6 Mayıs, Pazartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengê Kobanê 9 sal in li cîhanê olan dide

9 sal berê Kobanê dîrok nivîsand. Gelê kurd bi berxwedana li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê, êdî gerdûnî bû. Gelên cîhanê 9 sal in êdî têkoşîna Kobanê wekî têkoşîna xwe dibînin û vê rojê pîroz dikin

Dema Kobanê te gotin berxwedana gelê kurd a li dijî DAIŞê tê hiş û aqilê mirov. Dema Kobanê tê gotin Arîn Mîrkan û bi sedan ciwanên kurd ên canê xwe feda kirin tê hişê mirov. Dema Kobanê tê gotin yekîtiya gelê kurd a li ser sînor bûn xelek û bi bi şev û roj nobet girtin tê aqilan.

1’ê Mijdarê ‘Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî’ ye. Li hember dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û hevkarên wê, şervanên YPG û YPJ’ê berxwedaneke dîrokî raber kirin. Berxwedana sedsalê cîhan neçar kir ku ji bo wê rabe ser piyan û piştgiriyê bidiyê.

Berxwedana Kobanê bû berxwedana sedsalê

9 sal berê DAIŞ’ê bi piştgiriya hikûmeta Tirkiyeyê êrişî Kobanê kir. Xwestin wekî Misûl û Şengalê Kobanê jî dagir bikin. Lê berxwedana gelan jî li hemberî wê roj bi roj mezintir bû. Berxwedana Kobanê ya dîrokî li cîhanê weke berxwedana sedsalê hate naskirin. 15’ê Îlona 2014’an, çeteyên DAIŞ’ê bi hevkariya Tirkiyê dest bi êrişên li ser Kobanê kir. Di wê êrişê de bi hezaran çete ji tevahî cîhanê beşdar bûn. Bi dehan şervanan li taxên Kobanê li hemberî xeteriya DAIŞ`ê li ber xwe dan. Berxwedana şervanan cîhan neçar kir ji bo Kobanê rabe ser piyan. Her ku dorpêça li ser Kobanê teng dibû, piştgiriya şervanan jî zêdetir dibû. Di Cotmeha heman salê de dema ku DAIŞ gihaşt sînorê bajêr, bi hezaran Kurdên ji herêmên cuda yên Bakurê Kurdistanê li ser sînor kom bûn û piştgiriya berxwedanê kir.

Kobanê bi ser ket

Di pêvajoya berxwedanê de jî seferberiya ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ragihand û bangawaziyên wî li civaka Kurdistanê ku Kobanê biparêzin, guhertineke dîrokî di şerê “çarenûsî” yê li Kobanê de çêkir.Kobanê bi ser ket û pişt li DAIŞ’ê hate şikestin. Piştî 4 sal di ser rizgarkirina bajarê Kobanê re derbas bûn, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) di adara 2019`an de DAIŞ li bajarokê Baxozê di warê erdnîgarî de têk bir.

Gelê cîhanê li Kobanê xwedî derket

Gelên bi dehan welatên Asya, Ewropa û Amerîka Latîn bi hevbendiyeke enternasyonalîst piştgirî da wê berxwedanê.Û roja 1’ê Mijdarê wekî Roja Piştgiriya Kobanê ya Cîhanî hat ragihandin. Bi mîlyonan kes ji ol, mezheb û netewên cûda ku alên YPG û YPJ’ê hildan û ji bo silavkirina berxwedana Kobanê daketin kolanan.Û bang li civaka navdewletî kirin ku destwerdana lezgîn bikin û piştgiriyê bidin gelê Kurd.Xwepêşendêran hêzên siyasî û dewlet jî neçar kirin ku li hember hovîtiya DAIŞ’ê bêdeng nemînin.

133 rojan li ber xwe dan

Gelê kurd ji zarokan heta mezinan 133 rojan bi şev û roj li ser sînor nobet girtin. Ciwanên kurd di pêşengiya Yekîtiya Parazvanên Jin (YPJ) û Yekîtiya Parasvanên Gel (YPG) 133 rojan li dijî hovitiya DAIŞ’ê sîng bi sîng li berxwedanek pêhempa nîşan dan. Bedena xwe li pêş êrîşên DAIŞ’ê kirin mertal û destûr nedan ku DAIŞ Kobanê têk bibe. 9 sal berê li cîhanê dîrok nivîsandin. 9 sal berê destan nivîsandin.

Ji bo azadiyê têkoşiyan

9 sal berê li aliyekî rêveberiyên otorîter û zordar, êrişên hovanê yên li dijî nirxên mirovahiyê pêş xist û bi hezaran mirov qetil kirin. Li aliyê din jî, vîn û rûhê tevgera kurd bi berxwedanek bêhempa, ji bo azadiya jinan, ciwanan, gelan û baweriyan û modela jiyaneke nû, felsefeyek nû û dîrokek nû têkoşiya.

Di 39 salên dawî de Erdnîgariya Kurdistanê, şahidiya berxwedanek dîrokî dike. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî bi taybetî di 12 salên dawî de di aliyê berxwedan, avakirina jiyan û felsefeyek nû û rêveberiyek nû de dîrokê dinivîse. Îro çavê hemû cîhanê li ser pêşketinên vê axê ne. Yek ji berxwedana dîrokî û vîna ji pola ku hemû gelên cîhanê bûn şahidê wê berxwedana Kobanê ye.

DAIŞ’ê xwest mirovahiyê tune bike

Di sedsala 21’emîn de DAIŞ’ê bi alîkarî û piştgiriya hêzên navneteweyî û herêmî, li dijî gelên herêmê hovîtiyeke mezin û komkujiyên giran pêk anî. Xwestin ku bi destê DAIŞ’ê hêviya gelan, xeyalên azadiyê yên gelan bifetisînin, tune bikin. Li Şengal, Kerkûk, Misûl û gelek bajarên din DAIŞ’ê komkujiyên mezin pêk anîn. Lê li dijî vê hovîtî û komkujiyê di serî de gelê kurd û dostên gelê kurd, bi wê berxwedan, têkoşîn û serfiraziyê, pêşengiya sedsala azadiyê ya nû kir.

Li dijî DAIŞ’ê li Kobanê 133 rojan berxwedaneke mezin nîşan da û Kobanî rizgar kirin. Berxwedana li dijî DAIŞ’ê, serkeftina ku hate bidestxistin, serfiraziya gelan, jinan, baweriyan bû. Encama nirxên hevpar ên mirovahiyê bû. Çirûska berxwedana Kobaniyê îro bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî li Rojhilata Navîn û li cîhanê deng vedide û bûye dirûşma azadiyê.

Gelên cîhanê mil dan û xwedî li berxwedana Kobaniyê derketin û hemû îmkan seferber kirin. Gelên cîhanê, nivîskar, rewşenbîr, xelatgirên Nobelê û rêxistinên civaka sivîl, 1’ê Mijdara 2014’an wek Roja Piştgiriya bi Kobaniyê re ragihandin. Ruhê Kobaniyê bû ruhê azadiyê li her aliyê cîhanê û hêviyeke mezin da gelan.

Dijminahiya li dijî Kobanê didome

Îro dema em li geşedanên li ser Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dinerin, em dibînin ku ji wê rojê heta niha hem hêzên navneteweyî hem jî hêzên herêmî, her tim dijminahiya serfiraziya Kobaniyê kirin. Di ser re 9 sal derbas bûn lê hêzên tarî û çeteyên wek DAIŞ’ê li Efrînê, Girê Spî û Serêkaniyê ne. DAIŞ di kiras û rengên cuda de gef û êrişên xwe berdewam dikin.

Nexwesim li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û dewleta tirk ku hewl dida di bin perdeya îslamê de, xîlafeta Osmanî vejîne, bi bin ketin. Ji DAIŞ’ê heta bi dewleta Tirk, ji Ebû Bekir El-Bexdadî heta bi bavê wan ê ruhî Erdogan, rijandina xwînê û derbkirina aramiya herêmê, ranewestiya ye.

 Tirkiye Kobanê armanc dike

Em dibînin ku Tirkiye ji wê rojê de nikarî têkçûna hevalbendê xwe DAIŞ’ê li pêş çavên xwe li ser destê şêniyên herêmê ragirta.Tirkiyê sembola Cîhanî ya berxwedanê ‘Kobanê ‘ armanc digire. Tirkiyeyê bi balafirên bêmirov di 2 salan de bi dehî caran herêmên sivîlan ên Kobanê hedef girtin. Bi vî awayî tiştê ku çeteyên DAIŞ’ê li Kobanê nikarî pêk bîne, Tirkiyeyê li pêş çavên civaka navdewletî dixwaze bibe serî.

Îro êrîşên li ser Kobanê û li ser hemû Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê her wiha li ser Şengal û Mexmûrê didomin. Ev nîşan dide ku tişta DAIŞ’ê bi dest nexist, artêşa Tirkiyeyê dixwaze bi dest bixe. Lê êdî cîhan li Kobanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwedî derdikeve.