26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

‘Demboriya dozê cureyekî efûkirinê ye’

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatin windakirin bipirsin û kujer bên darizandin, di hefteya 877’an de li ser online daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta karkerê înşaetê Abdullah Canan ê di 17’yê çileya 1996’an de li Geverê hat binçavkirin û piştre cenazeyê wî hat dîtin pirsîn.  Dayikên Şemiyê xwestin kujerê Abdullah Canan bê ronîkirin û darizandin.

Tayyûp Canan çîroka bavê xwe Abdullah Canan xwend û wiha got: “Bavê min di 17’yê çileya 1996’an de dema ji Geverê diçû Colemêrgê hat binçavkirin. “Fermandarê Tabûrê Mehmet Emin Yurdakul,  Serbaz Nîhat Yîgîter û îtîrafkar Kahraman Bilgiç bavê min binçav kirin. Kesên bavê min binçavkirin, 45 roj şûnde bavê min winda kirin. Piştî îşkenceya giran li bavê min kirin, roja cejnê li nêzî qereqola cendirmeyan cenazeyê wî avêtin tenişta rê.

‘Dewlet aqûbetê vedişêre’

Canan, xwest pêkanînên demboriya dosyayan bi dawî bibe û wiha got: “Em dixwazin dema dosyayên dozê derbas nebe. Em edaletê dixwazin. Windakirina bi zorê, pêkanînên hêzên dewletê yên herî hovane ye. Dewlet kesên ku wan winda dike, aqûbeta wan vedişêre û naxwaze ronî bibe. Dixwaze sûcê wan veşêre. An înkar dike an jî dixwaze di nava demê de bê jibîrkirin.”

‘Em ê tu carî windayan ji bîr nekin’

Canan, da zanîn ku dozger lêpirsînek baş nekiriye û wiha axivî: “Dem di ser lêpirsînê re derbas kirine û bi gotina “Di ser lêpirsinê re dem boriye” dixwazin ser bûyerê veşêrin.”

Canan da zanîn ku dewlet ji wan re dibêje ‘Dema we xelas bû. Windayên xwe ji bîr bikin’ û wiha got: “Em ê windayên xwe ji bîr nekin. Em ê heta dawî li pêy edalet û heqîqetê bin. Em bang li rêveberên dewletê dikin. Ji ber hiqûqa gerdûnî erka dewletê ewe ku sûcê li dijî mirovahiyê ceza bikin. Vê erka xwe pêk bînin. Em bang li dozgeran dikin. Erka xwe pêk bînin. Dawî li bêcezakirinê bînin. Hiqûqetê ronî bikin. Demboriya dosyayên dozê efûşa veşarî ye.”

‘Daraz binpêkirinê rewa dike’

Vê hefteyê li ser navê xizmên windayan Rêvebera Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê Sîbel Çapraz daxuyanî xwend. Çapraz, anî ziman ku 877 hefte nin, dibêjin “Hêzên serdestan bi rêya darazê edalet û hiqûqê pûç dike” û wiha got: “Pergala darazê, pêkanînên rejîmê yên li dijî mafên mirovan rewa dike. Ji ber vê yekê em nagêjin mirovên xwe yên winda. Abdullah Canan li Geverê karkerek bû.  Gelek caran mafê Canan hat binpêkirin. Canan ji ber mafê wî hat binpêkirin giliyê Fermandarê Tabûra Komando ya Geverê Mehmet Emin Yurdakul kir. Ji ber vê yekê Yurdakul gef li Canan xwar û ew binçav kirin. Dema Canan binçav kirin gelek caran malbat çûn Fermandariyê. Lê her tim binçavkirina Canan înkar kirin. Di 21’ê Sibata 1996’an de bedena Canan  a îşkence lê hatibû kirin hat dîtin. Malbata Canan serî li Serdozgeriya Komarê ya Gevrerê dan û anîn ziman ku Fermandarê Komandoyê Yurdakul  berpirsiyarê kuştina Abdullah Canan e. Malbatê di 1’ê kanûna 1997’an de serî li DMME’yê da. DMME’yê têkildarî kuştina Abdullah Canan Tirkiye mahkûm kir. Yên ku Abdullah Canan qetil kirin diyar in. 178 hefte ne Qada Galatasarayê li me hatiye qedexekirin. Lê em ê tu carî dest ji qada Galatasarayê bernedin.”

Naveroka berê
Naveroka ya piştî vê