hevbedevka Komîsyona Zarokan a DEM Partiyê û parlamentera Mêrdînê Bêrîtan Guneş anî ziman ku ew ê jiyana nû ya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bi zarokan re ava bikin.”

Komîsyona Zarokan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) plan û projeyên hilbijartinê ya Zarokan eşkere kir. Têkildarî projeyê Parlamentera DEM Partiyê Berîtan Guneş projeyên rêveberiyên herêmî yên ji bo zarokan ji rojnameya me Xwebûnê re nirxandin kir.

Bêrîtan Guneş li ser pirsgirêkên zarokan rawestiya û wiha got: “Pirsgirêkên zarokan ji pirsgirêkên kesên temen mezin ne cuda ne. Pirsgirêkên zarokan li gorî herêmê û şertan tên guhertin. Zilm û zordariya li ser gelê me tê meşandin zarok jî para xwe ji vê zilm û zordariyê digirin. Zarok bi awayekî di bin bandora şer de dimînin. Her roj polîs bi ser malan de digirin. Zarok ji vê yekê pir bi bandor dibin. Zarok hem vê tundiyê dibînin û hem jî dijîn. Dîsa gelek zarok li kolanan bi maşîneyên zirxî tên qetilkirin. Zarokên din jî ji vê yekê bi bandor dibin. Li şûna kujer bên darizandin û cezakirin, zarok tên cezakirin.

Guneş da zanîn ku li milê din zarok nikarin bi zimanê zikmakî perwerde bibin û wiha axivî: “Ji ber zarok nikarin bi zimanê zikmakî perwerde bibin, bi awayekî derûnî xwe kêm hîs dikin û bandorek neyînî li ser tenduristî û perwerdehiya wan dike. Ji ber ku meseleya kurdan nayê çareserkirin, ev pirsgirêka siyasî bandorek neyînî li ser zarokan dike.”

Zarok bûne xerîbê bajaran

Guneş anî ziman ku li bajarên wan qeyûm hene û wiha berdewam kir: “Em dibînin ku bandorek neyînî ya qeyûman li ser zarokan heye. Piştî qeyûm hat ser kar, ewil êrîşî zimanê zikmakî kir. Gelek saziyên zarokan ên xebatên ziman dimeşandin girtin. Zarok bûne xerîbên bajaran. Xwe qerîb hîs dikin. Li bajarên wekî Şirnex, Mêrdîn Êlih û hemû bajarên ku qeyûm tayin kirine, cihekî ku zarok azad lê bi zimanê xwe perwerde bibin tune ye.”

Guneş destnîşan kir ku zarok herî zêde di navbera 0-3 salî de mejiyê wan pêş dikevin û wiha pêde çû: “Li bajarên me yên di destê qeyûman de ji bo zarokan tu xebat nayên kirin û zarok gelek pirsgirêkên siyasî, perwerdehî û civakî dijîn. Di serî de mafê zarokan ê zimanê zikmakî û jiyana çand û hunerî tê binpêkirin. Li hemû cîhanê ji bo zarokan mafê parastina zarokan a gerdûnî hatiye îmzekirin. Lê zarokên kurdan li gorî zarokên cîhanê ji vî mafê xwe yê mirovî bêpar dimînin. Çima dewlet ziman pirsgirêk dibîne, em ê vê yekê ji niqaşê re vekin. Divê zarok bi zimanê xwe, çanda xwe û lîstikên xwe bijîn.”

Zarok bi panzêran tên kuştin

Bêrîtan Guneş xwest mafê jiyanê yê zarokan bê parastin û got: “Zarok li ber deriyên xwe bi panzêran tên pelçiqandin û mafê wan ê jiyanê ji destê wan tê girtin. Gelek zarok dayik û bavên wan girtî ne û li ber deriyên girtîgehan mezin dibin. Ev jî binpêkirina mafê zarokan ê azadî û serbestiyê ye. Ji ber dayik û bavê wan girtî ne, mafê zarokan ê jiyana bi dayik û bav re tên binpêkirin. Mafê zarokan ê listikên kolanan tê binpê kirin. Dema zarok dilîzin bi amûrên şer re rû bi rû dimînin. Mafê zarokan ê gerê û lîstikê tê binpêkirin.

Polîs tiryakê li zarokan belav dikin

Guneş, bal kişand ser ewlehiya zarokan û wiha pêde çû: “Mafê zarokan ê ewlehiyê nayê parastin. Zarok bi maşîneyên zirxî tên kuştin. Mînak Hasret Hêlîn Şen bi çekên leşkerî hat kuştin. Li Şirnexê zarok bi bi maşînê jiyana xwe ji dest dan. Li Kurdistanê welehiya zarokan tune û zarok bi amûrên leşkerî tên kuştin. Li kolan û taxan polîs û leşker rê li pêş tiryakê nagirin û tiryak di nava zarok û ciwanan de belav dibe. Li Kurdistanê kesên tiryakê difiroşin û belav dikin tên parastin.

Dewlet dixwaze ku li Kurdistanê madeyên hişbir pêş bikeve. Dewlet ji bo nasnameya kurdbûn û siyasî ji holê rake, maddeyên hişbirê li nava zarokan belav dike. Di temenê biçûk de zarokan teşwîkî hişbirê dike. Kesên van sûcan dikin jî tên parastin. Ji bo vê yekê sûcdar bi rehetî vî sûcî belav dikin. Li aliyê din ji bo tedawîkirina zarokan jî dewlet tu xebatê nakin. Em dibînin ku li Kurdistanê Navenda Lêkolîna Tedawîya Kesên Girêdayî Tiryakê (AMATEM) tune ye. Tenê li Amedê heye û ew jî 20 kes lê derman dibin. Lê cihê herî zêde tiryak lê pêş ketiye Mêrdîn e. Lê mixabin AMATEM li Mêrdînê û bajarên din tune ye. Em dibînin ku tu xebatên dewletê ji bo zarokan biparêzin tune ye. Ji ber vê yekê wekî partî piştî ku me şaredarî bi dest xist em ê ji bo zarokan xebatên taybet bimeşînin. Em ê bi zarok û malbatan re xebatê bimeşînin. Meclisa ciwanan jî xebatek li dijî madeyên hişbir û tiryakê dabûn destpêkirin.”

Guneş bibîr xist ku tu armanca qeyûman a ji bo gel xizmetê bikin tune  û wiha lê zêde kir: “Ji ber ku ew qeyûm in. Em armancên wan û xebatên wan ji raporên Sayiştayê baş dibînin. Em dibînin ku derê wan ewe ku çawa xwe û derdora xwe dewlemend bikin. Armanca wan ewe ku çawa vî gelî xizantir bikin. Çawa mal û milkê şaredariyê bifiroşin. Wekî ku kesên ji bo  demek kin welatek dagir kiribe her tiştî difiroşin, talan û wêran dikin. Ji bo zarok û mezinan tu xebatê nameşînin.”

Guneş bal kişand ser xebatên xwe yên ji bo zarokan û wiha bi dawî kir: “Em dikarin li ser xebatên xwe yên ji bo zarokan wina bibêjin; me di daxuyaniyê de jî anî ziman. Em ê li hemû şaredariyan Serokatiya Îdarî ya Zarokan ava bikin. Ev Serokatiya Îdarî ya Zarokan dê tenê ji bo xizmeta zarokan kar bike. Dê butçe, projeyan li gorî daxwazên zarokan amade bike. Dema kar û xebatek ji bo zarokan kir, dê vîn û biryara zarokan jî di navde hebe. Ev Serokatiya Îdarî ya Zarokan dê tenê xebat û xizmeta wê ji bo zarokan be. Divê hemû xebat li gorî pêwîstî, daxwaz û vîna zarokan bê amadekirin. Dê Lijneya Şêwirmendiyê ya Zarokan bê avakirin. Ev lijne dê kar û xebatên ji bo zarokan tên kirin, niqaş bike binirxîne û ji bo Serokatiya Îdarî ya Zarokan pêşniyaran bike. Ji ber vê yekê em ê meclîsên zarokan ava bikin. Ev meclis dê vîna zarokan temsîl bike.”