28 Nisan, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Dêrezorê tevgera milîsên Îranê û bersiva Hêzên Hevpeyman

Li gorî çavkaniyên Saziya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) Hêzên Hevpeymaniya Navnetewî bi tevlêbûna Hêzên Sûriya Demokratîk li gundewarên Dêrezorê dest bi tatbîqateke leşkerî kirin. Di van manawreyan de tank û balafirên şer jî hatin bikaranîn.

Wekî tê zanîn komên çekdar û milîsên girêdayî Îranê bi piranî li Dêrezorê li rojavayê çemê Firatê û heta deriyê sînorê Iraqê belav bûne. Îranê di rêya deriyê  sînor ê (Bû Kemal) de çek û çebilxaneyan dide wan milîsên xwe.

Li gorî agahiyên çavdêran tenê li wê herêmê derdora 15 hezar çekdarên girêdayî Îranê hene ku ji komên çekdar ên iraqî, afganî û pakistanî pêk tên.

Hêjayî gotinê ye ku ew manawreyên Hêzên Hevpeyman û QSD’ê wekî bersivekê ji liv û tevgerên milîsên (Fatimiyûn) yên li herêma Dêrezorê re bû. Milîsên Fatimiyûn yên afganî ku girêdayî Îranê ne di 25’ê tebaxê de fûzeyên xwe li hemberî zeviya gazê ya (Kornîko) bi cih kiribûn.