5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demîr: Em ê têkoşînê ava bikin

Hevseroka MATUHAY-DER’ê Dîlek Demîr, anî ziman ku azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo jiyanek hevpar girîng e û wiha got: “Paradîgmaya Abdullah Ocalan ji bo jiyanek hevpar girîng e. Em ê têkoşîna hevpar ava bikin.”  

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di çarçoveya kampanyaya navneteweyî ya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de, di 27’ê Mijdara 2023’yan de dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Girtiyên siyasî di 4’ê Nîsanê de ragihandin ku ew çalakiya xwe ya greva birçîbûnê bi dawî dikin û çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû dikin. Hevseroka Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyan ya Marmarayê (MATUHAY-DER) Dîlek Demîr der barê çalakiyên li hember tecrîdê de ji Nûçegîhana JINNEWS’ê Rozerîn Gultekîn re axivî.

Dîlek Demîr da zanîn ku 25 sale tecrîd li ser Abdullah Ocalan pêk tê û 37 mehe tu agahî jê nayê girtin û wiha got: “Paradîgma Abdullah ocalan ji bo jiyaneke aştiyane ya gelan girîng e. Li ser hemû kesên li alî aştî û demokrasiyê  tecrîd pêk tê. Em vê qebûl nakin. Em ê têkoşîn avê bidin. Armanca tecrîdê eve ku civakê girêdayê xwe bikin.”

 ‘Em ê çalakiyan mezin bikin’

Dîlek Demîr bal kişand ser pergala serdest û wiha axivî: “Ev 100 sale em bi pergalek nexweş re rû bi rû ne. Ev pergal nikare êdî xwe bimeşîne. Civak êdî azadiyê dixwaze. Ji ber vê jî çalakiyan dikin. Li Kurdistan, Ewropa û Tirkiyeyê li dijî tecrîdê deng bilind dibin. Çalakî ji bo jiyanek hevpar tên ikrin. Li girtîgehan grev hat destpêkirin. Di grevên birçîbûnê de girtî xistin hucreyên yek kesî. Hatin derbkirin. Di 4’ê Nîsanê de grev bidawî kirin û derbasî qonaxek nû bûn. Demên pêş de biryara me ya çalakîbûnê heye.”

Dîlek Demîr xwest vînek xurt nîşan bidin û wiha bi dawî kir: “Divê em îradeya hundir li derve nîşan bidin. Li derve em çawa piştgiriyê didin ev gelek girînge. Divê em vî dîwarê tirsê hilweşînin. Heta ev neyê kirin wê civakîbûn jî ne pêkan be. Werin em bi hev re têbikoşina xwe bidomînin.”