3 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Rûsya gaza xwezayî li dijî Ewropayê wekî çek bikar tîne

Rûsya da xuyakirin ku ew dê ji îro ango ji 31 tebaxê heta 3’yê îlonê nikaribe gaza xwezayî bide Almanyayê.

Li gorî agahiyên şirketa veguhestina gazê ya Rûsyayê Nord Stream 1 ji ber xerabûna hin parçeyan ew nikarin gazê veguhêzin û divê ew parçe werin guhertin an jî sererastkirin.

Hêjayî gotinê ye ku Rûsyayê gaza diçe Ewropayê ya xeta Nord Stream 1 ji sedî 40 kêm kiriye û vê yekê buhayê gazê li hin welatên Ewropayê ji sedî 400 zêde kiriye.

Her çendî Rûsyayê sedema vê rawestandina gazê wekî kêmbûna parçeyan û xerabûna makîneyan bide xuyakirin lê welatên ewropayê vê yekê wekî zexteke Rûsyayê û çekeke şer binav dikin.

Wekî tê zanîn piştî ku Rûsyayê dest bi êrîşa li dijî Ukraynayê kir gelek welatên ewropayê jî tev li ambargoyên li dijî Rûsyayê bûn. Rûsyayê jî dixwaze bi vê çeka di destê xwe de ango çeka gaza xwezayî bersiva wan ambargoyan bide û heta niha gaza xwe bicarekê re ji ser welatên wekî fînlanda, Bulgaristan, Danîmarka, Holanda û Polonyayê biriye.