spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dê li pêş KE’yê ji bo azadiya Ocalan rûnên

Hevseroka KON FED’ê Rûken Akça bal kişand ser çalakiyên meha nîsayê yên ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: “Di 4’ê Nîsanê de em ê Rojbûna Rêber Apo pîroz bikin. Di 15-19’ê nîsanê de jî li pêş KE’ê em ê çalakiya rûniştinê li dar bixin.”

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistanê (KCDK-E), Saziyên Kurd ên Demokratîk ên Ewropayê, komên enternasyonalîst ên Ewropayê û kesên navdar ên cîhanê di 10’ê Cotmeha 2023’yan de li 74 navendan bi dirûşmeya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka kurd re çareseriya siyasî” kampanya dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de bi çalakiyên girseyî yên 8’ê Adarê û 21’ê Adarê Newrozê daxwaza azadiya fizîkî ya Ocalan hat kirin. Piştre jî wê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Ocalan çalakiyên girseyî bên lidarxistin. Hevseroka KON FED’ê Rûken Akça der barê xebatên ji bo azadiya Ocalan nirxandin kir. Ewil qala encama xebatên ji bo pêngavê kir û wiha got: “Niha me dest bi qonaxa duyemîn kiriye. Qonaxa yekemîn gihîşt astekê. Coş û kelecana ku di 8’ê Adarê heta Newrozê de xwe nîşan da encama xebat û ruhê qonaxa yekemîn bû. Berê jî her tim ji bo azadiyê têkoşîn û berxwedan hebû. Lê Newroza 2024’an her tişt ji bo azadiya Serok Apo bû. Azadiya Serok Apo mohra xwe li Newrozê da. Li Ewropa, Kurdistanê û her qadê azadiya Rêber Apo derket pêş. Lê li Bakurê Kurdistanê vê carê gel bê fikar, bi dirûşm, al û rengên xwe li Rêberê xwe xwedî derketin. Em dibînin li Edene, Antalya, Stenbol, Riha Amed û Wanê dîrok nivîsandin. Em dibînin xwedîderketina Rêber Ocalan derket asta herî jor. Ev girseya di Newrozê de nîşan dide ku me encamek girtiye.”

Rûken Akça destnîşan kir ku agirê Newroz bi bedenên Mazluman, Zekiye, Rahşan, Ronahî, Bêrîvan, Semayan geş bûye û bêtir bi wate û giranbuha bûye û wiha got: “Ji ber van bedelan gelê kurd wateyek mezin dide Newrozê. Lê  Newroza 2024’an ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo bû lûtke û zîrveya dîrokê.”

Akça bal kişandser cûdahiya Newrozê jî û wiha axivî: “Her sal Newroz wekî mihrîcan û şahî dihat lidarxistin. Lê îsal li Bakur, Rojava cudahiyek çawa derket, li Ewropa jî pir cuda bû. Dostên kurdan bêtir di nava Newrozê de cihê xwe girtin. Dostên kurdan îsal hem zêde bûn, hem peyamên wan ên ji bo azadiya Rêber Apo derketin pêş. Beriya Newrozê resepsiyon li dar xistin. Çepên almanan ji bo azadiya Serok Apo aşkere daxwazên xwe anîn ziman. Dostên kurdan û civaka Ewropayê êdî aşkere azadiya Rêber Apo dixwazin û li paradîgmaya Rêber Apo xwedî derdikevin.”

Rûken Akça bal kişand ser ruhê Newrozê û bandora wê ya liser qonaxa duyemîn û wiha lê zêde kir: “Niha li pêşiya me plansaziya 4’ê Nîsanê heye. Em ê 4’ê Nîsanê jî dîsa bi coş Newrozê pîroz bikin. Ji ber vê yekê em wateyek dîrokî didin 4’ê Nîsanê. Di plansaziya me de 4’ê Nîsanê heye. Dê di panel û semîneran de pirtûkên serokatiyê bên xwendin. Berê jî li gelek welatan pirtûkên Serokatiyê bi zimanên cuda hatin xwendin. Civakên biyanî xwendina pirtûkan pir erênî dît. Fikrên Serokatî wekî semîner û panel bi civaka Ewropayê re tên parvekirin.

Akça bilêv kir ku dê di 15-16-17-18-19’ê nîsanê çalakiya li pêş Saziya Mafên Mirovan Strasbûrgê çalakiya rûniştinê li dar bixin. Salên berê rayedaran digotin ‘Em nikarin ewlehiya we bigirin destûr nedidan. Lê piştî hevdîtinên dîplomatîk îsal dê 5 rojan rûnên. Dihat plankirin ku berê tevgera jinan bi 500 jinan çalakiya rûniştinê pêk bînin. Lê ji ber meha Remezanê şert û merc ne guncav bûn. Tevgera Jinan piştî civîna xwe biryar dan ku di demên pêş de çalakiya xwe pêk bînin. Di vê çalakiya rûniştinê de 2 daxwaz hene. Yek jê azadiya Rêber Apo ye. Ya duyemîn jî statu û çareseriya pirsgirêka kurd e. Ji xwe herdu daxwaz jî hev temam dikin. Di bin KON MED’ê de 5 federasyon hene. Di bin van federasyonan de nêzî 100 meclisên me hene. Ev meclisên me xebatên dîplomasiyê de dosyayan amade dikin û dê pêşkêşî Konseya Ewropayê bikin. Em ê di vê çalakiyê de tenê 2 daxwazan bînin ziman. Azadiya Rêber Apo û statuya kurdan e.

Gelek plansazî hene. Lê em ê di meha pêş xwe de dîsa kom bibin û plansaziyekê bidin pêş xwe.