spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Peyama kurdan a hilbijartinên 31’ê adarê

Peyamên gelê kurd di hilbijartinên 31'ê adarê de aşkere û zelal bûn û dan xuyakirin ku ew sîstema qeyûman , tecrîd û zordariya li dijî gelê kurd qebûl nakin

Di hilbijartinên herêmî yên 31’ê adarê de kurdan peyameke aşkera da desthilatdariya AKP, MHP û got ku ew qeyûman qebûl nakin, zordariya ku li kurdan dibe qebûl nakin, tecrîda ku li dijî Rêbertiya wan tê kirin qebûl nakin, êrîşên li ser başûr û rojavayê Kurdistanê qebûl nakin. Her wiha derkete holê ku ew dixwazin şaredariyên xwe bi xwe birêve bibin. Peyamek din a aşkere ji desthilata AKP-MHP re ew bû ku kesên pirsgirêka kurd çareser nekin dê hem li bakurê Kurdistan hem jî li Tirkiyeyê winda bikin.

Hin xwelîser hene ku dema gel wan dike parlamenter, şaredar û rêveber pozê wan bilind dibe û ji wan werî ku ew yek ji ber taybetmendî û hunera wan a tekakesî ye. Lê mesele ne wiha ye. Gel baweriyê bi rêxistina xwe tîne û dema rêxistin mirovekî dide pêş gel piştgiriya wan kesan dike. Lewre tenê biryara gel dikare mirovan bike rezîl jî û bike wezîr jî.

Mînaka îsal ya herî berbiçav jî mînaka Ayhan Bilgen bû. Ayhan Bilgen ê ku di hilbijartinên 2019’an de gel li Qersê ew kir şaredar jî kete wê hewayê û jê werî ku gelê Qersê ji bo wî dengê xwe dayê û ew kiriye şaredar. Vî mirovî di hilbijartinên 31’ê adarê de ew şensê xwe ceriband û bû namzetekî serbixwe ji derveyî partiyê kete pêşbirka hilbijartinan lê encam çi bû? Encam Ayhan Bilgen di van hilbijartinan de tenê 279 deng girtin ku rêjeya wê ji sedî 0,065 ê dengê Qersê bû. Îca li wê gorê divê her kes aqilê xwe bide serê xwe û vê rastiyê baş zanibe ku bêyî gel û rêxistina gel ew nikare dengê malbatê xwe jî bigire.

Mînaka din ê balkêş di van hilbijartinan de daxuyaniya Serokê partiya Vatanê, Dogu Perînçek a piştî aşkerekirina encamên hilbijartinan bû.

Perînçek derket pêşberî medyayê û li şûna encamên têkçûna xwe rêz bike pesnê partiya xwe da û got me nizanim li kîjan deverê û kîjan deverê muxtar derxisatine. Berê gotine ‘tif rûyê beqê kirin beq bi wan keniya û got rûyê min ji ava behrê şil nabe îca wê ji tifa we şil bibe.’ Bi her halî kurdan dersekî baş da wan kes û partiyên ku dijminaya kurdan dikin û ji wan re gotin we bi dizî, hîle û fenan çav berda şaredariyên me yên we yên bajarên mezin jî av û av çûn.

Bi giştî mirov dikare bibêje ku kesên hesabên şaş li ser kurdan dikirin ew têk çûn û her kesên ku pirsgirêka kurd ji nedîtî ve bibîne dê aqûbeta vê têkçûnê li serê wan be. Heta ku pirsgirêka kurd li bakurê Kurdistanê çareser nebin dê hemû siyasetên dijberî kurdan wan bi ser sergoyê dîrokê ve bişîne û dê ew partî û desthilatî av û av biçe.

Niha partiyên din jî ên wekî CHP’ê ku li gelek deveran û bi taybetî li bajarên herî mezin ên Tirkiyeyê rêveberiya herêmî bidest xistine û gav ber bi desthilatiya vî welatî ve davêjin, divê li ber bayê serxweşiya serkeftinê neçin û dijminahiya kurdan û siyaseta şer û tunekirinê dîsa neceribînin. Divê ew jî dersekê ji dîroka xwe û dîroka vî welatî û desthilatiya xwe û desthilatiyên piştî wê hatine û çûne derxîne û aqilê xwe bide serê xwe.

Di serî de pirsgirêka kurd, rewşa dadgeriyê, alîgiriya dadgeriyê û hewcedariya edalet, demokrasiyê û hemû pirsgirêkên vî welatî li şûna siyaseta inkar û şer bi rêya diyalogê û aştiyeke bi rûmet çareser bike.

Bi her halî tevî ku rêjeya beşdariya van hilbijartinan gelekî kêm bû û bi milyonan kes dengê xwe bikar neanîn û tevî ku desthilata AKP-MHP nelirêtiyên mezin û sextekariyên bêexlaqkirin. Diziya vîna gel a bi riya veguhestina leşker û polîsan ku dengên xwe li bajarên bakurê Kurdistanê bikar bînin û bi wê yekê çend şaredariyên kurdan xesb kirin. Tevî van hemû nelirêtî û sextekariyan jî dîsa DEM partiyê dikaribû 75 şaredariyan bidest bixe.