spot_img
2 Mayıs, Perşembe - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Berxwedana sedsalê ya bi xwînê neqişandin: Kobanê

Kurdan piştî Kobanê ji destê DAIŞ’ê rizgar kir; her sal 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê tê pîrozkirin. Gelê Kobanê û şervanên kurd li dijî hêzên DAIŞ’ê ku gelek welatên cîhanê piştgirî didan wê, zêdeyî 3 mehan Kobanê parast û ji destê DAIŞ’ê rizgar kir

“26’êmeha çile 2015, Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqîqe…”

Bi van gotinan ew mizginiya ku bi milyonan li bendê bû ji cîhanê re hatibû ragihandin. Berxwedana sedsalê encam dabû û Kobanê hatibû rizgarkirin. Gelê ku hesreta azadiyê dijiya, ji cihê ku dîroka rûmet û îradeya mirovahiyê dihat parastin bi vê mizginiyê hatibû silavkirin. Li dijî dagirkeriya sedsalê, berxwedan bi ser ketibû û li dilê Rojhilata Navîn tovên demokrasi, wekhevî û azadiyê hatibû çandin. Û navê ku dê li rex navê Stanlîngardê cih bigirta jî Kobanê bû. Lewma 1’ê Mijdarê di dîroka nêz a kurdan de rojeke girîng e; Roja Kobanê ya Cîhanê ye.

Kobanê, wekî herdu qantonên din ên Rojava, Cizîr û Efrînê li dijî rejîma Baasê û di serî de welatên wekî Tirkiye yên ku dixwastin wê dagir bikin, bi pergala demokratîk û rêveberiya xweser rêya xwe kifş kiribû. Ev rêya ku wê bijartibû, wê kiribû hedefa Deccalê vê sedsalê çeteyên DAIŞ’ê. Çîroka wê berxwedana sedsalê ango berxwedana Kobanê jî li vir destpê dikir.

Armanc dagirkirina Kobanê bû

Çeteyên ku di hezîrana 2014’an de bi dagirkirina Misûlê ve çekên giran bi dest xistin, piştî êrîşên li dijî Şengalê berê xwe dabûn xaka Rojava. Yek ji hedefên çeteyan jî qantona Kobanê bû. Armanca çeteyan ew bû ku Kobanê bidest bixin û bi vê yekê ve pêwendiya hersê qantonên Rojava ango qantonên Cizîr, Efrîn û Kobanê bi tevahî qut bikin. Bi vê armancê çeteyên DAIŞ’ê bi meha tîrmehê ve ji sê aliyan ve dest bi êrîşên dagirkirinê kirin. Li ser îlankirina Xweseriya Demoratîk a Kobanê 10 meh derbas nebû ku Kobanê di 15’ê cotmeha 2014’an de ji aliyê çeteyan ve hat dorpêçkirin.

DAIŞ berê xwe dide Kobanê

Di 2’yê tîrmeha 2014’an de çeteyên DAIŞ’ê ji aliyê eniya rojava li ser Cerablûsê ve êrîşê gundê Zor Mixar kirin. Bi van êrîşên meha tîrmehê re li Kobanê pevçûnên ku bûn bingeha destana berxwedanê destpê kirin. Li dijî pêla mezin a êrîşan şervanên YPG-YPJ’ê dest bi berxwedanê kirin. Li dijî çekên giran ên çeteyan, şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên wekî keleşan lê bi ruhekî fedaî berxwedan domandin.

Piştî ku şervanên YPG-YPJ’ê li dijî êrîşên meha Tîrmehê berxwedaneke mezin meşandin, ji aliyê şervanan ve “Hemleya tolhildana şehîdên Kobanê” destpê kir û ev hemle heta meha tebaxê dewam kir. Lê bi meha îlonê re li dijî Kobanê êrîşên herî giran destpê dikir. Çeteyên DAIŞ’ê li aliyekê çekên ku ji rejîma Esad bidest xistin bikar dianî, li aliyê din ji aliyê Tirkiyeyê ve jî di bin çavderiya artêşa tirk de çekên giran û bi sedan çeteyên DAIŞ’ê derbasî sînorê Kobanê dibûn.

Li ser zêdebûna êrîşên çeteyan Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hevdîtineke bi heyeta Îmraliyê de bang kir ku herkes xwedî li berxwedana Kobanê derbikeve. Her wiha Hevserokatiya Rêveberiya KCK’ê jî di 7’ê hezîrana 2014’an de daxuyand ku “divê tevahiya Kurdistanê piştgirî bide vê seferberiya Kobanê.” Lewre parastina Kobanê dê bibûya çîrûska agirê Şoreşa Rojava.

Li ser bangawaziyan ji çar parçeyên Kurdistanê di serî de ciwan bi sedan kes berê xwe dan sînorê Kobanê. Bi taybetî li bakurê Kurdistanê li gel tevî astengî û êrîşên dewleta tirk bi sedan ciwan ji bo beşdarî berxwedana Kobanê bibin berê xwe dan sînorê Kobanê û sînor bê wate kirin.

Li dijî êrîşên ku her ku diçû giran dibûn, şervanên YPG û YPJ’ê bi çekên keleş û bombeyên destan ên ku duyemîn şerê cîhanê de dihatin bikaranîn li ber xwe didan. Lê dîsa jî bersiva ku didan çeteyan derbasî dîrokê dibû. Lewre li hember êrîşên bi çekên giran, di her eniyan de şervanên YPG-YPJ’ê bi berdêla canê xwe tî û birçî, bê xew, bi şev û roj destan dinivîsandin.

Ber bi dawiya meha îlonê ve çeteyên DAIŞ’ê yên ku herî zêde ji dewleta tirk piştgirî digirtin, ji hersê aliyan ve Kobanê dorpêç kirin. Ji aliyê bakur ve jî artêşa tirk li ser sînor piştevaniya çeteyan dikir. Di rojên destpêka meha cotmehê de êdî li Kobanê şerê nava bajar xwe da der. Çeteyên ku ketin nav tax û kolanên Kobanê êrîşên xwe girantir kirin. Êdî di navbera çete û şervanên YPG-YPJ’ê de pevçûn sing bi sing rû didan. Neviyên Derwêş û Edûlê ji bo Kobanê canê xwe dikirin mertal.

Erdogan li benda ketina Kobanê bû

Li aliyê din li cîhanê jî li dijî Kobanê bêdengî dewam dikir. Ên ku dengê xwe derdixistin jî kesên ku li ser dagirkirina Kobanê hesabên qirêj dikirin bû. Di serî de jî serokwezîrê dewleta Tirk ê wê demê Recep Tayîp Erdogan dihat. Erdogan ê ku rêbertiya DAIŞ’ê dikir, li ser dorpêçkirina Kobanê xeyalên xwe yên dagirkirina xaka Rojava bi van gotinan dianî ziman: “Vaye meh di ser de derbas bû, guhertin tune ye. Niha Eyn el Ereb jî, bi navê din Kobanê jî ha ket, ha ket!”

Gelê kurd xeyalê Erdogan têk bir

Erdogan ketina Kobanê û dagirkirina Rojava xeyal dikir. Lê di hesabên xwe de tiştek ji bîr kiribû. Ew yek jî îrade û ruhê berxwedêr ê gelê kurd bû. Li ser van daxuyaniyên Erdogan di serî de li Bakur, li çar parçeyên Kurdistanê û cîhanê bi sed hezaran kurd û dostên kurdan bi dengê “bijî berxwedana Kobanê” rabûn ser piyan û ji Erdogan re gotin; “Heta em hebin Kobanê nakeve…” Û ew berxwedan jî wek berxwedanên Kobanê yên 6-8’ê cotmehê derbasî rûpelên dîroka şŞoreşa Rojava bû.

Lehenga çeleng: Arîn Mîrkan

Li gel xeyalên dagirkeran dê Kobanê neketa. Peyama vê ya herî bi bandor jî di 5’ê cotmeha 2014’an de ji girê Miştenûrê hat. Fermandara YPJ’ê Arîn Mîrkan di eniya li girê Miştenûrê de bi çalakiya fedayî ya ku pêk anî, herikandina şer guherand. Arîn bi çalakiya xwe ya fedaî peyama herî bi bandor û bi wate dabû cîhanê û dagirkeran. Li ser şehadeta Arîn Mîrkanê, şerê Kobanê jî êdî bêhtir bi wate bibû. Lewre her şervanên ku ji çalakiya Arînê agahdar bûn bi ruhê wê di eniyên şer de bersiv dan çeteyan.

Jinan di eniya herî pêş de şer kirin

Di berxwedana Kobanê de di şexsê Arîn Mîrkanê de divê kevanekeke cuda ji jinên kurd re bê vekirin. Lewre jinên kurd ên ji destpêka êrîşan heta rizgarkirina Kobanê di Şoreşa Rojava de rola pêşeng lîstin. Di her eniyên şer de jinên ku bi çekên destê xwe li ber xwe dan, li dijî hişmendiya serdest a zilam şerê mirovahiyê meşandin. Di eniyên herî pêş de cîhan şahidiya berxwedana wan kir. Di bin navê YPJ’ê de bi guleyên ku berdan dilê çeteyên dagirker dengê tevî jinên bindest ragihandin parzemînin cîhanê. Bi kenên xwe, bi şerê sing bi sing, bi govendên xwe, bi reng û tililiyên xwe di şerê mirovahiyê de her yek wan bûn xwedawend.

Li dora Kobanê bûn xelek

Berxwedana ku li Kobanê dihat meşandin, di heman demê de bibû qada hevpar a berxwedana li dijî dagirkeriyê. Bêdengiya cîhanê, ji aliyê şoreşgerên enternasyonal ên ku ji netewe û nasnameyên cuda berê xwe dan Kobanê ve hat xirabkirin. Li dijî taritiya serdema navîn, şoreşgerên ku ji deverên cuda ên cîhanê hatin û di bin baskên YPG-YPJ’ê de civiyan bi şervanên kurd re têkoşîneke hevpar a enternasyonal meşandin.

Her wiha ciwanên şoreşger ên li dijî faşîzma dewleta tirk li ber xwe didan jî bi reng û alên xwe di berxwedana Kobanê cih girtên û li dijî dagirkeriyê di eniyên şer de têkoşîneke hevpar meşandin. Di berxwedana serdemê de wekî şehîdê MLKP’ê Suphî Nejat Agirnasli bi nasnav Paramaz, heta bêhna xwe ya dawîn xaka Kobanê parastin.

1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê

Li ser giranbûna şer û geşbûna berxwedanê bêdengiya cîhanê jî bi meha mijdarê ve hêdî hêdî belav bû. Li ser banga rewşenbîrên navdar ên cîhanê ji bo piştgirîdayîna berxwedana Kobanê li gelek deverên cîhanê bi dirûşma: “Em ji bo Kobanê li ser piyan in” bi hezaran kes daketin kolanan. Her wiha dîsa li ser banga rewşenbîrên ku di nav wan de yên ku xelata Nobelê jî ragirtine hene 1’ê mijdarê wek Roja Kobanê ya Cîhanê îlan kirin.

Li Kobanê her şehadetên ku pêk hatin, agirê berxwedanê geş kirin. Ev agir jî her ku wek gurzê Kawayê Hesinkar derbên giran li çeteyên DAIŞ’ê xist. Di serî de Tirkiye, hêzên dagirker ên ku li bendê bûn ku Kobanê bikeve destê çeteyên DAIŞ’ê, li dijî berxwedana kobaniyan ketin nav xof û tirsan. Ev xof û tirs ber bi zivistana 2015’an berdewam kir.

Saet 3 kêm 10 deqîqe…

Dema rûpelên dîrokê çileya 2015’an nîşan dida li Kobanê berxwedana serdemê ketibû meha xwe ya 6’mîn. Û dema dîrok 26’ê çileya 2015’an nîşan dida, li kolaneke Kobanê ya ku şopên şer li her aliyê wê xuya dikir, şervanekî YPG’ê bi rûkenî ev gotin ji cîhanê re ragihand: “26’ê meha çile 2015, Kobanê rizgar bû. Saet 3 kêm 10 deqîqe…”

Mizgîniya dîrokî

Ev gotinên ku di wê demê de ji devê wî şervanî derketin, mizginiya ku dê derbasî dîroka berxwedana sedsalê bibûya bû.  Berxwedana 6 mehan a ku li dijî dijminê mirovahiyê hatibû meşandin encam dabû û Kobanê rizgar bibû. Xeyalên dagirkeran ên “ketina Kobanê” ji aliyê keç û xortên kurd, ji aliyê dayik û bavan û ji aliyê şoreşgerên enternasyonal ve vala hatibû derxistin. Kobanê bibû keleha berxwedanê, bibû warê xwedawendan, bibû sitargeha Arînan, Gelhatan…

Ji ber vê yekê jî berxwedana Kobanê di rê û parastina Şoreşa Rojava de roleke dîrokî lîst. Berxwedana Kobanê êdî wek berxwedeneke sedsalê ya efsanewî di dîroka gelê kurd û cîhanê de cihê xwe girt. Her wiha hêz û bawerî da tevahiya gelên bindest ên cîhanê û digot; “Azadî ne xeyal e…”