spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê berxwedana jinan: Koma Şehîd Elefterya

Koma Muzîkê ya Şehîd Elefterya ku ji jinên ciwan pêk tê, bi hunera xwe dengê jinan û berxwedana wan radigihînini civakê.

Koma Muzîkê ya Şehîd Elefterya di sibata sala 2021’ê de li bajarê Dêrikê yê Herêma Cizîrê hatiye avakirin. Koma ku ji 8 jinên ciwan pêk tê, di bin sîwaneya Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê de xebatên xwe dimeşîne.

Hemû endamên komê di malbatên evîndarên muzîkê de mezin bûn, lewma ji zarokatiya xwe ve dest bi vê hunerê kirine. Dema tevlî xebatên Hîlala Zêrîn bûne û kom hatiye avakirin jî, êdî ji amatoriyê ber bi profesyoneliyê ve dest bi rêwitiyê kirine.

Di zêdetirî 2 salan de bikaranîna amûrên muzîkê yên wekî tembûr, gîtar, erbane û darbuka fêr bûne, li ser deng û awazan perwerde dîtine. Perwerdeya xwe jî bi stranên gelerî, dengbêjî û nûjen, jiyanî kiriye. Heta niha 40 stranên gelerî û hunermendên kurd ên weke Eyşe Şan, Aram Tîgran kom kirine û di şahî, bername û çalakiyan de gotine.

Ji bilî stranên gelerî, Koma Elefterya li ser nivîsandina gotinên stranan û awazan jî kar meşandiye û heta niha 2 stran çêkirine. Strana yekemîn bi navê “Xeml û Xêza Kurdistanê” hatiye çêkirin û behsa bedewiya Kurdistanê dike. Strana duyemîn jî li ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê bi navê “Gurzê Gerîla” hatiye amadekirin.

Festîvala Stranan a Orkêş

Koma Şehîd Elefterya cara yekem di  11’ê gulanê tev li festîvaleke mezin a muzîkê bû û hunera xwe pêşkêş kir. Komê di 2’yemîn Festîvala Muzîkê ya Orkêş a li Qamişlo hat lidarxistin de, her du berhemên xwe, hem jî stranên gelerî pêşkêş kirin.

Endamên komê têkildarî xebatên xwe ji ANHA’yê re axivîn.

Endamê komê Suriye Ebdullah Mistefa ku ji zaroktiya xwe ve bi karê muzîkê re eleqedar dibe, di avakirina Koma Şehîd Elefterya de cih girtiye. Suriye Ebdullah dibêje ku dayik û bavê wê jî stranbêj in lewma hîn di zarokatiya xwe de dest bi karê muzîkê û stranan kiriye.

Suriye destnîşan kir ku bi stranan êşên jinan û berxwedana şervanan tînin ziman û wiha got: “Me xwest bi strana xwe ya bi navê ‘Gurzê Gerîla’ berxwedana şervanên YJA STAR bînin ziman.”

Îlham û hêza xwe wan

Endama komê Wensa Mihemed jî keça dayik û bavekî şanoger e; li ser daxwaza wan tev li xebatên çand û hunerê yên Hîlala Zêrin bûye û ev 3 sal in kar dike. Wexa koma Şehîd Elefterya hatiye avakirin jî tê de cihê xwe girtiye. Wensa armanca xwe bi gotinên wekî, “Dixwazim estrumanan fêr bibim, li ser deng xwe perwerde bikim û bibim dengbêjekî navdar” tîne ziman û dibêje ku çavkaniya wê ya îlhamê jî berxwedana gerîlayên azadiyê ye.

Hindê Tahir jî di zaroktiya xwe de bi karê muzîkê re eleqedar bûye û piştre tev li Koma Şehîd  Elefterya bûye. Amûrên gîtar û erbane bi kar tîne û û dibêje “Hedefa me ew e ku em bikarin bi muzîkê dengê jinan bigihînin gelê xwe.”