4 Mayıs, Cumartesi - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Hatîmogûllari: Hîzbûlkontra, navnîşana qetilkirina rewşenbîrên kurd e

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari li navçeya Hezo ya Êlihê axivî û got: “Em bala xwe bidin ser nokerên AKP’ê yên herêmî. Hîzbûlkontra, navnîşana rewşenbîr û siyasetmedarên kurd qetil kirin e.”

Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di çarçoveya xebatên hilbijartinê de li navçeya Hezoyê ya Êlihê bi gel re hate gel hev. Hatîmogûllari û şandeya pê re li gundê Qehweciyê ji hêla girseyekî qelebalix ve hatin pêşwazîkirin. Partiyî bi konvoyeke dirêj a wesayîtan li navenda navçeyê tura hilbjartinê avêt. Hatîmogûllari li navenda navçeyê jî ji hêla girseyeke qelebalix ve hate pêşwazîkirin. Welatiyan dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.
Hatîmogûllari çû serdana esnafan, rastî eleqeyeke mezin hat û li esnafan guhdarî kir. Hatîmogûllari piştre jî li lokala hilbijartinê ya li ser Rêya Armûşê tev li hevdîtina bi gel re bû.
‘Bûdçeya tu ji şer re vediqetînî bide teqaûdbûyan’
Hatîmogûlari, di hevdîtinê de bal kişand ser gotinên Erdogan ên derheqê teqawidan û got: “Vaye ji van re dibêjin siyasetmedarên bêar. Me got bila mûçeyê teqawidan bibe 10 hezar lê qebûl nekirin. Pereyê ku divê ji kedkar, karker û xizanan re veqetînin di dizin. Hûn pereyê gel ji bo bi ÎHA û SÎHA’yan li Rojava bixin bi kar tînin. Dema qala xizaniyê tê kirin, serokkomar qala bihayê fîşekan dike. Wê demê bûdçeya ji bo şer tê xerckirin bidin teqawidan.”
Bertek nîşanî êrîşa li dijî Dêrikê da
Hatîmogûllari bi domdarî bal kişand ser êrişên duh li dijî bajarê Dêrikê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û ev tişt anî ziman: “Li qadên sivîlan û qadên kar xistin. Beriya niha jî li nexweşxane û atolyeyên tekstîlê xistin. Vaye pereyê dewletê ji bo vê xerc dikin. Her wiha ji bo qesrê tê xerckirin.”
Di berdewamê de Hatîmogûllari qala qedexeyên li dijî kurdî kir û got: “Îktîdar di vê mijarê de durûtiyê dike. Dema tên Kurdistanê ji bo dengê kurdan bistînin zehrî kurdî dikin. Lê li Meclisê mîkrofên kesên bi kurdî diaxivin digirin. Em jî dibêjin ên li Enqereyê kurdî qedexe dikin, nikarin li Kurdistanê kurdî biparêzin. Ev yek derew e, derew e.”
Şirîkatiya AKP-HUDA-PAR’ê
Hatîmogûllari, bal kişand ser tifaqa AKP-HUDA-PAR’ê û ev nirxandin kir: “Em bala xwe bidin ser tifaqên AKP’ê yên li herêmê. Em li hemberî tifaqa wan a bi hîzbîkontrayê re hişyar bin. Hîzbîkontra, li Kurdistanê navnîşana kesên rewşenbîr, nivîskar û siyasetmedarên kurd qetilkirin e. Niha jî hîzbîkontrayê di bin navê partiya siyasî de hewl didin derxin pêşiya me. Xwişk û birayên jidil misilman in di mitîng AKP’ê de pankart vekirin û gotin; ‘rondikên derewîn nebarînin, heke hûn bi xelkê Filistînê re bin wê demê têkiliyên xwe yên bi Îsraîlê re qut bikin.’ Şirîkê biçûk ê AKP’ê ku li Kurdistanê li dijî DEM Partiyê tê birêxistinkirin jî qaşo li vir ji bo Filistînê hêsiran dibarîne. Heke hûn li vê derê ji bo Filistînê hêsiran bibarînin, wê demê hûn nikarin biçin Enqereyê û bi AKP û qesrê bibin şirîk. Ev derew e. Derew e. Herame heram.

Têkoşîna birûmeta a gelê kurd a li Rojava û çar parçeyên Kurdistanê, têkoşîna me tevan e. Pirsgirêka kurd pirsgirêka statûyê ye. Divê hem li Sûriyeyê hem jî li Tirkiyeyê bê çareserkirin. Em ê wan kesên ji bo xelkê Filistînê digirîn lê qetilkirina kurdan a li Efrînê diparêzin efû nekin. Em li her derê ji bo aştiyê bixebitin. Erdogan ê ku kampanyaya hilbijartinê li ser peyva ‘teroristan’dimeşîne divê bizane ku terorîzmê hûn dikin ku di navbera gelan de dabeşkariyê dikin, cihêkariyê dikin û li vîna gelê kurd qeyûman tayîn dikin. Em ê di van hilbijartinan de hesabê ji we bipirsin.

Em ê bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin

Em ê di 31’ê adarê de bajarên xwe ji qeyûman paqij bikin. Em ê wan tabelayên bi kurdî dîsa daliqîni. Dê li Şaredariya Hezoyê şaredarvaniya pirzimanî bixin meriyetê. Dê şaredariyên xwe bi şefafî birêve bibin û dê ji gel re vekirî bin. Hûn dê birêve bibin. Em ê saziyên çand û hunerê û saziyên jinan dîsa vekin.”