4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Ji nirxandinên Abdullah Ocalan 4’ê Nîsanê

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan der barê 4’ê Nîsanê de diyar dike ku ne tenê rojbûnek e û wiha dibêje: “Mesele ne rojbûna min e. Gel wekî ronesansa xwe, rojbûna xwe dibîne. Divê naveroka wê neyê valakirin.”

Li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat, 4’ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pîrozbahî û çalakiyan tê pêşwazîkirin. Ev roj wekî roja ji nû ve zindîbûna miletekê tê nirxandin.  Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di paraznameyên xwe û hevdîtinên bi parêz û şandeyan re de, li ser 4’ê Nîsanê, jiyan û têkoşîna xwe ku di heman demê de bûye têkoşîna azadiya gelan nirxandinên girîng kirine. Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) nirxandinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji parêznameyan kom kir û parve kir.

Nirxandinên Ocalan ên ji bo 4’ê Nîsanê wiha ne:

“Ji bo rojbûna min pîrozbahî çêbûne. Ya rast mesele ne rojbûna min e jî. Gel wek rojbûna xwe dibîne. Mesele ne ew e ku ez li wî bajarî, li wî gundî, li wê axê ji dayik bûme. Gel wek rojbûna xwe dibîne, wek ronesansa xwe dibîne û wek rojbûna xwe pîroz dike. Kesên ku çûne wir, kesên ku pîroz kirine û kesên ku ji bo wê ked daye, spasî û hurmeta xwe pêşkêşî wan dikim. Lê belê divê naveroka vê neyê valakirin.

Çandeke Rojhilata Navîn ya wisa heye, ez li hember vê çandê rêzdar im. Lê belê divê naveroka wê neyê valakirin û wek baweriyeke olî neyê dîtin. Wateyeke min a wisa heye û ez ji vê bawer dikim. Ev wate girîng e û divê li ser vê wateyê bê sekinandin. Ez bawer dikim ku min gelek tişt di emrê xwe yê 61 salî de bi cih kirin. Gel ev rastî bi ya xwe re kiriye yek.” (Notên Hevdîtinê yên Nîsana 2010’an)

“Dema min çûyîna xwe ya yekemîn a bajêr û dibistana seretayî bi çîroka Enkîdo re rû bi rû kir, ez di têgihîştina wê de dereng nemam ku destan esas behsa min jî dike. Di vê mijarê de feyda wê heye, ez behsa bîranîneke xwe jî bikim. Zarok teşwîq dikirin ji bo biçin dibistana seretayî ya gundê mezin Cîbînê. Yek ji wan zarokan bi navê Şewket bû. Birayê biçûk ê Cimoyê min yekemîn çalakiya xwe ya gerîla li dijî wî kiribû. Diya wî yek ji wan jinên xizan û navsere yên gund bû. Lê roja Şewket çû dibistanê vê jinê nirxandinek kir, ji profesorên herî baş çêtir tespîtek kir. Hîna jî di hişê min de ye, wiha gotibû; ‘Şewketê me bûye hikûmet.’ Min peyama vê gotinê hîna di vê parêznameya xwe ya dawiyê de baştir çareser kir.

Serîrakirina yekem

Ji bo zarokên mirovan bi her halî pirsgirêka herî zor bi civakbûnê dest pê dike. Bi qasî ku tê bîra min, têkiliya herî zor a tê hişê min, têkiliya ‘namûsê’ bû ku ez bi diya xwe re li ser pev çûbûm. Wer xuya ye ku di şertên wê demê yên gund de şertê pêşî yê civakbûyînê ew e; divê mirov bi namûs be. Ji bo mirov bi namûs be jî divê mirov guh bide rêzik û pîvanên malbatê ango bi namûsa xwe ve girêdayî bimîne. Çênedibû ku ez bi vê têgihîştina namûsê ya bi jidayikbûnê çêdibû ve girêdayî bimama. Bi civakbûyîna ku mirov piştre hîn dibû mirov bi namûs dibû. Bi her halî diya min jî li gorî xwe ez civakî dikirim. Lewma dixwest min bi pîvanên malbatê ve girê bide. Ji ber ku rêya bi tenê ya zanîbû, ev bû. Li ser vê ez û wê pir bi dijwarî pev çûn. Tevî ku ez zarok bûm jî, min hê di wî temenî de pîvanên malbatê kêm û ne rast didîtin. Cara pêşî serîrakirina li ber rê û resmê mewzûbehs e. Nakokiya di vî warî de demeke dirêj dewam kir. Pirsgirêka malbatê veguherî pirsgirêka jinê, pirsgirêka jinê veguherî pirsgirêka azadî û demokrasiyê û herî dawî jî veguherî pirsgirêka neteweya demokratîk.

Pirs û lêgerîn

Min behsa têkiliya xwe ya bi mizgeft û dîn re kiribû. Di destpêkê de min di asteke mînak de guh dabû dîn û li gorî wê meşiyabûm. Min li derdora sih û sê dua ji ber kiribûn û di nava zarokên din de herî zêde ez ketibûm çavê mele. Min ji zarokên dibistana seretayî komek çêkiribû û min ji vê komê re îmamtî kiribû. Di vê mijarê de nota min temam bû. Lê bi xwedayê dîn re pirsgirêkên min ên zêhnî serî dabûn. Ev xweda çi ye, li ku ye, çawa ye; pirsên bi vî rengî her ku diçûn zêdetir serê min tev didan. Di dîn de kûrfikirînê ev pirsgirêk çareser nedikir, berevajî bêhtir giran dikir. Min hewl da nakokiyeke bi vî rengî bi felsefeyê ji hev derxim, li pey vê hinek gavên din hatin û min tevgerên civakî nas kirin û biryara xwe di sosyalîzma zanistî de da. Min tercîhên wilo kiribûn ku gelekî zehmet bû mirov ji bin barê wan rabe. Têkiliya rastî ya civakbûnê nasnameya Kurd bû. Pirsgirêka nasnameya Kurd min li dibistana seretayî ya perwerdeya wê bi zimanê tirkî bû, nas kir. Vê pirsgirêkê hebûna xwe pir zû dabû hîskirin. Pirsgirêkê birînên kûr di min de vedikirin, lê ji bo çareseriya wê taqeta min tune bû ez demeke dirêj gav biavêjim. Ne kapasîteya min a teorîk û ne jî ya pratîk derfet û îmkan nedidan ku gaveke piçûk jî biavêjim. Di encamê de her ku min dît di bingehê pirsgirêkên malbat, dîn, felsefe û sosyalîzmê de reva ji pirsgirêka nasnameya Kurd heye, min fêm kir ku ez ê nikaribim xwe ji çareseriyê dûr bixim û ez ê li ser wê neçar biponijim, hûr û kûr bifikirim.

Lêgerîna heqîqeta kurd

Eger ez ji aliyê xwe ve bi kurtî bînim ziman, ez ê bibêjim, min salên 1950-1960’î civakparêziya malbatê red kir, salên 1960-1970’yî min civaka ji rê û resmê qebûl nekir, salên 1970-1980’yî min civaka modern nepejirand. Ez di rewşeke welê de bûm, ez zilamekî bi tenê bûm, ez civakî nedibûm. Komên di zarokatiyê de min çêdikirin û bi wan re derdiketim gera çolê, komên dînî û îdeolojiya çepgir ên min li dora xwe çêdikirin, gavên ezmûnî yên civakbûyînê bûn. Gavên bi îdiayên weke Apogirî û PKK’ê îşaret bi aliyê civakbûyînên nû yên xweser dikir, lê ji îdeayekê wêdetir nediçûn. Civakbûyîna ez lê digeriyam û min dixwest bidim qebûlkirin civakbûyîna Kurd bû. Ji bo Kurdan ez li heqîqetê digeriyam. Heqîqeteke îslam ji bo Kurdan îfade bike hema bêje tune bû. Dema bi miletperestiyê ve pev dikeliya bêhtir bi rola înkarkeriyê dihat bikaranîn. Bi fikra çepgiriyê nav li rastiyê dihat kirin, lê naveroka wê nedihat ravekirin. Ber bi salên 1980’yî ve xwe parastina bi sîlehê jî bi hurmeta ji rastiyê re têkildar e. Darbeya 12’ê Îlona 1980’yî ji bo heqîqetê ezmûneke girîng bû. Berxwedan û pêşketin, hêmanên welê bûn, rastiya ku Kurd pê ve dihatin girêdan weke heqîqetê îspat dikirin. Eger berxwedan nebûya û ez li revê rast hatibûma, rastiya Kurd a me dixwest em pê ve bêne girêdan, wê derbeke mezin bixwara.”

Ev nivîs Ji parêznameyên rêber Abdullah Ocalan a bi navê “Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Neteweya Demokratîk” û ji “Parastina Gelekî” hatiye berhevkirin.