spot_img
1 Mayıs, Çarşamba - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Li Îranê dengên ji bo boykotkirina hilbijartinan zêde dibin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan li girtîgehê bi peyamekê bang li welatiyan kir ku hilbijartina sibe ya li Rojhilatê Kurdistan û Îranê boykot bikin.

Wê sibe li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hilbijartina ji bo parlementoya Îranê û encûmena pisporan pêk were. Lê gelek sazî, rêxistin û kesayetên naskirî yên Îranê banga boykotkirina hilbijartinê li gel dikin.

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê ji 75 milyon kesan 61 milyon kes mafên wan yên dengdanê hene. Her wiha 15 hezar  600 kes ji bo 290 kursiyên parlementoyê û 144 kes jî ji bo 88 kursiyên Encûmena Pisporan bûne namzet. Li seranserî Îran û Rojhilatê Kurdistanê jî 59 hezar navendên dengdanê hatine amadekirin.

Tevî ku sibe hilbijartin destpê dike, lê çalakvanên mafên jinan li Sine ragihandin ewê hilbijartina dema 12’an a parlementoyê boykot bikin. Her wiha bang li gelê Îranê kirin ku roja 1’ê Adarê li malên xwe de bimînin û neçin ser sindoqan.

Li aliyê din jî gelek kesayetên siyasî yên Îranê ragihandine ku ewê tevlî hilbijartinê nebin. Di beramber de jî Rêberê Olî yê Îranê Ayetullah Xumeynî got: “Wê tevilnebûna hilbijartinê ti destkeftiyek ji bo kesên nerazî nebe.”

Beriya niha Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK)’ê jî bi daxuyaniyek banga boykotê kiribû û gotibû: “Daxwazê ji hemû gel û neteweyên bindest û hemû çînên civakî, bi taybetî daxwazê ji karker, karmend, xwendekar, rewşenbîr û jinan dike ku bi awayekî yekgirtî û bi hemû hêza xwe beşdarî boykotkirina hilbijartinê bibin. Bê guman helwesteke bi vî rengî daxwaza civakê ya bihêz a ji bo misogerkirina siberojeke azad û demokratîk nîşan dide. Boykot mafekî siruştî û demokratîk e û dibe alîkariyeke dîrokî ji bo bihêzbûn û mayîna tevgera şoreşgerane û civakî. Boykotkitina hilbijartinê dikare morala gelan bilind bike.”