5 Mayıs, Pazar - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Tûncer Bakirhan: Werin em stratejiyeke hevpar a ziman ava bikin

Hevserokê Giştî yê HEDEP’ê Tûncer Bakirhan, ji bo ziman ev bang li partiyên kurd kir: “Peywira pêşxistina ziman û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin, werin em stratejiyeke hevpar ava bikin.”

Partiya Çepên Kesk ku ji ber astengiyên siyasî û hiqûqî jê re hatin derxistin HDP pê tev li hilbijartina 14’ê Gulanê bû, di 15’ê cotmehê de kongreya xwe ya giştî pêk anî û rêveberiya xwe nû kir. Partiyê navê xwe weke Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) guhert. Her wiha ji bo hevserokatiya giştî ya partiyê jî Tulay Hatîmogûllari Orûç û Tûncer Bakirhan hatin hilbijartin. Hevserokê Giştî Tûncer Bakirhan der barê polîtîkayên partiya wan de ji rojnameya me re axivî û pirsên me yên der barê tecrîd, guhertin, Destûra Bingehîn, hilbijartinên herêmî û ziman de bersivand.

Pirsên me û bersivên Bakirhan weke li jêr in:

Em bi şexsê we dest pê bikin; bi salan e hûn di nav siyaseta kurd de cih digirin. Di nav demê de ji serokatiya giştî ya partiyê bigire heta hevşaredarî û parlamenteriyê we peywir girtine. Pêvajoya we ya cara duyemîn a Hevserokatiya Giştî ya HEDEP’ê çawa dest pê kir û bi dawî bû?

Merheba ji we re. Kêfxweş im ku bi we re bi zimanê kurdî vê sohbetê dikim. Ez bi wesîleya we careke din spasiya gelê me dikim. Şanaziyeke mezin e ji bo min ku di vê serdema dîrokî de vê peywira pîroz ragirim. Ez dizanim ku berpirsyariyeke mezin li ser milê me ye. Hem ji hêla nûbûn, guherîn û veguherînê ve hem jî ji hêla mîrasa me ya bi salan ve peywira ku îro ketiye ser milê me peywireke pîroz û giran e. Ez di vê hişmendiyê de me. Belê bi salan e ez di vê xebatê de bi awayekî cih digirim. Ji ciwantiya xwe ve di partiya xwe de min xebatên cur bi cur kirine. Îro jî gelê me û partiya me ez layiqî hevserokatiya partiyê dîtin. Şanaz û serbilind im. Ez vê peywirê wekî xizmeta gel dibînim û heya dawî jî em ê wisa tevbigerin.

Piştî hilbijartina 14’ê Gulanê ji bo rexneyên ku li we hatin kirin weke partî we peyama guhertinê da. Di kongreya xwe de bi awayekî şênber hevserok, rêveberî û navê partiya xwe guhert. Ji bilî van guhertinan we bi kongreya xwe guhertineke bi çi rengî pêk anî?

Belê piştî hilbijartina giştî ya 14’ê Gulanê gelê me bi awayekî aşkera nîşan da ku pêdivî bi guherîn û veguherîneke bingehîn, bi destpêkeke nû û mezinkirina têkoşînê heye. Tabloya ku piştî 14 û 28’ê Gulanê derket holê diyar kir ku hewce ye em bi gelê xwe re rewşa xwe ji hêla birdozî, rêxistinî û siyasî ve binirxînin û nîqaşên bibandor pêk bînin. Lewma me pêvajoyeke rexnekirin û rexnedayîn da destpêkirin. Di 8 herêman de me civînên rêxistinê û civînên gel li dar xistin û ji 30 hezar kesî zêdetir însan beşdarî civînên me bûn. Li gor encamên van civînan me komxebat û atolye saz kirin û me nîqaşên gel bi awayekî şênber daxilî xebatên xwe kirin. Piştî van civînan me konferansên xwe li dar xistin û dawiyê jî kongreya me ya mezin pêk hat. Ev pêvajo bi awayekî aşkera û zelal bi gel re hat parvekirin. Binêrin bi taybetî di dîroka Tirkiyeyê û tu partiyê de ji bo kongreyekê amadekariyek wiha berfireh, girseyî nehatiye kirin. Tu partî bi qasî me ji rexne, xwerexnekirinê û guherînê re vekirî nîne. Ev cudahiya me û partiyên din dide nîşan.

Belê em guherîn û veguherîneke bingehîn armanc dikin. Kongreya me ji bo me destpêkeke. Bi şiyara ‘Ji bo azadiyê’ me kongreya xwe li dar xist. Ji navê partiyê bigire heta polîtîkayên xwe em dixwazin guherînekê, nûbûnekê ava bidin destpêkirin. Vê yekê jî em ê bi gelê xwe re pêk bînin. Wekî hûn jî dizanin hilbijartin û kongreya me jî di bin zext û zordariyên giran û operasyonên siyasî û êrişên cur bi cur de pêk hat. Berî kongreya me gelek hevalên me hatin binçavkirin û girtin. Gelek mêvanên me yên enternasyonalîst hatin astengkirin. Hetta desthilatê salona mezin jî neda me û me di saloneke biçûk de kongreya xwe pêk anî. Bi hezaran hevalên me, gelê me li derveyî salonê man. Lê ew coş û hêza ku ji wê salonê belav dibû kelecaneke mezin da me. Ew kelecana ku me ji wê salonê wergirt dê di xebat û çalakiyên me de ji bo me bibe motîvasyona herî mezin. Em ê bi wê hêz û kelecanê azadiya gelan birêxistin bikin û hemû xebatên xwe bi piştgirî û tevkariya hemû alîgirên demokrasî û wekheviyê bimeşînin.

Gelek nîqaş li ser paradîgmaya we ya “neteweya demokratîk û komara demokratîk” ku hûn weke xeta sêyemîn pênase dikin, tên kirin. Hûn jî qebûl dikin ku vê meselê baş nikarin vebêjin. Gelo ji bo ku ev mesele baş bê vegotin û fêmkirin bi awayekî şênber hûn ê çi kar û xebat bikin?

Di vî warî de kêmasî hene. Em ê nîqaşên xwe yên navxweyî li ser vê mijarê kûrtir bikin, me di konferans û kongreyê de biryara avakirina dibistana partiyê da. Em ê demildest van gavan biavêjin. Yanê ewil divê em siyasetmadar û xebatkarên doza gel di vî warî de xwe bi pêş bixin, bi nerînek zelal esasê vê paradigmayê têbigihîjin û piştre jî bi civakê re parve bikin. Ne tenê kêmasiya me heye. Bi salan e li hemberî me ambargoyek mezin a çapemeniyê tê meşandin, rê li pêşiya me hatiye birîn ku em bikaribin fikrên xwe bi civakê re parve bikin. Her wiha li hemberî me bi hemû derfetên dewletê kampayeyeke reşkirinê ya bêexlaq, organîzekirî û berfireh tê meşandin. Lê em neçar nînin em ê mal bi mal, gund bi gund, kolan bi kolan bigerin û fikrên xwe ji civakê re parve bikin. Ji xwe gelê me di gelek waran de rê nîşanî me dide. Em her yek berdevkên partiya xwe ne û em ê Rêya Sêyemîn ji gelê xwe re rave bikin. Ji ber ku çareserî di Rêya Sêyemîn de ye. Azadî û wekheviya gelan di Rêya Sêyemîn de ye.

We di kongreyê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd girîngiya muxatabiya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan anî ziman û banga naskirina statuya Rojava kir. Ji bo ku nêrîna desthilata AKP-MHP’ê ya vê der barê de biguhere we çi plansazî daniye pêşiya xwe?

Rol û girîngiya birêz Ocalan tenê îddiaya me nîne. Dewletê bi hevdîtinên li İmraliyê ev muxatabî qebûl kir, hêzên navneteweyî vê yekê baş dizanin û komploya navneteweyî jixwe ji ber vê yekê hat meşandin. Tecrîda ku îro tê meşandin ji ber vê girîngî û rola birêz Ocalan e. Her wiha; 1) Birêz Ocalan muxatabê çareserkirina kêşeya kurdan e. 2) Ji bilî hevdîtin, çareseriyê, muzakereyê tu rêyeke din li peşiya Tirkiyeyê nîne. Hemû rêyên din krîz in, qeyran, hilweşîn û kambaxî ne. 3) Bê Ocalan tu hêz nikare Tirkiyeyê ji rewşa îro derxîne.

Di pêvajoya çareseriyê de me hemûyan dît ku jiyaneke azad, wekhev û demokratîk dikare ava bibe. Ev ne xeyalek e. Lê desthilatê pêvajoya çareseriyê ji holê rakir. Ji ber ku desthilatê çareserî ji bo hebûn û desthilatdariya xwe wekî talûke dît. Yanê ji bo serweriya xwe bidomîne civak avêt nav agir, Tirkiye ber bi hilweşinê ve bir. Lewma ev bi salan e tecrîda giran li Îmraliyê li ser Birêz Ocalan dimeşînin. Tecrîd ji wir berbelavî hemû Tirkiyeyê bû û niha her kes di bin tecrîdê de ye. Tecrîd ketiye heta hundirê malên me. Heta ev tecrîd bi dawî nebe tu kes nikare qala demokrasiyê bike, tu kes nikare azad bibe. Tecrîd tenê meseleya birêz Ocalan nîne, meseleya pêşeroja Tirkiyeyê ye, meseleya çareseriya pirsgirêkên bingehîn e. Hewce ye di demeke nêzîk de tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin û pêşiya diyalogê, têkiliyê, pêwendiyê vebe. Bi tecrîdê tu kes nikare tiştekî bi dest bixe. Desthilat jî vê yekê baş dizane. Desthilat hew ji bo emrê xwe piçekî be jî dirêj bike îro tecrîdê ewqas giran dike.

Ji bo Rojava jî pêşiyê divê desthilat hemû hêzên xwe yên leşkerî ji xaka Rojava vekişîne. Demografiya Efrînê ya ku bi destê vê desthilatê hatibû guhertin hewce ye vegere reseniya xwe û gelê Efrînê vegere mala xwe. Em dibînin li Efrînê di dibistanan de perwerdeya bi tirkî dane destpêkirin, ev dagirkerî ye, ev talan e, ev rûreşiya herî mezin e ku desthilat pêk tîne. Divê statuya Rojava bi awayekî navnetewî bê naskirin û divê Tirkiye jî statuya Rojava bi awayekî fermî nas bike.

Ji bo bangên amadekirina Destûra Bingehîn a nû jî we got ku em Tevgera Destûreke Bingehîn a nû didine destpêkirin. Hûn dikarin hinek qala vê tevgera ku bidin destpêkirin bikin. Amedekariyên we yên vê der barê de çi ne?

Destpêkê divê ku bibêjim destûreke bingehîn a sivîl û demokratîk pêwistiyeke sereke ye. Divê Tirkiye xwe ji Destûra Bingehîn a darbeyê rizgar bike. Ev Destûra Bingehîn ne tenê leşkerî ye, di heman demê de hatiye betalkirin jî. Tirkiye ev demek dirêj e bê Destûra Bingehîn bi aweyek kêfî tê birêveberin. Em vê yekê red dikin. Ya duyemîn jî hikûmet di vî warî de durû ye, civakê dixapîne. Vê meseleyê dike amûreke siyasî û li gorî berjewendiyên xwe tîne rojevê; em vê yekê qebûl nakin. Yanê AKP û MHP destûreke Bingehîn a nû naxwazin, heta Destûra Bingehîn naxwazin, li hemberî destûreke bingehîn a nû û demokratîk astengiya herî mezin ev îktîdar bixwe ye. Lewma di vî warî de em dibêjin ku divê hemû dinamîkên civakî bikevin dewrê û ji bo destûreke bingehîn a nû û demokratîk gav biavêjin, tevbigerin, bixebitin. Em bi xwe bawer in, bi civakê bawer in, teqez ev astengî ji holê rabe û dê destûreke bingehîn a nû bi beşdariya civakê û konsensusek mezin bê çekirin. Esasê vê Destûra Bingehîn jî divê çareserî be. Divê Destûra Bingehîn ji feraseta yekpariyê rizgar bibe, divê hemû gelan, ziman û çandan qebûl bike. Divê îradeya civakî li pêş be. Ku ev yek nebin tu xebatên Destûra Bingehîn bi ser nakevin û tu wateya wan jî nîne.

Weke ku hûn jî dizanin yek ji pirsgirêka bingehîn a Tirkiyeyê înkar û redkirina zimanê kurdî ye. Ji bo ku ev înkar ji holê rabe û mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê nasîn weke partî hûn ê xebatên bi çi rengî bimeşînin?

Bêguman em vê yekê wekî kar û xebata xwe ya sereke dibinînin. Têkoşîna azadiyê têkoşîna ziman e. Em weke partî di vî warî de gelek hesas in. Em dixwazin ewil di nav partiyê de piştre jî li hemû qadên jiyanê pêşketina ziman û çanda kurdî pêk bînin. Parlamenterên me li meclisê, şarederên me li bajaran di vî warî de xebatên girîng kirin. Ji xwe partiya me û siyaseta me hinek jî ji ber vê nasnameya xwe bi êrîşan re rû bi rû dimîne. Lewma qeyûman ewil êrîşî xebatên kurdî kirin. Em ê di dema nû de van xebatên xwe mezintir bikin. Ji aliyê din ve jî peywira pêşxistina ziman, çand û nasnameya kurdî ne tenê peywira partiya me ye. Em bang li hemû sazî, dezgeh û partiyên kurd dikin werin di vî warî de em xebatên hevpar bimeşînin. Werin em stratejiyeke hevpar ava bikin. Em ji vê yekê re amade ne û bi salan e ji bo vê yekê em yekitiya neteweyî diparêzin.

Gelek partiyan ji niha ve namzetên xwe aşkera kirine lê amadekariyeke we ya berbiçav a vê derbarê de heta niha tuneye. Ji bo diyarkirina namzetên xwe hûn ê çi rêbazî bi kar bînin û amadekariyên we di kîjan astê de ne?

Me di kongre û konferansan de biryar da ku dê namzedên me ji aliyê gelê me ve bê diyarkirin. Em ê li herêman sindoqan daynin û dê gel namzedên me diyar bike.

Tunçer Bakirhan Kî Ye?

Ez ji Cilawûza Qersê me. Di sala 1999’an de min li Qersê hevserokatiya bajar a HADEP’ê kir. Di hilbijartina 2002’yan de wek parlamenter ji Qersê hatim hilbijartin lê ji ber benda hilbijartinê em neketin parlamentoyê. Di navbera salên 2003-2005’an de jî min hevseroktiya giştî ya DEHAP’ê kir. Di navbera salên 2014-2019’an de jî min hevşaredariya Sêrtê kir. Lê bi kurt û kurmancî Tûncer Bakirhan xizmetkarê gelê xwe ye.