17 Mayıs, Cuma - 2024

Gösterilecek bir içerik yok

Dengên Partiya Çepên Kesk kêm û ji partiyên din re hatine nivîsandin

Li Mêrdînê derket holê ku dema encamên sindoqan derbasî pergala YSK’ê hatine kirin dengên Partiya Çepên Kesk ji MHP’ê re hatine nivîsîn. Hate tespîtkirin ku di hin sindoqan de jî encam kêm hatine nivîsîn. 

Li Mêrdînê piştî encamên sindoqan li Portala Partiyên Siyasî ya li Lijneya Hilbijartina Bilind (YSK) hatin barkirin derket holê ku dengên Partiya Çepên Kesk kêm hatine qeydkirin û li hin cihan jî dengên Partiya Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatin nivîsîn. Di sindoqa bi hejmara 1035’an a li Nisêbînê ji bo Partiya Çepên Kesk 225 deng derketin li ser pergala YSK’ê tu deng nehatin nivîsîn. Hate dîtin ku ji MHP’ê re 225 deng hatine nivîsîn. Partiya Çepên Kesk li sindoqên ku tespît kirin îtîraz kir û berhevdana daneyên YSK’ê ya bi girtekên bi îmze re berdewam dike.

Li Mêrdînê rewşa hin sindoqên hatine tespîtkirin ku dengên Partiya Çepên Kesk lê kêm hatine nivîsîn an jî ji partiyên cuda re hatine nivîsîn wiha ne;

* Li Nisêbîn, li sindoqa bi hejmara 1035’an 225 dengên Çepên Kesk ji bo MHP’ê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê hate dîtin ku di sindoqa bi hejmara 1158’an de Partiya Çepên Kesk tu deng negirtine, di girteka encamê de ji gelek partiyan re deng hatine nivîsîn û ji Partiya Yenîden Refahê re 110 deng hatine nivîsîn.

* Li Artûklûyê, di sindoqa bi hejmara 1297’an de dengên Çepên Kesk ku di girtekê de weke 168 xuya dike, li pergalê weke 167 hate qeydkirin.

* Li Dêrikê di sindoqa bi hejmara 1023’yan de 194 dengên Partiya Çepên Kesk weke 192 li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Dêrikê di sindoqa bi hejmara 1071’an de 206 dengên Partiya Çepên Kesk weke 205 li pergalê hatine qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1071’an de 242 dengên Partiya Çepên Kesk weke 241 hatin nivîsîn.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1086’an de di girtekê de ji bo AKP’ê tu deng xuya nakin lê jê re 94 deng hatine nivîsîn.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1169’an de 252 dengên Partiya Çepên Kesk weke 251 li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1170’an de 259 dengên Partiya Çepên Kesk weke 258 li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1186’an de tevî ku dengên CHP’ê tune ne jî jê re 3 deng li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1264’an de 24 dengên Partiya Çepên Kesk weke 21 li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1352’yan de 274 dengên Partiya Çepên Kesk weke 273 li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1382’yan de 11 dengên ji Partiya Yekitî û Edaletê re hatine dayîn ji AKP’ê re hatine nivîsîn.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1386’an de 172 dengên Partiya Çepên Kesk weke 171 li pergalê hatin qeydkirin.

* Li Qoserê di sindoqa bi hejmara 1471’an de 43 dengên AKP’ê weke 44 hatine qeydkirin.