26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dem û zindan

Her tişt di demekê de û li deverekê diqewime. Dem û dever du têgeh in ku mirov her hewl dane ji wan fam bikin. Dem di efsane û mîtolojiyan de jî ciyên grîng ji xwe re peyda kiriye. Kronosê ku kurê Uranusî û bavê Zeusî ye, xwedayê demê ye. Kronosî dem afirandiye û dikare di navbera demên cuda de biçe û were. Peyvên kronîk û kronolojiyê ji vir tên. Dîsa di mîtolojiya kurdan de bi navê Zervan, yezdanê demê heye. Li gorî zervanperestiyê hemû başî û xerabî ji demê afirîne. Ma civak belheq dibêje “dem îlaca her tiştî ye”.

Her wiha gelek raman û teoriyên zanistê li ser mijarên dem û deverê hene. Arîstoteles ji bo demê dibêje encama tevgerê ye. Yanî tevger hebe dem jî heye.  Her tevger bûyerek e. Pîvana demê bi tevgerê diyar dibe. Li gorî Arîstoteles, tevger di tiştên temam-nebûyî  de pêkan e. Xwedê, forma mikemel e; ew bêqisûr e û ji ber wê jî tevnagere. Ji ber tevnagere, ew li derveyî dem û deverê ye lê tevgerê jî ew dide destpêkirin û pê re jî dem dest pê dike. Li cihê tevger tune be dem jî tune. Bi rastî jî dema mirov li ser gihaştina fêkiyekê dinêre yan jî li ser emrê xwe difikire, gotinên Arîstoteles pir baş tên famkirin lê wekî pêşîyan digot: “Heta xwe nas kir, emir xelas kir.” Her çi qas temam-bûyîn (xwenaskirin) li qatên jor xwedatiyê îfade bike jî li ser zemîna jêr ew teqabulî mirinê ye. Fêkiyên gihaştî tên xwarin an jî wekî pelên zer hildiweşin.

Yek ji wan fîlozofên ku li ser dem û deverê fikiriye Kant e. Kant van her du têgehan weke têgehên “a pîorî” bi nav kiriye. Yanî têgehên (sêwirîn) ku beriya cerebeyê hene ku di mirov de ji-xwe-ber weke teorîk hene. Têgehên bêcerebe an jî pêş-cerebe ne. Di her mirovî de wekî kategorîk hene. Ji bo tu dem û deverê têbigihêyî, hewcedariya te bi zanînên bi cerebeyê bi dest xistî tune lê li gel vêya hemû cerebe di nav dem û deverekê da çêdibin. Têgehên ku bi cerabeyê têdigihê têgehên “a posterîroriyê” ne. Ji bo wan têgehên “a posterîorî” divê têgehên dem û deverê hebin lê ji bo têgehên dem û deverê hewceyî bi ti cerebeyê tune.

Teoriyên zanistê demê bêtir bi dever û tevgerê şîrove dikin.  Li gorî Teoriya Îzafiyetê (kuantum) dem li ciyên sekinandî û li ciyên bitevger diguhere. Her wiha li fezayê bi awayekî din dixebite, li dinê bi awayekî din… Dem rehendeke subjektîf e. Xema Xeyyamî belkî tiştekî din be lê wiha dibêje: “Du rehendên demê hene: dirêjahiya wê bi rojê re û stûrbûna wê jî bi azweriyê re eleqedar e.” Rast e karên ku em naxwazin bikin dixwazî bila saetek be jî bi me zor tê. Her ders çil deqe bû li dibistanê lê dersa tirkî xelas nedibû û dersa sporê te ha didî xelas dibû.

Helbet van şîroveyên fîlozofî û zanistî li Kurdistanê bi awayekî din dixebitin. Di ferhenga mêtingehiyê de dem û dever ji ferhengên din cudatir in. Ji ber ku her hêzên mêtinger “armanca wan ew e ku dem û deverê bikin pariyên biçûk” û li şûna rastiyên wan sîmulasyona wan deynin. Çawa ku têkiliya erdnigarî û dîrokê xurt e; wiha  têkiliya  dem û deverê xurt e. Weke Helîm Yusivî di Sobartoya xwe da dibêje: “Welatê ku ji erebeya dîrokê ket, cografya dev li guhê wî kir.” Li vir nivîskar silavek dide fîlozofiya Hegelî lê Hegel pêşiyê bi cografyayê dev li guhên welatên rojhilatî dikir û dûre van welatan ji erebeya dîrokê dadixist. Ji ber ku li gorî Hegelî li Rojhilat fîlozofî tune. Yanî aqilê mutlaq ku jê re dibêje Geîst li rojhilatê cîhanê negeriyaye. Li gor wî dîrok welatên bêfîlozofî nahewîne. Îcar em werin ser meseleya xwe. Çawa welat ji erebeya dîrokê dikevin mirov jî ji erebeya demê dikevin û dever dev li guhê me dike.  Li welatên dagirkirî ji ber wê dem bê qîmet e, ji ber ku dever bi rengekî din dev li guhê mirov dike.

“Piştî du caran cezayê muebetê li te birîn min êdî nema ji dema wan bawer kir.”*

Her ku li ser mijara dem û deverê difikirim, ji feza û teoriyên kuantumê bêtir zindan têne bîra min.  Ma ew jî ne dinyayek din e! Gelo ev dema subjektîf ku li gorî cihan diguhere li zindanan çawa dibuhure? Saetekê li derve teqabulî çiqasî dike li zindanan?  Belkî we jî dîtibe, li twîtterê rupelek heye; Rojeva Zindanan ( @RojevaZindanan ). Ez wê dişopînim lê weke her tiştên medyaya civakî dibînî û dibuhurî lê hin tişt hene, bi qasî ku tu tiliya xwe bişemitînî ewqasî hêsan nabihure.  Li ser meseleyê tiştekî wiha parve dike:

“Teyfîk Kalkan

Ev nêzî 29 sal in li zindanê ye. Niha li zindana Tekîrdaxê ye.

#GirtiyênSiyasîRûmetaMeNe”

Em kesên ku ji ber koronayê 2 roj nikaribûn li mala xwe, xwe îzole bikin em ê çawa 29 salan îdrak bikin. Du roj wek du mehan dirêj dibûn… lê 29 sal?

* From A To X / A Story In Letters, J. Berger

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê