26 Nisan, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Demîrtaş û Yuksekdag êrîşê şermezar kirin

Hevserokên berê yên HDP’ê Selehattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag têkildarî êrîşa li ser avahiya HDP’ê û qetilkirina Denîz Poyraz li ser hesabên xwe yên twîtterê peyam weşandin;

Demîrtaş: “Di serî de ez hevala Denîz ku bi awayekî hovanê hat qetîlkirin bi rêzdarî bi bir tînim, ji malbat û gelê me re sersaxiyê dixwazim. Êşa me mezin e lê hêviya me jî pir mezin e.

Em faîlan nas dikin û armanca wan çi ye dizanin. Pêşiya provakasyonan girtin têkoşina demokrasiyê mezinkirin e.

Em ê bi hev re civakek aştî û pêşerojek azad ava bikin ku em ê di wan rojan de li  pêşberî hiqûqê hesabê van hovîtiyan bipirsin.”

Fîgen Yuksekdag:

“Denîz Poyraz a ku bi awayekî hovane hate qetilkirin, masumiyet û mafdariya hemû gelên Tirkiyeyê û jinan e. Ez li ber bîranîna wê bejna xwe ditewînim, ji malbat û rêhevalên wê re sersaxî dixwazim.

Em kujer û kiryarên Denîz nas dikin û em ê hesabê vê yekê ji wan bipirsin.

Ew kesên ku ev hefteyeke me bi navê ‘dozê’ didarizînin û dixwazin faîlên Kobanê xilas bikin, heman provakasyon û wehşetê pêk tînin.

Ew kesên ku dixwazin bi çeteyên xwe emrê desthilatdariya xwe dirêj bikin, dê di xwînên ku rijandine de bifetisin.
Kesên ku bûne sedemên van windahiyan wê di wijdanê gelê me de dê hesab bidin.”