8 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Dema ku hestiyên kurê min di kîs de dan destê min dinya li serê min geriya’

Ciwanê kurd Hakan Arslan dema qedexeyên derketina derve di sala 2016’an de li navçeya Sûrê ya Amedê hatibû kuştin. Cenazeyê Arslan sala borî di 7’ê sibatê de li taxa Hasirli ya navçeyê hatibû dîtîn û radestî Tipa Edlî ya Amedê (ATK) hatibû kirin. Piştî 7 salan di 29’ê tebaxê de hestiyên Arslan li Edliyeya Amedê di kîsek de radestî bavê wî hatin kirin.

Hestiyên Arslan ku di 29’ê tebaxê de di kîs de radestî bavê wî Alî Riza Arslan hatin kirin, di heman rojê de li gundê Çawûş ê navçeya Qereyaziyê ya Erziromê hatin veşartin. Dîmenên radestkirina hestiyên Arslan ku ji aliyê Ajansa Mezopotamyayê (MA) ve hatin weşandin bûn sedema bertekên mezin. Gelek derdoran bertek nîşanî rêbaza radestkirinê dan û rêxistinên hiqûqî jî giliya rewşê kirin.

Zilmê li gund jî berdewam kiriye

Derket holê ku zilma li hemberî malbata Arslan bi Edliyeya Amedê bi sînor nemaye û li gund jî berdewam kiriye. Li gund leşkeran nehiştiye ku vecîbeyên olî yên Arslan li mizgefta gund bên kirin û şîna wî li mala şînê ya gund bê danîn. Ji ber vê zilma li dijî xwe malbata Arslan vecîbeyên olî yên li kurê xwe li goristana gund pêk anîne û şîna xwe jî li mala xwe danîne.

Me xwe gihand bavê Arslan Alî Riza Arslan û mijarê jê pirsî. Alî Riza Arslan, da zanîn ku ji destpêkê ve leşker bi wî re têkilî danîne û jê re gotine ku bila pirsgirêk çênebe û wiha got: “Dema ku me cenaze bir gund nehiştin em vecîbeyên olî li mizgefta gund pêk bînin. Ji ber vê me vecîbeyên olî li ser goristana gund pêk anîn. Her wiha nehiştin ku em li mala şînê ya gund şîna xwe jî deynin. Li ser vê me li mala xwe şîna xwe danî.”

‘Gelek zora min çû’

Di berdewamê de Arslan destnîşan kir ku dema di kîs de hestiyên kurê wî dane destê wî gelek zora wî çîye û ev tişt anîn ziman: “7 sal bûn kurê min şehîd bûbû. Dema ku şehîd bû 22 salî bû. Dema ku hestiyên kurê min di kîs de dan destê min dinya li serê min geriya. Gelek zora min çû. Rewşa min xerab bû. Xwedê qebûl neke. Bi du biraziyên xwe re hatibûm Amedê. Ji bo ku pirsgirêk dernekeve me agahî neda kesî. Ji ber wê me tenê hestiyên xwe girt.”

Dayîka Arslan nexweş e

Arslan ku ji ber mêvanên wî hebûn zêde agahî nedan me  got ku hevjîna wî û dayika kurê wî Melîke Arslan ji ber rewşê gelek diêşê û ev tişt got: “Me hê dîmenên li ber Edliya Amedê nîşanî hevjîna min nedaye. Hevjîna min gelek diêşê. Du roj in nexweş e. Mevanê min hene nikarim gelek biaxivim.”