Saturday, Mijdar 27, 2021

‘Dengê Zê’ şahidê êş û lehengiyê ye

Roja 14’ê îlona 2021’ê li Pirtûkxaneya Lîlavê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê Roja Îmzeya Pirtûka Mehmet Akdogan a bi navê ‘Dengê Zê’ hat lidarxistin. Roja îmzeyê gelek nivîskar, wêjevan û xwendevanên kurdî li Pirtûkxaneya Lîlavê amade bûn û eleqeyeke xurt ji bo pirtûka Mehmet Akdogan a bi navê ‘Dengê Zê’ hat nîşandan.
Berî destpêkirina avêtina îmzeyan Mehmet Akdogan derket pêşberî girseyê û bi kurtasî behsa naveroka pirtûka ‘Dengê Zê’ kir. Akdogan diyar kir ku pirtûka ‘Dengê Zê’ şahida gelek bûyer, êş, zilm û tundiya li ser gelekî ye û destan û lehengiyên bêhempa jî di nav xwe de dihewîne.

Têkildarî Roja Îmzeyê û pirtûka ‘Dengê Zê’yê em bi nivîskar Mehmet Akdogan re axivîn.

‘Helbest di zarokatiya min de hebû’

Mehmet Akdogan di destpêka axaftina xwe de da xuyakirin ku wî di zarokatiya xwe de ji helbestan hez kiriye û dest bi nivîsandina helbestan kiriye û wiha axivî: “Helbest di zarokatiya min de hebû, min di medreseyê de xwendibû. Dema ciwaniya me demeke hestiyar bû. Şerekî giran nû dest pê kiribû û ciwan nû diketin nav û li her derê berdêl dihatin dayîn. Bi vê re hest bi me re derketin pêş. Hem ên lehengiyê hem jî yên xemgîniyê. Ji ber vê pêşî wekî dengbêjiyê min dest bi helbestan kir. Min li Geverê dema hîn 16-17 salî bûm dest bî nivîsandina helbestan kir. Heta niha min sê pirtûkên helbest dudu jî roman nivisandine.”

Çem û dengekî kolektîf

Mehmet Akdogan der barê naveroka pirtûka ‘Dengê Zê’yê de û li ser peyva ‘Zê’yê axivî û wiha got: “Peyva ‘Zê’ ji Çemê Zapê tê û navê wî yê din jî ‘Zê’ ye. Newalek heye, jê re dibêjin Newala Zê. Wekî Newala Zapê jî tê zanîn. Çeqek wî ji Geverê yek jî ji Elbakê dest pê dike heya ku ji başûrê Kurdistanê derkeve jî li herêmên kurdan navê wê Zê ye. Herêmeke ku navê xwe ji zayînê digire. Di salên 1990’î de hemû kiryar li wê Newala Zê hatin kirin. Gundên cerdevanan li wir dan avakirin. Cînayetên kujerên wan nediyar li herêmê pêk dihatin û piştre wan dibirin herêmên cuda û winda dikirin. Ji ber vê ‘Dengê Zê’ şahida van hemû bûyeran e û di heman demê de şahida lehengiyê ye jî. Kesên ku li ber xwe dan û bi canbexşane xwe dan pêş, hemû di bin ‘Dengê Zê’ de ne. Yeke din jî avên wê herêmê hemû berê xwe didin Newala Zê. Yanî wekî çemekî kolektîf e, dengekî kolektîf e. Hem lîlandin e hem hewar e hem jî tilîlî ye. Ji ber vê yekê roman piranî li ber dengê Zê bi şev û roj şahida newala xwe bû, niha jî wisa ye. Niha jî şerê herî giran li ser Newala Zê ye.

Êrîşên ser xeyalên zarokan

Dengê Zê di heman demê de çîroka du zarokan e. Du zarok diçin medreseyê, dixwazin ku bibin mele û hêviyên dê û bavê xwe pêk bînin. Lê belê dema salên 90’î Hizbullah, JÎTEM û tarîqat hatin ser Îmam Xatîp û medreseyan û ew ev her du zarok dibine tetikkêş. Bûyer li herêma Colemêrgê dest pê dike û li Geverê bi dawî dibe. Lê her çiqas ew bajar vê îxanetê dibîne jî di nav wan de tolek jî heye. Ew tol jî di dawiya romanê de derdikeve. Ev hayjixwebûn e. Lê heya dawiya romanê jî dernakeve holê. Tecawiza zarokên di mederese û terîqetan de tecawiza jinan, îşkence, tehde û lêdana li ser gel hemû di nav de û berxwedana gelê herêmê jî ji serî heta binî di romanê de derbas dibe. Erdnîgariya herêmê Berçelan, Çemê Qerqemasê, Medreseya Meydanê, Newala Zê, Çiyayê Reşko, Deşta Geverê, hemû Çemê Kevirê Şine û gundên wan hemû li ser romanê hatine hûnandin. Roman ji destpêkê heta ku bi dawî dibe behsa gûzan û xeyalên zarokan dike ka zarokan çawa xeyalên xwe parastine, ev pergala nû çawa êrîşê xeyalên wan zarokan kiriye. Ji serî heya binî melayê Bateyî bi her rengî di nav romanê de ye.”

‘Pirtûkên kurdî kêm tên xwendin’

Akdogan di berdewamiya axaftina bal kişand ser asta eleqe, hezkirin û xwendina pirtûk û berhemên kurdî û wiha pê de çû: “Ez dikarim bibêjim ku pirtûka ‘Bayê Cîlo’ eleqeyeke baş dît. Hezar heb hatibûn çapkirin, niha jî nemaye û divê dîsa bê çapkirin. Bi pirtûka ‘Bayê Cîlo’ piçekî nasîna min a vê pirtûkê jî derkete pêş. Ji aliyê xwendevanên kurd ve, li gor şert û mercên demê kêm zêde eleqeyeke baş derkete pêş. Lê ne li gorî pîvanên kurdewariyê ye ku em bibêjin wekî romanên tirkî tên xwendin. Hê nagihine ji sedî pêncê wê jî. Mixabin ev pirsgirêkeke cuda ye. Dema ‘Bayê Cîlo’ jî roja imzeyê hat lidarxistin. Fuar hebû, ango baş bû. ‘Dengê Zê’ jî jixwe berî 15 rojan hat çapkirin. Ev îmzeya min a yekem bû. Yanî li gorî van rojên dawî yên imzeyên nivîskarên kurd ne xerab bû, hevalên me yên ku li vir dixebitin jî vê dibêjin. Lê xwezî hîn baştir bûya û bêhtir bihata xwendin. Xema min ne ew e ku gelek hatin firotin an jî wê bên firotin. Gelo yên dikirin jî wê bixwînin an nexwînin. Ev pirsgirêkeke mezin e. Ji ber vê yekê divê pîvana me ew be ku gelo tê xwendin an nayê xwendin.”

‘Helbestên amade hene’

Akdogan der heqê xebat û projeyên xwe yên nivîs û nivîskariyê de ev agahî dan: “Di nav van 4 salên dawiyê de min du helbestên kurdî û du romanên kurdî nivisîn. Helbestên min têra dîwanekê amade ne. Lê ez dibêjim bila salek du sal derbas bibe. Yanî ez heya salek du salan bawer nakim tiştek çap bikim. Paşê ez ê dest bi nivîsandina romaneke din jî bikim. Lê gelek tişt hene ku ez binivisînim. Ji yekî dipirsin dibêjin ‘helbestên te yên herî baş ev in’, ew kes jî dibêje ‘na helbestên min ên herî baş ew in ku min ew hê nenivisîne.’ Êdî em ê binivisînin, kî dixwîne bila bixwîne nehat xwendin jî bila li şûna xwe bimîne.”

‘Ziman nebe tevger bi ser nakeve’

Akdogan di dawiya Lîlavaxaftina xwe de daxwaz kir ku hemû kurd xwedî li zimanê kurdî û berhemên kurdî derkevin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Daxwaza min ji hemû kurdan, siyasetmedar, mamoste, ciwan, xwendevan û keçên kurd ew e ku bila xwedî li berhemên kurdî û zimanê kurdî derkevin. Ji ber ku hemû berdêlên giran ji bo kurdî û kurdayetî hatiye dayîn. Ger ku ziman nebe tu tevger bi ser nakeve û tu wateya wê jî nîne.”